Upload
hawdem-magazin
View
264
Download
0
Embed Size (px)
DESCRIPTION
hawdem,magazin kurdish
Citation preview
EDÎT
OR
1
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
PÊŞ GOTIN
“Me Bi Ciwantî Despê Kir Em ê Bi Ciwantî Ser
Bikevin”xwediyê vê gotina dîrokî aniha çi dike û
çewa jiyan dike tû kes nizane! Ji ber kû ew Rêberê
Gelê Kurd e. Ji ber kû ew 35 sale Rêbertiya gelekî
bindest dike. Ji ber kû ew 14 sale li ber xwe dide. Ji
ber kû ew teslîm nabe, sale kû nîve dibin tecrîta
girankiri ya Îmralî de ye. Ji ber van sedeman aniha
divê deqeyê jî de tû Kurdek û tû mirovek nizane
rewşa wî a tendûrîstî çewa ye.
Li beramberî vê ciwanên Kurd jî yek daqqa jî ciyê
xwe de ranewestiyan û kolanan ji dagirkeran re vala
nehiştin. Her roj, bû roja hesap xwestinê. Helbet ev
naye vê wateyê kû me serkeftin bi des xistiye. Ev tê
vê wateyê kû pêwîste em tekoşîna xwe bilindtir û bi
hêztir bikin. Ji ber kû dijmin tû demî ranaweste û li
benda me namîne. Di seri de me xwest em roja reş a
despêka komployê bibîr bînin û 9‟ê Cotmehê nahlet
bikin. Di vê mehê de jî li ser Kurdan komplo hebû,
qatlîam hebû.
Li gel mijara 9‟ê Cotmehê wekî hun jî dizanin di vê
mehê de dibistan vebûn. Zarok û Ciwanên Kurd li
çar parçe Kurdîstan amadekariya dibistanan kirin. lê
mixabin her zarok û ciwanekî Kurd bi heman coş û
moral amadekarî nekir. Li rojavayê Kurdistanê
ciwana bi destê xwe, bi nenûkê xwe mafê xwendîna
xwe bi dest xist û cara yekeme kû wê bi zimanê
dayîka xwe perwede bibînin. Em jî wekî govara
hawdem hestê wan ciwanên şoreşger parve dikin. Li
gel vê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê boykuta
dibastana berdewam dike. Em piştgirîya vî helwestî
şoreşgerî jî dikin. Heta kû zimanî dayîk nebe zimanî
resmî pêwîste tû ciwanekî Kurd êdî neçin navendên
bişaftinê. Di heman demê de li qadame jî dibistan bi
mîlyonek pirsgirêk vebû. Pêwîstî û daxwazên
ciwanan carek din li ber çav nehat derbas kirin.
Li ser vî bingehî Ciwanên Welatparêzê Kurdîstan
di dîroka 28 îlonê konferansa xwe a dûyemîn pêk anî
û li ser mijara perwerde jî biryarên giring girtin. Em
hêvîdarin kû her ciwanekî Kurd bi vê zanebunê êdî
tevbigere. Ciwana di konferansa xwede ji bona
mijara dibistana ev biryar girtin; “Li ser bingehê
perwerdeya wekweh, azad, zanist, bê pere û zimanê
dayîk xebat bê despê kirin. Her wiha ji bona hinek
mijarên wekî dîroka Kurdîstan û cografya bên zêde
kirin tekoşîn bê dayîn. Ji bona van mijarana wekî
dersekî li disbistana were dayîn serlêdan li ciyê
peywendîdar bê kirin. Li dijî navendên bişaftinê
(asîmîlasyonê) ê wekî Fetullah Gûlan xebatekî
rewşenbîrî û şîarkirin dest pê bike”. Di despêka
vekirina dibistanan de konferansek pêk anîn û
biryarbûnek ava kirin jî ji her tiştî giringtire.
Bi kurtasî em dikarin bêjîn kû ev meh jî dagirtîye.
Li ser her mijarek me di xwest em amadekarîyek
bikin. Lê mixabin em dîsa di hinek aliyan de sînordar
û kêm man. Ji ber vê yekê em dîsa wekî hemû caran li
benda nêrîn, rexne û pêşniyarên wene. Ev dem dema
şoreşê ye, pêwîste em destê xwe zû bigrin kû dereng
nemînîn. Her dem bi hewdem re bin!
Xwendevanên Hêja;
www.hawdem.com.tr
2
REB
ERTÎ
D i serê tevgerên çandî yên
dewleta netewe tepisandî
û tam nikarîbûye bihelîne
miliyetgiriya mîkro ya
diyardeyên etnîk tê. Ji
miliyetgiriya dewleta netewe
cuda ye. Naveroka wê ya
demokratîk bêhtir xwedî giranî
ye. Ji lêgerîna dewleteke nû
zêdetir, armanca wan a herî
girîng ew e, li dora çanda xwe
bibin pêkhatineke siyasî ya
demokratîk. Ji xweseriya
herêmî yan jî xwecihî cuda ye.
Bi sînorê mekan ve girêdayî
nîne, ango ji sînoran wêdetir be
jî yekitî û piştgiriya yên hebûna
heman çandê parve dikin. Li
dijî etnîsîteya serdest parastina
hebûna xwe, ji armancên wan
ên girîng in.
Ji aliyê sosyolojîk ve têra xwe
rast û manedar e ku mirov bêje
Tevgera Neteweya Demokratîk
ji tevgera etnîsîteyên cuda yên
bindest re, bi gotineke din, ji
tevgera wan gelan re ku di bin
zordestiyê de ne. Gelekî zor û
zehmet e, weke etnîsîteya bi
tenê ya bindest li ser piya
mayîn û hebûna xwe
dewamkirin. Tevgera yên
ziman û zaravayên çandên bi
heman rengî, heman sînorên
siyasî û cografî parve dikin, ji
ber çend sedeman divê weke
Tevgera Neteweya Demokratîk
were wesifandin. Ya pêşî, ji
hedefa gera li dewleteke cuda
zêdetir li rêveberî û
pêkhatineke siyasî ya
demokratîk digerin. Li bin banê
heman dewletê pêkhatineke
siyasî ya demokratîk, şêweyekî
hebûnê yê siyasî ye ku di
dîrokê de gelek caran em
dibînin. Dîrok hema hema bi
giranî bi pêkhatinên siyasî yên
hebûnên çandên cuda tijî ye. Di
nava sînorên her dewlet an jî
împaratoriyê de bi qasî ku were
xwestin bi şêweyê pêkhatinên
siyasî jiyan şêweyekî normal ê
rêveberiyê ye. Ya anormal ew
e, tine hesibandina van
pêkhatinên siyasî ye yan jî
tepisandina wan e. Asîmîlasyon
jî pir zêde ji wan rêbazan nebû
serî lê bê dayîn. Împaratoriyên
Roma, Bîzans, Osmanî, Pers-
Sasanî, Ereb-Ebasî bi sedan
yekeyên cuda yên siyasî û îdarî
sedema hebûna xwe
hesibandine. Bi tenê şert ew e,
rewabûna împarator an jî siltan
nas bikin. Ya esas ew bû,
ziman, dîn, folklor û
rêveberiyên xwe biparêzin û
bijîn. Lê cinawirê dewleta
netewe (Levîathan) ev nîzam ji
holê rakir. Li ser vî bingehî jî
çû faşîzmê. Encam gelek
qirkirinên fizîkî û çandî bûn.
Etnîsîte û Tevgerên
Neteweya
Demokratîk
Etnîsîte û Tevgerên
Neteweya
Demokratîk Abdullah OCALAN
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
Mafê netewebûnê yê etnîsîte
yan jî gelan bi tenê weke
dewleta netewe şîrovekirin bi
xwe berevajîkirin û felaketeke
mezin hem a lîberalîzm, hem a
sosyalîzma pêkhatî bû. Ev rewş
encamê miliyetgiriya faşîst û
totalîtaryanîzmê ye. Riya rast ew
e, divê mirov netewebûyîna
normal mehkûmî nava sînoran
neke, li ser bingehê çandî û
hîmên rêveberiya demokratîk
ava bike û ev ji bo xwezaya
mirovî û civakî ya herî di cih de
ye. Rastiyên dîrokî jî zêdetir vê
rê aşkera dikin. Hêrsa daneheva
sermayeyê bi lez a sermayeya
yekdestdar a li pey kara herî
zêde diçe, di girtina vê rê de
hêmana herî girîng e. Riya ne
normal dewleta netewe ye, lê bû
riya normal a netewebûnê, riya
netewebûna demokratîk a
normal jî weke ne normal, heta
weke riyeke tune hesibandî, dan
fêmkirin.
