14
Hevot – 03 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe: 1) Hevok bi tîpa mezin dest pêdikin. 2) Hevok bi xalikê (nuxtikê) bi dawî dibin. 3) Her serenavek bi tîpa mezin dest pêdike. 4) Piştî xalecot (:), xalepirs (?) û xalebangê (!) tîpa mezin nivîsandin. 5) Ji bilî van, hemû peyvên din bi tîpên hûr tên nivîsandin. 6) Bê guman, her peyvek, ji aliyê vekîtê va, divêt rast bê nivîsandin. Heger mercek ji van mercên 1 heya 6 bê binpêkirin, hevok wek hevokeka ç ewt tê hejmartin.

Hevot – 03 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

  • Upload
    flo

  • View
    43

  • Download
    0

Embed Size (px)

DESCRIPTION

Hevot – 03 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe: 1) Hevok bi tîpa mezin dest pêdikin. 2) Hevok bi xalikê (nuxtikê) bi dawî dibin. 3) Her serenavek bi tîpa mezin dest pêdike. - PowerPoint PPT Presentation

Citation preview

Page 1: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Hevot – 03

Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

1) Hevok bi tîpa mezin dest pêdikin.

2) Hevok bi xalikê(nuxtikê) bi dawî dibin.

3) Her serenavek bi tîpa mezin dest pêdike.

4) Piştî xalecot(:), xalepirs(?) û xalebangê(!) tîpa mezin tê nivîsandin.

5) Ji bilî van, hemû peyvên din bi tîpên hûr tên nivîsandin.

6) Bê guman, her peyvek, ji aliyê vekîtê va, divêt rast bê nivîsandin.

Heger mercek ji van mercên 1 heya 6 bê binpêkirin, hevok wek hevokeka çewt tê hejmartin.

Page 2: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

A1) Van hevokên jêrîn temam bike:

1 Emê mafên xwe yên rewa di her qadekê da ---.

2 Hêzên siyasî bi erkên xwe yên neteweyî baş ---.

3 Li taxa me divêt xwendegeheka nû bê ---.

4 Di xwendinê da hin keç hene ji xortan ---.

5 Xwedê ji her derdekî ra dermanek jî ---.

6 Serbest hefteyekê bi roj yekê bi şev ---.

7 Gundî kundirên qişê ji bo zivistanê ---.

8 Mîna zêrê reşadî´ye, di bin axê da ---.

9 Çiyayên bilind bê ba nabin, geliyên kûr bê --- nabin.

Page 3: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

A) Temamkirina hevokan.

A1) Bersiv, tenha wek nimûne:

1 Emê mafên xwe yên rewa di her qadekê da biparêzin.

2 Hêzên siyasî bi erkên xwe yên neteweyî baş ranabin.

3 Li taxa me divêt xwendegeheka nû bê avakirin.

4 Di xwendinê da hin keç hene ji xortan jîrtirin.

5 Xwedê ji her derdekî ra dermanek jî daye.

6 Serbest hefteyekê bi roj yekê bi şev dixebite.

7 Gundî kundirên qişê ji bo zivistanê hiltînin.

8 Mîna zêrê reşadî´ye, di bin axê da veşartî ye.

9 Çiyayên bilind bê ba nabin, geliyên kûr bê av nabin.

Page 4: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

A2) Van pendên pêşiyan temam bike:

1 Kero nemir bihar hat, pîrê nemir --- ---.

2 Kesê li hespê xelkê siwar be, herdem --- --.

3 Gul bê stirî nabe, goşt jî bê --- ---.

4 Kesê ku kete govendê, divêt --- ---.

5 Eyşikê, ji xwe --- ---.

6 Ez dibêjim hurçê hava, ew dibêje --- hava.

7 Ez dibêjim stewr´e, tu dibêjî ---.

8 Destê bi tenê, deng --- ---.

9 Xwedanê sebrê, bû --- ---.

Page 5: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

A2) Bersiv:

1 Kero nemir bihar hat, pîrê nemir pincar hat.

2 Kesê li hespê xelkê siwar be, herdem peya ye.

3 Gul bê stirî nabe, goşt jî bê hestî nabe.

4 Kesê ku kete govendê, divêt xwe bihejîne.

5 Eyşikê, ji xwe bi şikê.

6 Ez dibêjim hurçê hava, ew dibêje rêçê hava.

7 Ez dibêjim stewr´e, tu dibêjî bidoş.

8 Destê bi tenê, deng jê nayê.

9 Xwedanê sebrê, bû mîrê Misirê.

Page 6: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

B) Cihê van peyvên jêrîn biguhêre, ku hevokeka rast û durist bê avakirin:

1- zimanê, waneyên, me, kurdî, di, dest, 25.09.2007-an bi, kir, da.

2- 21-ê, Adarê, her, Newroz, sal, di, pîrozkirin, tê, da.

