27
Nivî sara Destp ê k ê Mizgîn Hesko Kurd û Etîkêtt Van rojan û li gor ku em balê didinê û nemaze piştî hatina pêlên penaberan û bi taybetî kurdên me yên parçeyê Kurdistana Sûriyê, pir têgihên nuh derbasî nav civata me dibin bê ku em wateya wan ya herî rast bizanibin, ango em wan peyvan yan jî gotinan bi awayekî şaş bikar tînin. Ji wan têgih û gotinan jî têgih û gotina Etîkêtt e. Gelo ma rast e .em bibêjin ev kesê han xwedan Etikett e..bi Etîkêtt tevdigere .... ? Etîkêtt ji kû hatiye û çi wateya xwe heye ....? Bê guman Etîkêtt ji ferensyê hatiye /Átiquette/ û di pêvajoya dem û dewranan de, tevî hin guhertinên piçûk weko xwe maye û bi heman rengî hîn di piraniya zimanên cîhanê tête bilêv kirin û nivîsîn, û bi Elmanî weha tête nivîsîn /Etikette/. Tê gotin ku di sedsala 18an de ew cara yekem li seraya Fêrsayê /Ferensayê / peyda bûye û hatiyê xepitandin...Di dema şahî û vexwendinên Fersayê de, şahê Ferensî Liwîsê çardehan û her çendîn mîvanên Fêrsayê tên, rêgehên heyî na şopînin û li ser giyayê bexçe, li ser keskahî û kulîlkan re derbas dibin, ev yeka han li xweşiya wî nayê, radibe ji xizmetkarên serayê dixwaze ku ew mîvanan agahdar bikin, da ku êdî weha derbas nebin..., lê careke din xelkên hatî, agahiyan piştguh dikin û li ser giyayî serayê derbasî dibin. Şah Liwîs êdî ferman dide ku hin cureyên belgeyên (kaxezên piçûk) bêne amadekirin û li ser wan bête nivîsîn, ciyê derbasbûnê, û ciyê ku nabe tu kes wan bikarbîne. Bi wateyeke din Etîkêtt bi xwe kaxeza piçûk e. Bi Erebî اﻟﻘﺻﺎﺻﺔ اﻟورﻗﯾﺔ...ku hin agahiyî tê de hene ji bo naşîkirin û agahdarkirinê, hin informasiyon tê de peyda dibin. Îro ew di bazaran de, bi piranî peyda dibe, her tiştekî ku heyî xwedan Etiketta xwe ya taybet heye. Lê ev ne mijara me ye...mijar ew e, wateya wê ya din. Bi her halî /Etikett/ nayê wateya rêzdarî û rêzbûnê, lê ew dan û standina bi rêk û pêk, ji xwe bawerî û kiryarên di rêzê de ku mirov wan bi rêz û hurmeteke mezin dike. Bi wateyek din ew têkiliya bi rêz e, dan û standina modern û durist e, rêzgirtina yasa û zagonan e. Her kesayetiyeke bi Etikett peywendiyan dike û datîne, hin cureyên norman ji xwe re çêkiriye û li gorî wan norman, têkiliyê bi yên derdorê re çêdike. Ji lewra ew kes ku pir têghiştiye, di heman demê de ji xwe bawer e û nefis piçûk e...! Kesên nefis mezin, û li gorî zanîna piskolojiyê, kesekî nexweş û dagirtî girêkên derûniye.. ji lewra jî ne bi Etikett dide û distîne. Bê guman, ne ji ber xwe ve hatiye ku Elman wê weha pênase dikin... /Benimmreglen / اﻟﻘواﻋد اﻟﺳﻠوﻛﯾﺔ أو اﻷﺧﻼﻗﯾﺔ. Ango... şêweyên dan û standina bi sinc.... yan jî sincên dan û standinê……………….Rûpel (2) Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe Damezrandin di 22 Nîsanê 2012 E. Mail: malpera rojnamê: [email protected] www.penusanu.com Sernivîser : Ebdulbaqî Huseynî Derhêner : Xorşîd Şûzî Gotina YNRKS li komcivîna 18.08.2016 li bajêrê Herne (Almaniya) Xûşk û birayên delal Bê guman, ev hatina we ciyê rêzgirtinê ye, ji ber ku ev civîna me bo xebateke taybet û giring e, bi bîranîna wa lêdana têrorî ya hov e, ku berî niha li bajêrê Qamîşlo çêbû û gelek mirov şehîd û birîndar jî pir bûn, û bi ser de jî gelek mal û dikan û hebûnên gelê me kavil û wêran bûn. Bê guman her mirovekî, ku dil di sîngê wî de heye, bi wê lêdanê êşiya û ji xwe an ji ên derdora xwe pirsiya: Gelo, ev bûyera xwînî çewa çêbû, van hovên ku neyarên mirovatiyê ne, çewa wilo asan gihan nêv bajêrê, ku ji her aliyekî ve hatibû paristin? Lê em nehatine ji bo wê bûyera hovbaz bidin ber pirs û lêkolînê, em hatine, ku piçekî êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya wan bikin. Eve ne tenê histobariya saziyên mirovî û berpirsên siyasî, ev histobariya me tevan e. Lewre ez bi hîvî me, ku ev xebata îro bibe wekî wa dilopa avê, ya ku beqeke piçûk avêtibû ser agirê, ku gelê Ibrahîm ji wî re dada bû. Dost û hevalên rêzdar Bo her lêdaneke têrorî sedem û eger hene, ew karê hovane tê pilankirin, li ser tê dengkirin, û xwîneke sar tê bi cîh anîn, tevî ku wan xwînrêj dizanin, ku wê gelek jin û zarok jî bên kuştin. Lê wekî dizanin û berê pir caran di ser gelê me re derbas bûye, yek ji armancên neyaran çavtirsandina gelê me yê qehreman e, neviyê Mad û Mîtan e, hinekan ji van neyaran jî tunekirina me tevan, dest avêtina namûsa Kurdan, standina gund bajêrên me gişan, ji xwe re û li kesên xwe „h’elal“ kirine. Dîrok li ber çavan e û vaye hîn rêç û şopên hovîtiya wan li Şengal, Nuseybîn, Kobanê û li Qamîşlo hîn diyar in, û berê li gelek ciyan li seranserî Kurdistanê. Ji ber ku armanca hêrişên têrorî ya serekîn êşandin û tirsandina gelê me ye, divê em xwe û gelê xwe baştir hişyar bikin, ku dostanî bi neyaran re nabe, bê paristineke gelêrî ya baş ji gund û bajêr û samanên neteweyî re wê jarbûn her hebe, lê gava em yek bin, haj kar û hevkariya xwe hebin, em ê kanibin ziyana, ku neyar dixwazin bigihînin me kêmtir û siviktir bikin, wê şehîd û birîndar pir nebin, û wê têrorîst bêçare bibin. Ev jî tenha bi yekbûna têkoşîna gelê me, bi dostaniya hêzên me yên siyasî, bi çandeke nû ya biratiya navxwe, em di vê rêyê de bi ser kevin. Wek em herdem dibêjin: Şehîd namirin, wilo jî em dikanin bi yekdengî bibêjin: Ey neyarino, Kurd ji we natirsin, Kurd niştê Kurdistan ji we re, bernadin... Gelek supas. Cankurd Hejimar '52' / Tebax 2016

Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

  • Upload
    others

  • View
    13

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

Nivîsara Destpêkê

Mizgîn Hesko

Kurd û Etîkêtt

Van rojan û li gor ku em balê didinê û nemaze piştî hatina pêlên penaberan û bi taybetî kurdên me yên parçeyê Kurdistana Sûriyê, pi r têgihên nuh derbasî nav civata me dibin bê ku em wateya wan ya herî ras t bizanibin, ango em wan peyvan yan jî gotinan bi awayekî şaş bikar tînin.

Ji wan têgih û gotinan jî têgih û gotina Etîkêtt e. Gelo ma rast e .em bibêjin ev kesê han xwedan Etikett e..bi Etîkêtt tevdigere....? Etîkêtt ji kû hatiye û çi wateya xwe heye....?

Bê guman Etîkêtt ji ferensyê hatiye /Átiquette/ û di pêvajoya dem û dewranan de, tevî hin guhertinên piçûk weko xwe maye û bi heman rengî hîn di pi raniya zimanên cîhanê tête bilêv ki rin û nivîsîn, û bi Elmanî weha tête nivîsîn /Etikette/.

Tê gotin ku di sedsala 18an de ew cara yekem li seraya Fêrsayê /Ferensayê / peyda bûye û hatiyê xepitandin...Di dema şahî û vexwendinên Fersayê de, şahê Ferensî Liwîsê çardehan û her çendîn mîvanên Fêrsayê tên, rêgehên heyî na şopînin û li ser giyayê bexçe, li ser keskahî û kul îlkan re derbas dibin, ev yeka han li xweşiya wî nayê, radibe ji xi zmetkarên serayê dixwaze ku ew mîvanan agahdar bikin, da ku êdî weha derbas nebin..., lê careke din xelkên hatî, agahiyan piştguh dikin û li ser giyayî serayê derbasî dibin. Şah Liwîs êdî ferman dide ku hin cureyên belgeyên (kaxezên piçûk) bêne amadekirin û li ser wan bête nivîs în, ciyê derbasbûnê, û ciyê ku nabe tu kes wan bikarbîne.

Bi wateyeke din Etîkêtt bi xwe kaxeza piçûk e. Bi Erebî القصاصة الورقیة...ku hin agahiyî tê de hene ji bo naşîki rin û agahdarki rinê, hin informasiyon tê de peyda dibin.

Îro ew di bazaran de, bi piranî peyda dibe, her ti ştekî ku heyî xwedan Etiketta xwe ya taybet heye. Lê ev ne mijara me ye...mi jar ew e, wateya wê ya din.

Bi her halî /Etikett/ nayê wateya rêzdarî û rêzbûnê, lê ew dan û s tandina bi rêk û pêk, ji xwe bawerî û ki ryarên di rêzê de ku mirov wan bi rêz û hurmeteke mezin dike. Bi wateyek din ew têkiliya bi rêz e, dan û s tandina modern û duris t e, rêzgi rtina yasa û zagonan e.

Her kesayetiyeke bi Etikett peywendiyan dike û datîne, hin cureyên norman ji xwe re çêki riye û li gorî wan norman, têkiliyê bi yên derdorê re çêdike. Ji lewra ew kes ku pi r têghiştiye, di heman demê de ji xwe bawer e û nefis piçûk e...!

Kesên nefis mezin, û li gorî zanîna piskolojiyê, kesekî nexweş û dagirtî gi rêkên derûniye.. ji lewra jî ne bi Etikett dide û distîne.

Bê guman, ne ji ber xwe ve hatiye ku Elman wê weha pênase dikin... /Benimmreglen / القواعد السلوكیة أو األخالقیة. Ango... şêweyên dan û s tandina bi sinc.... yan jî sincên dan û s tandinê……………….Rûpel (2)

���������� �

� �

���������������������������������������������������������������������� �

Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di 22 Nîsanê 2012

E. Mail: malpera rojnamê:

[email protected] www.penusanu.com Sernivîser:

Ebdulbaqî Huseynî

Derhêner:

Xorşîd Şûzî

Gotina YNRKS li komcivîna 18.08.2016

li bajêrê Herne (Almaniya)

Xûşk û birayên delal

Bê guman, ev hatina we ciyê rêzgi rtinê ye, ji ber ku ev civîna me bo xebateke taybet û gi ring e, bi bîranîna wa lêdana têrorî ya hov e, ku berî niha li ba jêrê Qamîşlo çêbû û gelek mirov şehîd û bi rîndar jî pir bûn, û bi ser de jî gelek mal û dikan û hebûnên gelê me kavil û wêran bûn. Bê guman her mirovekî, ku dil di sîngê wî de heye, bi wê lêdanê êşiya û ji xwe an ji ên derdora xwe pi rsiya : Gelo, ev bûyera xwînî çewa çêbû, van hovên ku neyarên mirovatiyê ne, çewa wilo asan gihan nêv bajêrê, ku ji her aliyekî ve hatibû paris tin?