Berevojîkirina mezin jî ev bû.
Piştî ku ji gelek aliyan ve
çaresernekirina dewleta netewe
(şerên herêmî û dinyayê, bi
hevketinên neteweyî, sermaye li
dîwarên neteweyî qelibî) derket
holê, riya normal ango
netewebûnên demokratîk dest pê
kir gelekî pêk hatin. Li tevahiya
Ewropayê ya ku piştî Şerê
Cîhanê yê Duyemîn pêk hat ew
bû, Ewropa ji dewletdariyên
neteweyî vediguherî netewetiya
demokratîk. Jixwe Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê her tim
karîbû weke neteweyê
neteweyên demokratîk bimîne.
Tevî berevajîkirina gelek
dewletdariyên neteweyî yên
yekdestdariyê, Yekitiya
Komarên Sovyeta Sosyalîst
dewletdariya neteweyî û
netewetiya demokratîk di zikhev
de pêkanî. Li Hindistanê jî
meylên neteweyî yên
demokratîk bi hêz in. Li Afrîka
û Başûrê Amerîkayê meylên
neteweyî yên demokratîk her
tim giraniya xwe hebûn. Kêm
hejmareke dewletdariyên
neteweyî yên hişk, di serî de
Rojhilata Navîn, li hin mekanan
bi sînor man. Ev dewletdariyên
neteweyî jî bi lez di pêvajoya
jihevdeketinê de ne.
Ya diduyan, wexta netewebûna
desthilatdar û dewletdar esas
neyê girtin, hingê yan hin
saziyên ji serdema navîn mane
yên weke axatî, şêxtî, terîqet û
serektiya eşîrê, bi piranî
rêveberên taşeron ên hevkar ên
xwe disipêrin berjewendiyên
malbatê wê esas bêne girtin û
wê bi modernkirina wan dewam
bike, yan jî wê rêveberiyên
demokratîk bêne pêşdebirin.
Riya yekemîn, rewşa modern a
hevkartiya klasîk e ku dîrokê jî
ji vî şêwazî re gelekî şahidî
kiriye. Riya duyemîn jî riya esas
hedefa modernîteya demokratîk
bû. Rêveberiya berxwedanê ya li
dijî dewleta netewe û hevkarên
wê bi tenê dikare demokratîk
bibe. Ev jî riya wekhevî û
azadîxwaz a herî têkûz e ku diçe
netewebûna demokratîk.
Ya sisiyan, karaktera piranî ya
çand, ziman û zaravayan
netewebûna demokratîk ferz
dikir. Li gorî cewherê wê nebû,
mîna dewleta netewe tehekuma
Dewleta netewe ya di warê çareseriyê de asê
bûye, ji aliyekî ve tevgerên sermayeyê yên global
ji jor ve, ji aliyê din ve jî tevgerên xweser ên
bajar, xwecihî û herêmî tevî tevgerên dînî û
neteweya demokratîk ji binî ve wê tengav bikin
û ev jî dihêle ji vê kaosê sîstemên nû yên namzet
derkevin.
REB
ERTÎ
3
www.hawdem.com.tr
4
REB
ERTÎ
çand, ziman û zaravayên
etnîsîteya serdest esas bigire.
Alternatîfa bi tenê ew
netewebûn e ku ji pir ziman,
çand û siyasetê pêk tê. Ev jî
aşkera ye ku maneya
netewebûna demokratîk e. Heta
rê lê vekiribû ku ji çend
neteweyên demokratîk
neteweyeke demokratîk pêk
bînin. Li Îspanyayê, li
Hindistanê, li Komara Afrîka
Başûr a gelek kes naecibînin,
heta li Endonezya û gelek
welatên Afrîkayê ya pêk tê,
bûyerên bi heman rengî ne.
DYA û YE jî bi awayekî mirov
dikare weke neteweyên
neteweyên demokratîk terîf
bike. Federasyona Rûsyayê jî
mînakeke din a girîng a bi
heman rengî ye.
Ya çaran, ji ber ku cudatiyên
ekonomîk, civakî, siyasî, zêhnî,
ziman, dîn û çandî zêdetir
dixwazin werin parastin, wê
yekser were fêhmkirin ku ev
yek bi neteweya demokratîk
dibe. Her cudatî weke cihêtiyê
were fêmkirin, wê ev yek zirarê
bide hemûyî. Lê ya rastî, ji bo
hemûyî ya îdeal „di nava
yekitiyê de cudatî‟ ye. Ji bo vê jî
netewebûna demokratîk şêweyê
herî di cih de ye. Bi serê xwe bi
tenê jî ev potansiyela çareseriyê
jî hêza çareseriyê ya mezin a
tevgera netewebûna demokratîk
û avabûna wê ya alternatîf li dijî
dewleta netewe têra xwe rave
dike.
Dewleta netewe ya di warê
çareseriyê de asê bûye, ji aliyekî
ve tevgerên sermayeyê yên
global ji jor ve, ji aliyê din ve jî
tevgerên xweser ên bajar,
xwecihî û herêmî tevî tevgerên
dînî û neteweya demokratîk ji
binî ve wê tengav bikin û ev jî
dihêle ji vê kaosê sîstemên nû
yên namzet derkevin. Gelek
delîl û nîşaneyên vê ji niha ve
derketine holê.
Lîberalîzm ji aliyekî ve hewl
dide ji dewleta netewe ya klasîk
bibihure û ji nû ve ava bike, ji
aliyekî din ve jî bi girîngî û
nazenînî hewl dide vê çalakiya
xwe bi maskeya pêşdebirina
demokrasiyê nîşan bide.
Dewletdarên netewe yên hişk jî
di nava paşverûtî û
muhafezekariyekê de diperpitin,
xweziyê bi ya muhafezekarên
berê tînin. Hêzên behsa wan tê
kirin, bi awayekî ketine
pozîsyonekê bi rola
muhafezekarên rastî radibin.
Dîndar jî li ummeta ji rêûresmê
digerin. Îhtîmaleke xurt e ku
modernîzmê di bin navê dîn de
pêk bînin û li ser bingehê dîn
dewlekteke netewe ava bikin.
Îran di vî warî de mînakekê hêja
ye ku mirov jê hîn bibe.
Alternatîfa netewebûna
demokratîk di roja me ya îro de
ji bo pirsgirêkên tevlihev ên
îdeolojîk û avabûnê bi
potansiyela xurt a çareseriyê ji
bo dahatûyê xwedî gotin e.
Nexasim qonaxên YE ji wan
bihurîye balkêş in. Gelekî girîng
e ku modernîteya demokratîk
hem ji aliyê îdeolojîk ve hem jî
ji aliyê avabûnê ve weke yek ji
şaxên bingehîn ên alternatîfa
netewebûna demokratîk bigire
dest. Ev nêzîkatî hem alîkariyê
dide şaristaniyê hem jî şensê
rizgariyê dide. Xebatên ji nû ve
avakirinê yên modernîteya
demokratîk wê netewebûna
demokratîk pêk bîne, di
çareserkirina pirsgirêkên
bingehîn ên civakî û hawîrdorî
de ew proje ne ku herî zêde
hêviyê didin.
NÊR
ÎN
5
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
K omelaya Gencanî
Welatparêzê Kurdistan bi
duruşme ya “Me Bi Rêber APO
Dest Pê Kir û Em ê Bi Rêber
APO serbikevin” duyemîn
konferansa xwe li bajarê Hewlêr
bi serkeftî pêk anî. Konferans bi
beşdarbûna 200 ciwana pêk hat.
Di konferansê de nunerên
Duhok, Hewlêr, Kerkuk, Kelar,
Duz Xurmatû, Silêmanî, Ranya,
Şengal, Bagdat û Binerê Qandîl
ciyê xwe girt. Yanî em dikarin
bejin ku bi seranserî Başûrê
Kurdistan û Iraq konferans pêk
hat. Ev konferans ne wekî
platform, cîvîn û kongrêyên ku
tevgerên din di bin siya deshilat
de pêk tîne bune. Cudabûna vê
konferansê ez dixwazim xal û
xal bînîm ziman.
Sibêhê bi lez û bez Ciwanên
welatparêz bi grup grup ber bi
cihê konferansê ve çûn.