3- 12.03.2004-an, Başûr-Rojava, li, di, serhildan, pêkhat, da.

4- pisîk, gava, vedişêre, xwe, mişk, tê.

5- dixwaze, televîzîyonê, biaxive, dibe, girdar, gava, da, di, ew.

6- baran, dibare, bandora, mirovan, gerikan, gava, kêm, dibe, li.

7- stranên, li, piraniya, evîndariyê, ne, ser, me.

8- dîtin, xizan, dewlemend, çûn, daleqînin, xwe, dibin, li, ba.

Page 7: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

B) Bersiv:

1- Me di 25.09.2007-an da dest bi waneyên zimanê kurdî kir.

2- Her sal di 21-ê Adarê da Newroz tê pîrozkirin.

3- Di 12.03.2004-an da li Başûr-Rojava serhildan pêkhat.

4- Gava pisîk tê, mişk xwe vedişêre.

5- Gava ew dixwaze di televîzîyonê da biaxive, girdar dibe.

6- Gava baran dibare, bandora gerikan li mirovan kêm dibe.

7- Piraniya stranên me li ser evîndariyê´ne.

8- Xizan çûn xwe daleqînin, dîtin dewlemend li ba dibin.

Page 8: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Delî-aẍa 

Dema ez zarok bûm, kûçikekî me´yî gewr hebû. Rojekê ji rojan

dêlikeka reş bi hewşê ket û dapîra min yekser ji min ra got: Zû

rabe, bera vê dêlikê bide; kûçik û pisiyên reş ne baş´in, ew ji me

ra nabin. Min got: Dêya pîr, çima ne baş´in? Wê got: Kurê min ne

baş´in; hema ez zanim, ku ew ne baş´in. Di temenê zarotiyê da,

bi rastî jî wisa´ye, ku zarok her tiştê dibîne yan jî dibihîse,

dixwaze bizanibe ka ew çi´ye?. Ev pirsa kûçikê reş ji min ra bû

mijareka nehînî. Belê, min ji dapîra xwe bawer kir, ku kûçikên

reş ne baş´in, lê min nizanîbû çima.

Roj û meh derbas bûn, dîsa carekê gotûbêj hat ser mijara

kûçikên reş. Ez nizanim dapîra min bû, yan meta min bû, rabû ev

çîroka li xwarê ji min ra got.

Page 9: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Dibêjin kesekî ji pêşiyên me, ji bav û bapîrên me, maleka xwe

avakiribû û hên nû jinek ji xwe ra anîbû, lê hên ti zarokên wan

tinebûn. Ji ber ku mala wan wê hîngê li aliyekî gund bû, wan

kûçikekî xwe hewandibû, ku her dera wî reş bû; ne li bin stûyê

wî û ne jî li bin sîngê wî ti cihên sipî tinebûn. Rojekê cîran û

hevsêyên wan ji wan ra gotin, ku kûçikê we ne durist´e,

pêwendiya wî bi cinan û yên gonê ra heye. Gotin, kûçikê we bi

roj li mal´e, lê bi şev li mal nahewe. Di destpêkê da malxiyê

malê ev gumana cîranan bawer nekir. Lê rojekê, piştî ku dinya

tarî bûbû, xwediyê malê derket derva û dengek li kûçik kir, ku

ew bê ba wî; lê ti deng ji kûçik nehat û êdî wî zanîbû, ku bi rastî

jî kûçik ne amade´ye. Mêrik dît, ku gumana cîranan di cih da´ye

û ji xwe ra got, ma gelo min ji bo çi ev kûçikê han hewandiye?

Page 10: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Bi roj her û her ti metirsî nîne, tiştek hebe bi şev´e. Kûçik divêt

bi şev malê biparêze. Heke ne wisa be, çi sûd û mifaya me ji wî

heye?. Rabû biryara xwe da, ku ew roja din kûçik bipê, ka gelo

ew diçe kû?!.

Gava sibe bû û ew derketin hewşê, dît ku va´ye, kûçik li derva

vezeliye. Mêrik haya ti tiştî ji xwe neanî û ne jî tiştek di biwara

kûçik da got. Lê wî amadekariya xwe kir, çeka xwe wê rojê

paqiş kir û li benda êvarê ma. Gava roj di pişt çiyan ra çû ava,

wî êdî her kêliyekê, di pencerê ra, li derva temaşe dikir. Piştî

demeka kurt dît, ku kûçik rabû û bi rêket. Ew ji dûr va li pey

kûçik çû.