Lê em nehatine ji bo wê bûyera hovbaz bidin ber pi rs û lêkol înê, em hatine, ku piçekî êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya wan bikin. Eve ne tenê histobariya saziyên mirovî û berpirsên siyasî, ev histobariya me tevan e. Lewre ez bi hîvî me, ku ev xebata îro bibe wekî wa dilopa avê, ya ku beqeke piçûk avêtibû ser agi rê, ku gelê Ibrahîm ji wî re dada bû.

Dost û hevalên rêzdar

Bo her lêdaneke têrorî sedem û eger hene, ew karê hovane tê pilankirin, li ser tê dengkirin, û xwîneke sar tê bi cîh anîn, tevî ku wan xwînrêj dizanin, ku wê gelek jin û zarok jî bên kuştin. Lê wekî dizanin û berê pi r caran di ser gelê me re derbas bûye, yek ji armancên neyaran çavti rsandina gelê me yê qehreman e, neviyê Mad û Mîtan e, hinekan ji van neyaran jî tunekirina me tevan, dest avêtina namûsa Kurdan, s tandina gund bajêrên me gişan, ji xwe re û li kesên xwe „h’elal“ ki rine. Dîrok li ber çavan e û vaye hîn rêç û şopên hovîtiya wan li Şengal , Nuseybîn, Kobanê û li Qamîşlo hîn diyar in, û berê li gelek ciyan li seranserî Kurdis tanê.

Ji ber ku armanca hêrişên têrorî ya serekîn êşandin û ti rsandina gelê me ye, divê em xwe û gelê xwe başti r hişyar bikin, ku dostanî bi neyaran re nabe, bê paristineke gelêrî ya baş ji gund û ba jêr û samanên neteweyî re wê jarbûn her hebe, lê gava em yek bin, ha j kar û hevkariya xwe hebin, em ê kanibin ziyana, ku neyar dixwazin bigihînin me kêmtir û sivikti r bikin, wê şehîd û bi rîndar pi r nebin, û wê têrorîst bêçare bibin. Ev jî tenha bi yekbûna têkoşîna gelê me, bi dostaniya hêzên me yên siyas î, bi çandeke nû ya bi ratiya navxwe, em di vê rêyê de bi ser kevin.

Wek em herdem dibêjin: Şehîd namirin, wilo jî em dikanin bi yekdengî bibêjin: Ey neyarino, Kurd ji we nati rsin, Kurd niştê Kurdistan ji we re, bernadin...

Gelek supas.

Cankurd

Hejimar '52' / Tebax 2016

Page 2: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 51" // Tîrmeh 2016

2 NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Ezîz ê Cewo

ÊTÎMOLOJÎ – WEK ÊTÎMOLOJÎ!

(Hinek têbînî li ser ravekirinên êtîmolojî di zimanê kurd’î da) Ev demeke di rêj e, di întêrnêtê da gotarên di derbarê ziman û rêzimana kurdî da tên weşandin. Helbet, gelek gotarên balkêş û hêja hene, lêbelê hinek gotar jî hene, û di nava wan da, wisa jî yên di derbarê êtêmolojîya kurdî da ,

yên ku dibin sedema matmabûnê û pi rsan... Û heya hewlên vî rengî ji bo sazki rina wikiferhenga kurdî ya êtîmolojî jî hatine dayîn.