Heyecan û hestiyariya ciwanan
ji nîqaş, tevger û moralê wan
diyar bû. Bi taybet ew ciwanên
kû qadê wan dûr bû wekî qadên;
Germîyan, Dihok, Silêmanî û
Şengal rojek li pêşiya
konferansê yanî 27 îlonê hatibûn
bajarê Hewler‟ê. Dema xwe, bi
amadekariyên konferansê ve
derbas kirin. Roja konferansê jî
di pêşwaziya mêvanan de erk
girtin. Her wiha bi tenya
ciwanên welatparêz na, ciwanên
wargeha Şehît Rûstem jî bi pênc
endaman û bi navê “Komalên
Ciwanên Mexmur-KCM” cihê
xwe li konferansê girtin. Ji ber
ciwanên wargehê jî aktîf beşdarî
çalekiyan dibin û di heman
demêde li zaningeha
Selahattîn‟de yanî di heman
zemînî de kar û xebat tê
rêvebirin. Jî ber van sedeman jî
beşdar buyîna ciwanên KCM
watedar bû. Konferans seat 09:
00 de li holê hizbî şûî bi
deqeyek rêzgirtin li ser ruhê
“HERNE SER KAR !” Befrîn OMER
“HERNE SER KAR !”
www.hawdem.com.tr
6
NÊR
ÎN
şehîdan despêkir. Pêş axaftina
vekirinê berdevkê komîteya
amadekar di derbarê dû mehên
dawî ê xebatên konferansê agahî
da. Piştre axaftina vekirina
konferansê hate kirin.
Perspektîfê Rêber APO,
perspektîfê Komalên Ciwan,
KCK û hwd. Bi rêzê hatin
xwendin. Dîsa rapora komîteya
amadekar a 2 mehan hate
xwendin û piştre dîvanek ji pênc
kesî hate hilbijartin. Di dîvanê
de dû jinên ciwan jî ciyê xwe
girt. Bi delegeyanre rojeva
konferansê hate diyar kirin.
rojevên konferansê ev bûn;
yekemîn rojev: xwendina rapora
nirxandina xebatên sê salî û
nirxandina rojeva ramyarî bû.
Dûyemîn rojev; nirxandina
xebatên sê salî û rexne-
rexnedayîn. Sêyemîn rojev;
nirxandina peymanname û
pêşnûme biryar bû. Çaremîn
rojev; hilbijartina koordînasyonê
û soz dayîn bû. Pêncemîn rojev;
axaftina girtinê bû. Bi şêwazê
kû bername hatibû diyar kirin
konferans bi rêk û pêk rêve çû.
Yekemîn; her ciwanek bi dil û
îradeya xwe bê ku tu mecbiriyet
hebû hatin û bi coşek mezin xwe
beşdarî konferansê kirin. Her
endamek di her alî de xwe ji
bona niqaş amade kiribû. Di
heman demê de projeyek xwe
amade kiribû. Ev jî dide diyar
kirin ku cîddiyet û dîsîplîna
Gencên Welatparez heta astekî
heye. Ciwanên xwendewan bi
taybet li ser mijara qirkirina
çandî û ziman di konferans de
niqaşên giring meşandin. Disa li
ser pirsgirekên sîstema
perwerde wekî proje alternatîf
dibistanên bê pere, wekhev û
azad hat peşkeşkirin. Ji ber ku
ciwan vê platformê wekî qadek
azad didîtin hemû pirsgirekên
xwe bi nerîna xwe û bi zimanê
xwe nirxandin. Ji ber vê yekê
her ciwanek bi dil û bi xwestek
rastiya xwe derxistin holê û
hêza tewgera ciwana di dema
pêş de çi dikare bike derxistin
zanebûnê.
Dûyemîn; Di aliyê nûnertî de;
Li hemû bajar û nawçeyên
herema Kûrdîstan û Iraq‟ê
beşdar bûyînek hebû. Bi
dewlemendiya niqaşan de jî
derket hokê kû, Nûnertiya her
bajarek û navçeyek gelek
giringe. Heta eger ne li her
bajarek, li her gundekî jî ciwan
beşdar bûbûyana wê konferans
serkeftîtir û demokratîktir
bûbûna. Lê biryara komîtebûn,
meclîsbûn di asta gundan de jî
hate nîqaşkirin û liser vî bingehî
biryarên pêywîst hate girtin. Lê
disa jî nunertiya her qadek hebû
û bi taybet jî nunertiya ciwanên
Yezîdî û ciwanên bagdat
rengekî cuda da konferansê.
NÊR
ÎN
7
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
Yanî konferansa Ciwanên
Welatparez ne bûye
konferanseke hinek navçe û
deweran, kû xwe sînordar bike.
Berovajî vê di astekî mezin de
her reng û cudatî xist nav xwe.
Li gel van rengan ciwanên
welatparêz da îspat kirin kû di
cevher de xwe pênase kirinek
hata astekî heye.
Seyemîn; Di derbarê jinên
ciwan de; tû endamekî
konferansê nikare bêje kû ez ji
asta beşdar buyina jinên ciwan
tesîr nebûm. Ji ber kû wê rast
neaxive. Bi tenya jinên
xwendevan jî nebûn. Li gel
jinên xwendevan ê zaningehê, ê
amadeyî, karker û bêkar jî
hebûn. Beşdarbuyîna jinên
ciwan di heman demê de aktîf
bûyîna jin di nav konferansê de
bi serê xwe hêzek bû. Cuda
bûyîna konferansa Ciwanên
Welatparez di vê mijarê de jî
hejayê gotine bû. Asta
demoratîkbûyin û azadbûyin
dîsa pîvanê pêşketinê ciwanan
bi beşdarbûna jin hate pênase
kirin. Bi taybet li başurê
Kurdistanê mijara jin pewîste
wekî şoreşek bê bi dest girtin. Ji
ber ku di vê qada ku em tê de
dijîn rojanê bi dehan jin
rûbirûye mirinê dimine, hinek ji
wan jî tên qetilkirin, yan jî dest
direjî tê kirin. Li ser nave jin li
vê welatê hîç tiştek tune ye.
Mînak huqumeta herem bi fermî
çend saziyên jin bi xwe vekiriye
û serokê wan jî zilamin. E ku
berbirsê wan jinin jî pir zêde ji
zilam dur nînin. Ji ber vê yekê jî
li konferansa ciwanên
welatparêz de helwest hat
nîşandan. Di derbare mijara jin
bi taybet jî ji bona jinên ciwan
biryara di xeta rizgariya azadiya
jin de tekoşin dayin hate
wergirtin. Wekî tê zanîn jinên
ciwan jî li ser navê “Komeleyên
jinên ciwanên Welatparêz ê
Kurdîstan” xebatê xwe
dimeşîne. Bi îradeya xwe, bi
şêwazekî xweser nêzîkî sê sale
kar dikin û xwedî helwestekin.
Çarêmin; Pêkhateyê
konferans ji ciwanên
xwendewanên zaningehê,
xwendewanên amadeyî, karker,
jin û bêkaran bû. Yanî tenya bi
derdorekê re sînordar nebû. Ev
jî bi serê xwe dewlemendiyek
bû. Ji ber vê yekê jî mijarên
dihatin nirxandin şênber bû. Ji
ber ku bi giştî beşdarbûnek
hebû. Di pêşnûme biryaran de bi
giştî di derbarê çareser kirina
pirsgirêkên ciwanan de biryar
hatin girtin. Wekî pergal jî
konfederalîzma ciwana bingeh
hate qebul kirin. yani ciwanên
welatparêz jî li başurê
Kurdistan‟ê li ser esasê civaka
eqlaqî û polîtîk wê kar bike.
Yanî di pêş xistina
www.hawdem.com.tr
8
NÊR
ÎN
konfederalîzma demokratîk de
wekî pêşeng xwe pênase kirin.
Pêncemîn; Dema kû ciwanên
welatparêz berbi konferansê ve
çûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Öcalan di bin rejîma Îmralî û
tecrîta giran kirî de bû. Ji ber vê
sedemê jî ciwanan konferansa
xwe li ser Azadiya Rêber APO
kîlît kirin. Rojeva herî sereke ya
konferansê rewşa Rêber APO
bû. Ciwanan bi duruşmeya “me
bi Rêber APO despêkir emê bi
Rêber APO serbikevin” re bal
kişandin ser erk û
berpirsiyartiyên xwe. Her wiha
di despêka konferansê de
peyama Serok APO hate
xwendin. Ciwanan helwestê
xwe pir biryarbûnek radîqal anîn
zîman û ji ewlekarî, tendûrîstî û
azadiya Rêbertî xwe berpirsiyar
dîtin. Bi teybet jî li ser tecrîta
demdirêj nirxandin hate kirin û
wekî helwest jî biryarên
çalekiyên demdirêş hate dayîn.