Page 11: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Wî dît, ku kûçik ji nav gund derket, bilindahiya paş malan

derbas kir û xwe berda ser Şikefta Xirêbe(*). Ha li vir, ha li

wir, wî dît, ku kûçik ket şikeftê. Li ber deriyê şikeftê hinek

dirî, hinek giya, hinek pêçek û hinek hejîra Ereban hebû. Wî

xwe di nav pêçek û giyayên din da veşart, bi şêweyekî ku

hundirê şikeftê ji wî va xuya bike. Wî bala xwe dayê, ku çi

bibîne! Hay ho, li hundirê şikeftê şahî û zevawend´e, her kes

di reqs û semayê da´ye. Xwediyên zevawendê gelek qedra

kûçik girtin û ew bi navê Delî-aẍa pêşwazî kirin, lê belê hinek

mede û lome jî jê kirin, ku ew çima ji şahiyê dereng maye.

Delî-aẍa lêborîn ji wan xwest û got, ku ez li ber mala xelkê

pêwan´im, ez mam heya ku ew raketin û êdî ez hatim. Delî-

aẍa ket serê dîlanê û çend caran govend gerand.

Page 12: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Rabûn ji Delî-aẍa ra gotin, ku xeftanê bûkê nîne û jê xwestin,

ew çareyekê bibîne. Delî-aẍa got, kebaniya mala ku ez li ba

wan´im xeftanekî xwe´yî nû dirûtiye, hên ew li xwe nekiriye.

Wê gava xeftan xistiye dolabê, navê Xwedê bi lêv nekiriye, ji

lew ra, hûn dikarin herin û wî ji bûkê ra bînin. Çendek ji

xizmetkaran çûn û piştî demeka kurt, mêrik dît, bi rastî xeftanê

kebaniya wî anîn û li bûkê kirin. Xeftan gelek xweşik bû, ji jor

va bi qirme û ji jêr va bi keşkeş bû. Piştî ku şahiya xwe

qedandin, Delî-aẍa got, ku divêt hûn xeftanê kebaniya malê

dîsa vegerînin cihê berê. Li aliyekî şikeftê agir vêketîbû û gava

bûkê xeftan ji xwe avêt, li nêziya agirê gur ket û wisa ji jêr va

aliyekî keşkeşan pêta agir hilanî. Wan zûka ew vemirand, lê

belê beşek ji keşkeşan sincirî û şewitî. Wan xeftan vegerand

cihê berê.

Page 13: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Berî ku Delî-aẍa rabe û yên dorê belav bibin, mêrik ji şikeftê

bi dûr ket û vegeriya mal.

Roja din, dema taştiyan, gava roj bi rimekê û dudiyan bilind

bû, mêrik dît, ku dîsa kûçikê wan di deriyê malê da vezeliye.

Rabû ji kebaniya xwe ra got, delala min, wek ku haya min jê

çêbû, te xeftanekî xwe´yî nû dirûtibû û hên min ew nedîtiye,

ka hele ji kerema xwe wî şanî min bide. Kebaniya malê, ku

gelek ji mêrê xwe hezdikir, nexwest xatirê wî bişikîne, rabû

çû dolab vekir û xeftan anî ba mêrê xwe. Gava wê xeftan

bilind kir, ku şanî wî bide, dît ku aliyekî xeftanê wê hinekê

şewitiye. Lê belê kûçik jî li her tiştî temaşe dike. Kebaniya

malê gelek mat ma û got: Hey wax ev çi´ye, xeftanê min çawa

hatiye şewitandin, ev çi fêş´e.

Page 14: Hevot – 03 Avakirina hevokan.  Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Wê hîngê mêrik got: Tu vê yekê ji Delî-aẍa bipirse. Gava navê

Delî-aẍa hat bilêvkirin, kûçik rabû ser xwe, dûvê xwe xiste nav

lingên paşî, ew çû û nema careka din vegeriya.

(*) Min ev şikefta han dîtiye; ew li aliyekî gund di devê şehwiyekê da´ye û tev

ji zinaran hatiye qewartin. Dibêjin, ku berê mehsera zeytûnan têda bû, lê

dema ez zarok bûm ti tişt têda tinebû. Zarokên ji min mestir digotin, bi şev ev

şikeft ne aram´e, hin deng ji hundirê wê tên. Wê hîngê, gava ev çîroka kûçikê

reş ji min ra gotin, min şikeft nasdikir, lê hên min hundirê wê ti car nedîtibû.

Di pey ra, gava em hinekê mezin bûn, em her carê çend zarok bi hev ra, di

dema nîvro da, ku ronahiya rojê di kulekên jor ra dida hundir, diketin hundirê

wê û tenê wê hîngê me dikarîbû pêşiya xwe bidîta. Şikeft fereh bû û li dawiya

wê mîna deriyekî di zinêr da hebû. Gava ez bi şev di nava nivînan da

radiketim, hin caran ew şikeft diket xeyalên min. Min wisa dianî pêş çavên

xwe, ku di wî deriyê dawiyê ra yên neçê û yên gonê dikevin hundirê şikeftê.