Ji tecrît zêdetir, ji bona azadiya
Serokatî bê destxistin wê
helwestek xûrt bê rêxistin kirin.
Di heman demêde ev helwest
wekî erkekî welatparêzî jî hate
pênase kirin.
Şeşemîn; Konferans tenya
wekî civîna ciwanan nebû, di
heman demê de wekî çalekiyek
bû. wekî helwesteke
niştimanperwerî bû. bi cil û
bergê xwe ê Kurdî dijî qirkirina
çandî rawestiyan. Wekî tê zanîn
ciwanên welatparêz, ji salek
zêdetir dijî qirkirna çandî
xebatek berfireh meşandin. Niha
jî vî helwestê xwe di jiyan de jî
dikin çandekî cevherî. Ciwan
dixwazin vegerin cewherê xwe.
Û tiştê kû min dît ewe kû tû kes
wê nikari be li pêşiya vê hêzê
raweste. Eger hewildanên
astengiyê bibe jî wê li beramberî
xwe hezek rêxistinkirî û radîqal
bibînin, paşde gav avêtin wê
nabe. Ji ber kû ciwan bi
îdeolojiya Rêbertî xebat dikin û
xwe perwerde dikin. Pergala
demokratîk, jîngeparêz û
azadîxwaz bingeh digrin. Di
aliyê felsefîk de jî armanca xwe
pir bi xûrtî pênase dikin û di
parêzin. Ji bona demokratîk
kirina civakêk exlaqî û polîtîk
kar dikn. Li holê konferansê de
jî li ser pankartan daxwaz û
biryarbûyîna xwe di derbarê
armanc de dabûn diyar kirin.
Heta civakek azad,
hemwelatiyek azad û wekhev,
Serokê azad û Kûrdistanek
xweser çê nebe wê ciwan di
çerçoveya erk û mîsyonê xwe
wê tekoşîna xwe bilind bikin.
Di tekoşîna azadiya gelê
Kurdîstan‟ê de rastiya rêxistin û
xwe rêxistin kirin wekî av û ax
girîng e. heta ku hemû civak
xwe rêxistin neke nikare dijî
NÊR
ÎN
9
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
pergala deshilatdar-mijadperest
raweste. Pergal jî armanca wî a
serekî ciwan û jine. Dixwaze
civak li nava dilî wî de perçe
bike. ji ber vê sedemê
sermayedarî hemû amûrên xwe
ji bona xapandina jin û ciwan bi
kar tîne. Şerekî teybet dimeşîne.
Ciwanên welatparêz jî dijî
pergala sermayedarî şer îlan
kirin. Dıji ew maddeyên kû
mirov bê taqet û bêhêş dike, dijî
fihûş û dijî firoştina çand û
dîroka Kurdeyatî bîryara tekoşîn
hate dayîn. Di vê konferansê de
her delegeyek vî tiştî derxist
zanebunê kû pêwîste mirov
pêşiya her tiştî xwe bigûherîne.
Mînak; heke emê dijî qirkirina
jin derkevin yan jî dijî qirkirina
jinan em dixwazin helwest
bigrin pêwîste di serî de em
wekî kes nîzîkatiya xwe
azadîxwaz bikin. Li aliyê zîhnî
de pergala zilamsalarî pêwîste
em têk bibin. Di cewherde ji
bona jiyan û sekinandinek
şoreşgeriyatî biryar hate dayin.
Ji ber kû ê kû dixwaze
pêşangeyatî bike di serî de
pêwîste wekî pêşengekî xwedî
nasname, ruhe kî azad û xwedî
sekinandinek bin. Li ser vî
bingehî ciwanan nasnameya
welatparêzî derxist pêş. Erkê
welatparêzek parastina welate.
Jî bona welat jî bê parastin
pêwîstî bi îdeolojî-fikir, hêz û
gel heye. Gel jî li dû herkesî
naçe. Gel evîndarî qehremane.
Gel evîndarî ciwanên fedaîne.
Li ser vî bingehî di konferansê
de piştî nirxandin û dahûrandina
pirsgirêkên ciwana wekî
çareserî perspektîfek derket
holê. Pêşnume biryarên kû
pêştir bi nêrînên her endamek
hati bû amade kirin di
konferansê de bê îtîraz hate
qebul kirin.
Ciwanên Welatparêz
girêdanbuna xwe ya bi tekoşîna
azadiyê û biryarbuna xwe di
konferansa xwe ya dûyemîn de
da diyar kirin. Ez jî wekî
endamekî beşdar bum. Jî
amadekariyên teknîkî bigrin
heta belgename û beşdarvanên
konferansê bi giştî hevdû temam
kirinek diyar bû. Dîsa mêvanan
kû hatîbun bi ruhekî ciwanî ji
konferansê derketin. Em dikarin
bibêjin kû ev konferans bu xwe
nukirin û ji dayikbûna ciwanên
Başurê Kurdîstan û Irak‟ê. Min
vî tiştî jî derxist zanebunê ku di
heqîqet de karê ciwanan wê nû
despê bike. Yanî di konferansê
de biryarê tekoşîna azadiya Gelê
Kurd bilind kirin derket. Êdî
dem dema kar û xebate. Ez jî ji
hemû ciwanên welatparêz û
azadîxwazre serkeftin
dixwazim. HERNE SER KAR...
10
DO
SYA
YA
TA
YB
ET
Biryarên kû di konferansa ciwanên
welatparêzde hatine girtin evin;
1- Li wan qadên kû komîteyên ciwanan
tunene komîte bê ava kirin, li wan ciyê kû komîte
hene pêwîste mmeclîs bê ava kirin.
2- Her endamekî ciwanên welatparêz
endamê pergala hemwelatiyên azad û yeksane. Ji
ber vê yekê erkê ciwanan ewe kû li hemu bajar û
nawçeyan de komîsyonên hemwelatiyên azad û
yeksan bê ava kirin.
3- Ji bona danasîna Komeleya Cîwanên
Welatparêz ê Kurdîstan namîlkeyek bê amade
kirin Û BELAV KIRIN.
4- Duyemîn konferansa ciwanên welatparêz
bi diruşma” me bi Rêber APO despê kir, emê bi
Rêber APO” ser bikevin pêk hat. girêdayî vê
biryarê ciwan li belav kirina fikir û felsefeya
Rêber APO berpirsin. Dîsa piştî konferansê ji bona
azadiya Serokatî çalekiyek dûdirêş bê kirin. Ev
çalekî wekî çalakiya yekemîn a ciwanan.
5- Her endame kî ciwana li rêxistin kirina
malbata xwe berpirse.
6- Ji bona pêş xistina xebatên jinên ciwan
her endamek berpirse. Li gel vê li wan qadên kû
komiteyen jinên ciwan tûneye bê damezrandin.
7- Li dijî kuştin, tûnditujî û xwe kûştinî jinan
xebat bi şêwazekî radîkal berdewam bike.
8- Dijî qirkirina çandî xebat û tekoşîn
berdewam bike. ev kampanyaya hatiye despê kirin
pêwîste bê berfireh kirin û bi teybet cil û bergûnn
Kurdî bê parastin.
9- Ji bona parastin û pêşxistina zarawayên
zimanê Kurdî devreyên ziman bên berdewam kirin
û zêdetir giringî bê dayîn. Perwerdeyê akademîk
bên despm kirin.
10- Li wan qadên kû derfet heye xebatên
çand û hûnerî bê despê kirin û li wan qadên kû
derfet tûneye li ser çand, hûner û werzîş
perwerdeyê îdeolojîk bê dayîn.
www.hawdem.com.tr
DO
SYA
YA
TA
YB
ET
11
11- Ji bona xabatên werzîşa alternatîf bê despê
kirin tîp bên ava kirin. Ji bona fehm kirina wezîşa
alternatîf semîner û xebatên perwerdeyî bên kirin.
12- Li gor paradîgmaya civaka demokratîk,
ekolojîk û azadiya zayendî de xebatên rewşenbirî
bê kirin û jînge parastin wekî erkekî
niştimanperwerî bê dîtin.
13- Ji bona ronakbûyîna gelê Kurdistan
xebatên ragihandinî bê kirin. Her wiha li t.v de
bernameyek ciwana bê çê kirin.
14- Li ser bingehê perwerdeya wekweh, azad,
zanist, bê pere û zimanê dayîk xebat bê despê
kirin. Her wiha ji bona hinek mijarên wekî dîroka
Kurdîstan û cografya bên zêde kirin tekoşîn bê
dayîn. Ji bona van mijarana wekî dersekî li
disbistana were dayîn serlêdan li ciyê peywendîdar
bê kirin.
15- Li dijî navendên bişaftinê (asîmîlasyonê) ê
wekî Fetullah Gûlan xebatekî rewşenbîrî û
şîarkirin dest pê bike.
16- Di çarçoweye kampanya ya “JI
BARAGEHÊ LEŞKERÎ Û SÎXÛRÎ Ê
TIRKIYÊ RE NA!” de xebat û çalakîyên nu dest
pê bike û li dijî derbaskirina sînor aliye dewletên
Iran û Turkiyê re çalakî bên li dar xistin.
17- Ji bo navçeyên ku ji Kurdistan hatin
veqetandin bi şewazekî dewlemend xebat bê
meşandin.
18- Ji bo tekîlî û xebat kirina li gel rexistinên
cuda komîteyekî tekîlî were sazkirin.
19- Ji bo rêk û pêk berdewamkirina Xebatê
Ciwanên Welatparêz, her endam mehane dê
aboneya xwe bide.
20- Rojên taybet ê netewî de xebatên di
çarçoweyî biranîn de were kirin û parastina nirxên
netewî esas bê girtin.
21- Li dijî veqatandinê ruh û laşê ciwanan û li
dijî maddêyên bêhêşkirinê xebat bên dest pê kirin
û bi şewazekî radîkal were meşandin.
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
www.hawdem.com.tr
12
AN
ALÎ
Z
B eşên civakê yên herî
taybet ciwan in. Ferdên ku
civakê ava dikin bi piraniya
pêkhatina wan ciwan in,
bingehên xwe yên fîzyolojîk
civakên herî dînamîk,bûbûna
van a ferdên herî pêşke-
tî,berpirsyartiyên ku ciwanan
taybet kiriye. Gelan ji wî taybetî
dizanin ku ji ber wî bi zimanên
xwe ji bo ciwan ew pênaseyan
bikar anine. Pênaseya ciwan bi
zimanê Farisî de “xezîne”bikar
anine. Dîsa bi zimanê kurdî
zaraweyê soranî de
pênaseya“xweş, nirxdar” de tê
bikaranin. Pergalên ku farqên
van taybetmendiya dibin dema
ku bixwazin pergalên xwe ava
bikin di destpêke de berê xwe
didin ciwanan. Ji ber ku nifşên
civakê ber bi pêşerojê ve dibin
ciwan in. Pergalên ku şekil dide
ciwanan wekî di civakê de
çandên xwe di jiyana xwe de
dide rûniştandin. Ew e ku ew
dizanin jî ji bo civakê qirkirinên
çandê derbas bikin berê xwe
didin ciwanan. Li cîhanê hemû
tevgerên şoreşê di pêşengtiya
ciwanan de pêk hat. Tevgera
Azadiya kurdan jî wekî tevgerek
ciwan dest pê kir û ew ji bo gelê
kurd taybetiya ciwana dide
xuyakirin. “Me bi ciwanî destpê
kir, em ê bi ciwanî ser bikevin”.
Ew taybetî jî di dirûşmeyên
Tevgera Azadiyê de jî tê
xuyakirin. Rastiya gelên ku tên
kuştin û li ser laşê wan beton tên
rijandin, di sala 1970’an de
tevgerên ciwanên kurdên Apocî
serfiraziyek mezin dan
destpêkirin. Ji ber ku gelê kurd
îro bi zanistiya pozitîvîst tê ji
ciwanan wiha pênase dike;
“ciwanên ku temenên wan di
navbera 18 û 28 salî de ne tê
pênasekirin.”
ŞEHÎDÊN CIWAN
Avêtina tovên rabûna wî gelê
wekî roja vêjînê,di 15’ê Tebaxê
de fermandar Egîd guleya
yekemîn dema avêt 28 salî bû.
Di 28 saliya xwe de di dilê gelê
xwe de bûbû qehremanek. Di
sala 1980’an de hovîtiyek mezin
li Zindana Amedê pêk dihat. Bi
wê hovîtiyê dixwestin ciwanên
kurd ber bi îxanetê ve bibin. Li
hember wî teslîmiyetê ciwanên
gelê kurd bedenên xwe dan ber
mirinê. Di dema Alî Çîçek 21
salî bû xwe bedêna xwe da ber
mirinê û li hember dijmin jî wê
pêyamê dida: “Hûn tu carî
nikarin ciwanên kurd teslîm
bigirin”
QEHREMANTIYA JINAN
Di dîrokê de kurd beriya
rabûnê hatiyê tunekirin û jinên
kurd du cara hatiye tunekirin.Li
hember wî qîrînek mezin pêwîst
bû. Zîlan di 25 saliya xwe de di
mêjiyê dijmin de xwe teqand.
Ew ji ji bo jinên kurd
serfiraziyek mezin bû. Bêrîtanê
bi sekna xwe ya ciwan li hember
zîhniyeta paşverû û kurdên
hevkar tu caran em ê teslîm
nebin û bi tilîliyan bedena xwe
perçe kir. Viyanê di xeta partiyê
de, di jiyana partiyê de
jiholêrakirina, esareta Rêbertiyê
tu car qebûl nekir û bedena xwe
da ber agir. Li hemberî
jiholêrakirin û tarîtiyê bedena
xwe ya ciwan da ber agir û ji bo
gel bû meşaleyek.
CIWANÊN TÊKOŞER
Dema ew qehramantî çêdibûn
pergal ji bo ku ciwanên kurd esîr
bigire vala nedisekini. Her dem
amûrên êrîşên nû ve ciwanên
kurd û ciwanên Apocî dixwastin
dorpêç bikin. Sekna ciwanên
Evrim munzur
“Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi
ciwanî ser bikevin”.
AN
ALÎ
Z
13
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
kurd xeta wî pergalê de bi sekn
û berxwedana wan ciwana
dixwast jiyana wan asteng bike.
Îro di nav wî pergalê de cihê
ciwanên kurdên ku li ber xwe
didin tune ye.Ji bo ciwanên kurd
divê pergalê rolên wek
teslîmgirtin, dirokên xwe ji
bîrkirin ,zimanê xwe ji bîrkirin,
rastiya gel ji bir kirin birîne. Ew
xistine hemû qada jiyanê.
ZEXTÊN LI SER
CIWANAN
Zaningehan navenda zanist û
ronakbûnê ne. Ji bo ku
berxwedana ciwanên kurd ji ber
dorpêça pergalên ku herî zêde
hene. Zanîngeha Kurdistanê de
polisên ku kom bûnê û
rêveberên zanîngehê û hevkarên
polîsan mirov hemû metropolên
tirk de ne mimkune bibine.
Zanîngehên dewletê wekî cihên
azadiyê tên xuyakirin. Mijar
ciwanên kurd bin ji ew
pênasekirin nay bikaranin û piştî
her daxuyaniya çapemeniyê
binçavkirin, girtin û ramanên
azad ku ciwanên kurd bifikirin
qedexe ye.
ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTAN
Dîsa di her çalakiyê de
rêveberên zanîngehê ji bo
ciwanên kurd hertim lêpirsîn
vedikin û naxwazin ciwanên
kurd bixwinin. Dîsa li hemû
bajarên kurdistan pergalên ku
wan rêbazan bi kartinin,
rojavayê ji ciwanên nijadperest
li hember ciwanên kurd xwe
rêxistin dikin û di civakê de
zîhniyeta li hember kurda pêş
dixin. Polîtîkayên qirkirina fizikî
hê jî li zanîngeha didome.
ZÎHNIYETEK HOVANE
Qetilkirina Şerzan Kurt, Aydin
Erdem, Murat Elîbol dide
xuyakirin ku li ser ciwanên kurd
politikayên tunekirinê tên
meşandin. Pergal ne tenê di
zanîngehan de li hemû qada
jiyanê li hember ciwanên kurd
pergalên koletî dixwazin bidin
meşandin. Li Kurdistanê
şewitandina gundan,
koçberkirin, nevekirina tesîsên
hilberinê, koçberkirina kurdan a
Rojava, terbiyekirina birçîbûnê
û karkerên erzan dixwazin
kurdan bixebitînin. Her sal bi
sed hezaran ciwanên kurd wekî
karkerên demsalê bi koletî didin
xebitandin. Li Kurdistanê
firotina tiryakan bajarên Tirkiyê
de pir rehet nayê firotin û nayê
kişandin. Ew ji pergalên wî
zîhniyetê li ser kurdan ku ji xeta
berxwedêr dûr bixûne hemû
rêbazan bi kar tîne.Ciwanên
kurd li hember wî zîhniyetê berê
xwe didin çiya û ji bo tecrîda ku
li ser Rêber Apo tê meşandin
bidin sekinandin bedena xwe
didin ber agir, pêwîstiya şerê
şoreşgerî yê gel, di şexsên şehîd
Andok û şehîd Xebat de bi
ruhên fedayî têkoşîna wan
berdawam dikin.
Gelê Kurd Ciwanan Çawa
Pênase Dike?
Em dikarin wiha pênase bikin.
Nirxên ku 30 sal berê hatine
destpêkirin û heta niha didomin.
Gelên ku winda bûne ji nû ve
jiyandiye. Wekî gelên ku navên
wan jî nedihat bikaranîn wan
gelên welatparêz û rastiya wî
gelê bi hemû cîhanê û li
hemberê dijmin dest nîşan kir.
Em dikarin bibêjin ku ciwanên
kurd dikare rêbertiya wî civakê
bike. Ji bo gel jî ew rastî
bizanibe û xwedî derkeve ciwan
rê nîşan didin, di çalakiyan de û
pevçûnan de em dikarin bibêjin
ciwanên kurd rêbertî dikin.
Em dikarin ciwanan wiha ji
pênase bikin: “Êrîşên ku li
hember civak tên kirin bersiva
yekemîn ciwan didin. Civakê,
kolanên wî û nirxên wî ji ber ku
diparêze em dikarin bibêjin ku
ciwan parastina rewa ye.” Bi
taybetî wekî Rêbertî ji penasê
kiribû; “Min soz daye xwe ez ê
her tim ciwan biminim.” Ew
pênas sozdayîna wî civakê ye. Ji
bo kurda wan pênasayan bi soz
tenê namîne. Divê pratika jiyanê
de nasnameya tevgera azadiyê
jiyan dide
www.hawdem.com.tr
14
PER
SPEK
TÎF
14 ’ mîn salvegera
qomploya navnetewî ku
bi 9‟ê cotmehê re dest pê kir û bi
15’ê sibata 99‟an re bi dawî bû û
di pêvajoyên pêş de bi şêweyên
cur be cur rû da, me li paş xwe
hişt. Bi ketina 15 mîn salvegera
komploya navneteweyî re di
despêkê de hemû şehîdên me
yên ku di çarçoveya “Hûn
Nikarin Roja Me Tarî Bikin”ji
bo parastina serokatîya me û
hemû nirxên şoreşê ku
berxwedanek bê hempa nîşan
dane em bi rêzdarî wan bi bîr
tînin. Eger dîrok bi xwe, rêberê
pêşerojê be, pir girîng e ku
mirov wê bi hemû aliyan ve fêm
bike û ji bîr neke. Kêlî bi kêlî
xistina wê ya jiyanê, bi
têgihiştina yên ku hatine
jiyankirin re çêkirina pêşdîtinên
ku dê bên jiyankirin, meşandina
pêşerojê, pêwist e bingeha liv û
tevgerên me bin. Dîsa hîn rojên
pir girîng ên ku di paşeroja me
de hatî jiyankirin hene ku, ew
roj an jî ew gav bi xwe her tişte.
Lûtkebûyîn, daneheva hemû
dirokê ye. Dîroka 9‟ê Cotmehê
jî xwedî naverokek wiha ye.
Rojek wiha ye ku Rêberê gelekî
ku di gerestêrka me de axekî ku
gav bavêjê namîne û radestî
dijmînên wî tê kirin û qaşo
zagonên şaristanîyê bin pê dike,
rûyê wî yê rastî derxistiye holê.
Ev tabloya ku di mejiyê me de
mayî, şaristanîya ku pênç hezar
sal e xwe li ser tund û
mêtinkarîyê dide jiyankirin,
dema berjewendiyên wî dibe
mijar; bi awayekî balkêş rolê
xwe yê ku xwe jî înkar dike
derdikeve holê. Ev tablo ne tenê
ji bo gelê me, trajediya
mirovahiyê ya pênç hezar salan
jî rave dike. Lê belê mirov tenê
alîyên wî yên neyînî bibîne,
mirov wê tenê yek alî rastiyan
bibîne . Lewra di vê tabloyê de,
cewhera mirovê berxwedêr û
serî netewandî, mirov bi
awayekî zelal dibine. Di şerê
Serokatî yê ku bi serê xwe li
hemberî pergala cîhanê re dayî
meşandin de, hat dîtin ku tu hêz
nikare pêşî li lêgerînên azadiyê
yên bindestan bigire. Hêvî û
xwestekên wekhevî û adaletê ya
jiyanê bitefîne, bi awayekî
yekpare têkoşîna mirov a li
hemberî pergala serdest jî em
weke alîyekî rastîyê digirin dest.
Dema em 9‟ê cotmehê ku di
dîroka gelê me ya azadîyê de
weke rojek reş derbas bûye
binirxînin, pêwist e em ji bîr
nekin yek alî girtina dest a vê
tabloyê dê me bibe
subjektîvîzmê. Ji ber ku ev rewş,
di astên cuda cuda de, di kesên
ku di nav têkoşîna azadiyê de
cîh digirin de, an jî di kesên ku
di nav de bi awayên cuda xwe
tevlî têkoşînê kirine re hest
jiyankirine. Derûniya
perçiqandinê, bêhêzbûyînê;
NEMIRINA HÊVIYAN A LI AXA PÎROZ
Yên ku 9‟ê Cotmehê hîs neke, ji bîr bike, rastiya vê rojê ya heyî jî
nedîti ve bê, ne şexsî, ne jî li ser navê gel bi ti awayî nikarin
bibin xwedî serkeftinekê
Hawdem
PER
SPEK
TÎF
15
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
xelasbûna enerjiyê, derdora xwe
tawambarkirin, bi mehkûmkirina
hinekan xwe rehetkirin,
hestiyarbûnê xistina navenda
jiyana xwe re, li hemberî erk û
berpirsiyarîyan xwe revîn,
sekneke bê têkoşîn bi xwe re
tîne.
Bêparmayîna ji hêza zanîstî ya
vê bûyera dîrokî ku dê çarenûsa
gelê me bide diyarkirin; wê
bibe sedema têkçûyinê
pejirandininê, bi çarenûsa xwe
razîbûyîn, korbûna refleksên
şoreşgerî, xwe bi herikîna jiyanê
ve berdan û zû ji bîrkirinê.
Kolandina binê her lepitînekê
mirov dibîne ku bingeha xwe ji
bêbawerîyê, bêhêvîtî û
kûrbûyîna şikestinê, girêdayîna
şoka ku jiyankirî heye. Mirov
dikare bêje ku nefikirîneke
paqij, bi kesayetên ku
zanebûneke wan a xurt nîn e re,
dibe sedema belavbûyînekê û
dibe xwedî sekneke xeter a ku
ez ezîtiyê dixe pêşiya hemû tiştî.
Dahûrandina seknên ji niyetê
serbixwe ku ji armanca
qomployê re xizmet dikin, ji bo
roja me ya îro giringiya xwe hêj
diparêze.
Yên ku 9‟ê Cotmehê hîs neke,
ji bîr bike, rastiya vê rojê ya
heyî jî nedîti ve bê, ne şexsî, ne
jî li ser navê gel bi ti awayî
nikarin bibin xwedî
serkeftinekê. Zehmetiyên me
yên rojane, pirsgirêkên me û
lêgerînên me çi dibin bila bibin,
bi cudahiya ku bingeha van a
madî û rabirdûyek van heye, de
dema ku me jiyana xwe li gorê
vê diyarnekir, ku li derdora vê
rastiyê me çareserî pêş nexist,
em ê bi şemitin alîyê şaristanîya
sexte û em ê ji trajediyên nû re
derî vekin.
Çima xwediyên pergala
modernîteya kapîtalîst di
qomploya navneteweyî de li
hemberî Serokatiya me bûn yek?
Hema hema hemû dewletên
cîhanê di qomloya navneteweyî
de bûn yek, bi hemû hêzên xwe
ve qomployek ku di dîroka
mirovahîyê de nehatiye dîtin, li
hemberî mirovek azad ku mafê
gelê xwe ê azadiyê diparêze û
têkoşîna bi rûmet a mirovahiye
di de çêkirin û wî mahkûmê
girava Îmralîyê kirin. Tenê
sedemek heye ku vîna kirîn ew
jî; hêvîyên azadiyê yên
mirovahiyê yên ku ji nû ve av
didin xelas bikin û mirovahiyê
di nav daristaniyeke bêdawî de
bihêlin. Ji ber vê yekê ye ku
dîrok xwe dûbare dike.
Promethos, ji bona ku
mirovahiyê ji tarîtiyê û
cemidandinê xelas bike agir ji
xwedayan dizî, pêşkeşî
mirovahîyê kir, li xezeba
xwedayan rast hat û wî bi
zinaran ve bizmarkirin. Serokatî
wekî promethos‟ê hemdem ji bo
avakirina civaka azad û
demokratîk di vê axa pîroz, ku ji
mirovahîyê re dergûşiyê kiriye li
hember modernîteya kapîtalîst
serî hilda û dan nîşandan ku bi
awayekî wekhev, azad, bê
zayend perestî û weke civaka
xwezayî mirov dikare jiyan bike.
Xwediyên netew dewletan dema
ku dîtin desthilatdarî û pêşeroja
wan dê bikeve xeteriyê, ji ber vê
sedemê bû ku di qomploya
navneteweyî de cîh girtin. Tişta
ku di vê qomployê de hat
www.hawdem.com.tr
16
PER
SPEK
TÎF
armanckirin di şexsê gelê Kurd
de dersek bide hemû alîyên
şoreşgeriyê, hêza têkoşîna
cewherî ya ku di civakan de
heye tune bike. Civakên ku hêza
xwe ya cewherî winda kirin jî,
dê êdî bi hêsanî cesaret nekira,
ku serî rake û dê civak
mehkûmê weke mirîşkeke
serjêkirî ku vir de wê de diçe
bikira.
Mijarên ku rojek berîya 15‟ê
sibatê Serokatî ji dewleta îtalî re
nivîsandî bû, balkêşin. Serokatî
di nota xwe ya 14‟ê sibatê de
kurt, ew roj û pêşeroj dê ji bo
mirovahîyê çi xetereyan bi xwe
re bîne dabû nîşandan û nemaze
di rewşeke girtinê de pêşketina
bê hêvîbûnê nirxandibû. Tiştên
ku pergala serdest dixwest bike,
di şexsê Serokatî de hêvî
şikênandin bû.
Kuştina hêviyên jiyana azad a
nasnameya gelekî û dîsa
tunekirina rûmeta wî û nehîştina
ku xwe bigîhîjine sazîbûyîna
civakek hemdem, bi rêbazên
postmodernîteya kapîtalîst tê
wateya kuştina wî gelî. Dîsa bi
daqurtandina pergala serdest re,
tê heman wate yê.
Komplogeriya ku bi dewleta
rahîp a Sûmeran dest kiribû,
hetanî roja me xwe da
meşandinê. Ev mînak jî
berdewama vê a herî berfirehe,
lê ev komkujer bi şeweyê herî
zirav tê kirin.
Di dîrokê de, cara yekem bû
ku gelê Kurd bi canê xwe, bi
xwîna xwe, bi êşek bê dawî
Serokatiyek afirandî ye. Dîsa bi
vî awayî gelê Kurd ji bona
azadiya xwe û bi dest xistina
serxwebûna xwe, bi pêşengtiya
Rêberê xwe, ketibû nava
têkoşînek bi rûmet. Li hember
vê serhildanê ev komplo jî
bersiva xwedayên serdest û
pergala wan bû. Ev hevhatina ku
hêzên cîhanê ên serdest, li
hemberî Serokatîya me anî gel
hevdû, têkilîya xwe bi
berjewendîyên wan ê hevpar re
heye. Bi taybetî di Rojhilata
Navîn de têkoşînek bi vî rengî, ji
bo pergala serdest darbeyek
mezin bû û ev pêngav ji bo
qedera gelê herêmê hêvîyek bû.
Serdestên pergalê ev ji bo xwe
xeter dîtin û ketin nava
komploya dîrokî. Di bin êrîşa
serdestan a li hember meşa
azadiya gelê me de, mantixek
îbreta bi vî rengî heye.
Hêza hemû êrîşên pergala
serdest, bi aliyê azadiyê ve vala
derdixe, taybetmendiyeke wî ya
bingehîn e. Di pêvajoyên herî
zirav a meşa azadiya me de,
astengiyên mezin ku derdikevin
peşiya me, Serokatî hêza xwe
derxistina holê de serkeftî bû.
Êrişên herî dijwar polîtîkayên
tunekirinê-tune hesibandinê yên
herî kûr û konseptên herî
berfireh bi pêngavên azadiyê
hatine derbaskirin. Lê belê,
ciyawaziya konsepta dawî ji yê
din, kûrahî, berfirehî û hedefa wî
ye. Xefika ku hatî amadekirin, bi
tevahî, armanca xilaskirinê ye.
îro bi bawerîyeke xurt mirov
dikare bêje ku, pevçûnên di
navbera jiyan û mirin, hebûn û
tunebûn, paşverûtî û pêşverûtî,
xweşikbûn û kirêtî de, yê ku bi
serket, Serokatî û nirxên
PER
SPEK
TÎF
17
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
azadiyê; nunertiya xwe têda
dîtin ku keda wî bû. Di vê
pevçûnê de ku rojên herî tund
dihatin jiyan kirin de, Serokatî
digot. “ Hunê hêza ronahîyê
bibînin.”
Parêznameyên ku Serokatî di
nav pergala îşkenceya
Îmraliyêde nivîsandin, ev ronahî
bû, ev ronahî ne bi tenê roja me,
di heman demê de pêşeroja me jî
bi van tîrêjan afiradinin. Bi
parêznameyan Serokatî rastiya
mirovê ku li ber kendal, bi bask
di be derxist holê û dîsa bû
hêviya gelê bindest, pergala
azadiyê ji bo wan ava kir.
Astengên ku derketin pêşiya wî,
bi vî awayî yek bi yek li paş
hişt.
Bi dahûrandina paradigmaya
modernîteya kapîtalîst û
gihîştina paradigmaya nû, ji
pirsgirêkên cîhanê ya nû
alternatîfa gelan a ji bo jiyana
azad hate avakirin. Ji derveyî
şaristaniya çînî jiyanek,
hilberandinek û parvekirinek
gengaze, bi vê paradîgmayê. Bi
nêrînên zanistî û tezên dîrokî ev
hat izah kirin. Ji bo mirovatiyê,
ji bo xwezayê û ji bo jinê bû
perspektîfa têkoşînê û ji bo
xelasiyê bû rê û rêbaz.
Bersivdayîna Serokatî ya
komplo yê ev bû. Avakirina
pergala bindestan tê wateya
nemiriya hêviyan û wate kirina
jiyanê. Ev mîsogerî û hêza herî
mezin ên ku tekoşîna azdiyê
didin meşandin.
Bi zayîna sêyemîn a ku
Serokatî di xwe de avaki,r tê
wateya derketina ji pergalê û
afirandina ramaniyê. Di vê ev
were fêmkirin û em vê hem di
xwed avabikin û hem jî têkoşîna
vî bikin.
Nujeniya ku Rêber Apo di
aliyê ramanî de, derxistiye holê
wê berhemên wê û deskeftiyên
mezin di pêşerojê de bi xwe re
bîne. Di heman demê de
deskeftiyên rojane jî bi awayekî
zelal û berfireh îro jî li berçavin.
Negihîştina armanca xwe ya
komplo yê serkeftineke herî
mezin e. Bê guman bi dîl girtina
Serokatî xwestin ku tekoşîna
me ya azdiyê re, armanca me re,
nirxên me yên mahnewî re
darbeyeke mezin lê bixin. Ji roja
destpêkirina komployê heta niha
herî zêde Serokatî ji bo nirxên
azadiyê, ku bi keda zarokên herî
xweşik a gelê me hatiye
avakirin, neyên binpêkirin
têkoşiye . Vê têkoşînê jî di nav
pergala İmraliyê ku girtîgehên
serdema navîn jî derbas dike de,
bi awayekî bê kêmahî rista xwe
ya Rêbertî pêk aniye. Di bin şert
û mercên wiha de jî hertim
karibûye hêvî şîn bike.
Asta ku di Rêber Apo de
şênber bû ye û komplo têkbiriye
ji aliyê lêgerînên azadiyê ve
çiqas were fêmkirin û bi be
jîyanî vê demê dê encamên
serkeftî jî roj bi roj derkevin
holê.
Merhaleya ku em gihîştinê êdî
Rêber Apo berpirsyariyên ku
diketin ser milên vî bi giştî bi
cîh aniye, hêviyên me yên
azadiyê ji nûva zîndî kiriye û rê
û rêbazên ku wê me bi gihîjînin
serkeftinê ji me re ava
kiriye.Tiştên mayî bi taybet ji
me ciwanan re û ji hemû gelê
Kurd re ma ye.Roj roja
biryardayînê ye. An emê azad
jiyan bikin, an jî emê di rûpelên
reş ên dîrokê de wenda bibin. Bi
operasyonên şoreşgerî yên ku
îro pêş dikevin re, derfeteke ku
em ji herdemê bêhtir zû bigihîjin
serkeftinê heye. Ya girîng ewe
ku, em gavekê jî dudilî nekin û
em bawer bikin ku bêyî kelhên
zilmê bi derfetên xweyên
cewherî jiyan bikin û em bi
tevahî sazî û derfetên dijmin red
bikin û dest bi berxwedanê
bikin. Wê demê dê bê dîtin ku tu
hêz nikare li hember têkoşîna ku
em pêş dixin raweste. Li ser vê
bingehê, em bang li hemû
ciwanên Kurd dikin ku sinor û
barîkatên li pêşiya xwe bişkînin
û parastina nirxên gelê xwe
bikin.
www.hawdem.com.tr
18
ZIM
AN
J i bo mirovahiyê pêşketina
herî mezin, dema civak-
bûyînê ye. Civak, çewa kû bê
mirov bê wateye, di heman
demê de jî civak bê ziman tû
mehneya wê nîne. lewra bûyîne
civak, jiyaneke bi rêk û pêk jî bi
xwe re tîne. Ev jîyan, çandeke
xurt ava dike. Çand rengê civake
ye. Her wiha çand aîdiyetekê
ango xwesertiya civakê jî diyar
dike. Xwe cuda cuda jî pênase
dike. Dîsa çand fikrê civakê ya
maddî û manevî ye; difikire û
diafîrine.
Di çandê de jî rista herî sereke
ya ziman e. Civak berhemên kû
ava dike, pêwîste pênase û
watedar bike. Her wiha
biguhezîne. Heke ziman nebûya
dê ne dîrok ne jî gerdûn wiha wê
nehatîbuna zanîn. Mîrov tîştên
difikire û dibîhîze, bi reya ziman
dîkare vebêje. Têkiliya fîkîr û
zîman pir xurt e; mirov nikare
wan jî hev bike.
Ziman diyardeyekê civakî ye.
Çawa? Mirov dikare wiha
pênase bike;zîman bi fikirandinê
heye; fikirandinê „mirov‟
derdixe holê; mirov, civak ava
dike. Ji ber kû ziman çalakiyeke
hebûne yê. Gelo gerdûn, cîhan,
dîrok, cîvak, çand, gel û hwd.
Çawa tê zanîn? Formên civakan
bi çi pêş ketin? Bi teybet jî
Simko AMED
ZIMAN BI XWE ŞOREŞEKE ZIMAN BI XWE ŞOREŞEKE
ZIM
AN
19
Kowara Hawdem & Hejmar: 37
netew, hebûna xwe ya sereke çî
ye? Mirov dikare pirsan zêde
bike. Bes, dî nasînê de çand û
ziman ewqas girîng in. Her wiha
têkiliya exlaq û ziman û ziman jî
heye. Heke tu zimanê exlaqî pêş
bixî dê pêşketina civakê bi exlaq
û erenî be; lê ev ziman pêş
nekeve wê civak bi pelçiqe û pêş
nakeve.
Ziman bi sê awayan dabeş
dibe; axaftin, nivisandin û
xwendin.
1-Axaftin; awayê herî kevn e.
Beriya nivîse jiyan bi dan û
standina deng bûye. Ev ji bi tena
serê xwe têrî mirov nake. Gellek
tişt hunda dibe. Tenê tiştên ji bo
civakê giring û jiyanî tên
guhezandin. Mînak jî bo
Kurdan ,di warê hunerî de
dengbêjî hatiye heta roja me.
Her wiha efsaneyên qehremantî,
şer, berxwedan; disa berhemên
çandî û hwd.hatine hata roja me.
Eger ziman neye bi karanîn
hunda dibe di hele. Jî ber kû
ziman zindî ye. Çiqas were
bikaranîn ewqas jiyan dike u
ewqas pêş dikeve.
2-Nivisandin;nivîs, serdemeke
nû ya giring ji bo mirovahiyê
dide destpêkirin. Helbet nivîs, jî
bi serê xwe hemû tişt nikare
rave bike. Mînak; pêyvek bi serê
xwe çîqas dikare rastiya tiştekî
baş bîne ziman. Ji sedî sed ev ne
pêkan e kû rastiya diyardeyekî
bîne ziman. lewra yê ku pênase
dike mirov e. Nîetszche
dibêje,”miov, hebûneke kêm ê
ku xwe temam nekiriye ye”.
nivisandin nebe dîrok-hafiza
naye ava kirin. bi tenya axaftin
dîrok jiyan nake. Ji ber vê yekê
jî nîvîs dî parastina zimande
ciyekî wî ê diyarde heye.
Her wiha nivîs, gellek tiştên
dîrokî zelal dikin. Ji ber vê jî
dema niha de giringiya nivîsê
pirtir e. Gelên ku zimanê xwe
derbasî nivîsê nekirine li ber
wendabûnê ne, ango dê di nav
netewan de - piranî jî ê serdest-
bihêlin. Heke nivîs an jî ziman
derfeta perwerdê bibîne,dê xwe
ji helandinê rizgar bike.
3- Xwendin; merheleya herî
dawî ye. Ziman piştî ku bi rêk û
pêk dibe, wê demê xwendin
giringtir dibe. Mirov bifikire
niha çiqas nivîsên bi Kurdî
hebin jî ku xwendin nîn be ti
wateya xwe namîne. Xwendin ji
bo peşketina mirov rista sereke
dilîze. Mînak; heke xwendin
nebûya dê çawa pêkanînên
rahîbên Sumeran bi hata zanîn.
Bawerîm lêkolînên arkeolojîk
têrê nakin.
Dagirkerî di heman demê de li
ser ziman jî tehekkûm dike. Bi
vî rengî kî jî wan serdest be
zîmanê xwe jî dike serdest.
Zîmanê Îngîlîzî ev nêrîna me
dîkare piştrast bike. Di roja me a
îro de serdestiya zîmanê Îngîlîzî
tê zanîn. Bes, giringtir ewe e kû
em jî bi destê xwe dibin amûrê
vê pergalê. Mixabin,em Kurd jî
yê kû herî zêde zilmê li me dike
dijminatiya me dike. Zimanê
wan diaxivin wekî “ sendroma
stokholmê”. Sedemên hinek
tiştan em dikarin wiha bînin
ziman lê ev dîsa jî pir baş
pirsgirêkame pênase nake. ê ku
ziman îro qedexe dikin di heman
demê de zîmanê xwe jî li ser
hemû zimanên din serdest dikin.
Kî û çewa dikare vê zilmê û
zordariyê qebul bike. “ ger kû
zordarîya zalima hebe, destê
kesekî paqij namîne” dibêje Îbn-
î Haldûn. Jî ber vê yekê jî dem
dema xwedî derketina zimanê
xwe ye. Dem dema bi zimanê
xwe tekoşîn kirinê ye. Ev
xemsarî, sersarî heta qirîkê ye.
Gelo dê çend caran em e bêjin “
êdî bes e?
Ziman diyardeyekê
civakî ye. Çawa? Mirov
dikare wiha pênase
bike;zîman bi
fikirandinê heye;
fikirandinê „mirov‟
derdixe holê; mirov,
civak ava dike