Lê, dîsa jî, çi dibe, bila bibe, ger mirov bixwaze û bikaribe, dê ji hêla dîtina peyvan û ew xistina nava çerxa lêgerînê va ji van hemûyan sûdekê jî wergi re. Lêbes ,…

Lêbes , tiştê matmabûnê û ya ku bala mirov dikişîne, ew e, ku hinek lêgerînerên kurd jî wek wan bîyanîyan, ên ku di warê zimanê kurdî da lêgerîn pêk anîne û tînin, hema ku di kurdî da peyv, şêwaz an sazîyeke (structure) rêzimanî dibînin, destxweda ewê hemberî ên wan zimanan dikin, ên ku ew bi xwe dizanin, an jî hinek agahîyên wan ji wan hene. Û evan mirovana her carê jî jêder û bingehên peyvên kurdî di zimananên dinê da geryane û “dîtine” û peyvên kurdî bi wan şi rovekirine …, ji ber ku wana wisa zanibûne, an jî wisa ji wana hatye xwastin…

Û hinek lêgerînerên kurd îro jî bi înêrts îyayekê weke wana bîyanîyan li kurdî dinihêrin û tevdigerin… Û even me jî carna heya kurdî bi ti rkî jî şi rove dikin (dapîrên me dê pês îra xwe dawşandana û bigotana: “Xwedê, bê-bê kubarî be, mirov jî zimanê xwe bi wî zimanî, yê ku duh na pêr, kesek nizane, çawa bi sunî çêkirine, şirove bike!?”)

Û, eger ev bi vî awayî bidome, dê rojekê vî zimanî (yê kurdî), yê ku bi kan û xwezîneya xwe ya peyv û bêje û biwêjan va zimanên gelên der-dorên xwe dewlemend ki rine, bikin dûvika van zimanan…

Û gotara Husein Muhammed a “Etîmolojiya 4 ba jarên Kurdistanê” (dibe ku xwastye bibêje: “Etîmolojiya navên çar ba jarên Kurdistanê”?), a ku li ser pêrên întêrnêtê gihîşte xwendevanan, evê meti rs îyê mezinti r dike (https://zimannas .wordpress.com/2016/08/04/etimolojiya-4-baja ren-kurdistane/).

Û, wek ku tê xuyan, nivîsên vî rengî dê hê jî hebin …

Helbet, eger mirov ji hêla êtîmolojîya gelêrî va pi rsê binihêre, dibe ku ji bo hinek xwendevanên ne pisporê zimanzanîyê balkêş be, lê eger bi zanistî, anegorî prênsîp û qanûnên zimanzanîyê be, mirov divê wsa hêsan û lezobezo gotinan navêje hole, divê di vî warî da hê lêgerînên kûr û gi rîng bên pêkanîn…

Êtîmolojî ne karekî wisa sade û hêsan e, ku mirov

bikaribe rabe, ji xwe ra wisa bi destekî sivik, bê zanînên taybet ên zimanzanîyê, bê amedekarî, bêyî bikaranîna çavkanîyên pêwîst, di warê zimanekî da analîzên êtîmilojî pêk bîne. Lewra jî ezê li vi ra hinek têbînîyên xwe bi giştî li ser êtîmolojîyê, û bi taybet jî, li ser wan peyvan bînim zimên, ên ku, bi dîtina min, ji bo wan ez îro amade me...

Weha, pi rsa navê bajarê Cizîrê.

Belê, di nav me kurdan da, bi taybet jî di nav wan da, yên ku perwerdeya wan bi erebî ye, yan jî li cîyekî pêwendîya wana bi erebî ra çê bûye, nêrîneke çewt û ne heşmendî çê bûye, ku navê

Cizîrê ji peyva erebî ya cezîre ( ة (ceziratun – جزیر

tê der, û hinek jî, ji bo, xwedêgiravî, “gi ringîyekê” bidin vî navî, wî wek Cîzre bilêv dikin… Helbet ev diyardeyeke xwezayî ye, ev komplêksa xwe û hemû nirxên xwe yên netewî biçûkdîtinê û bi nirxên serdest, dagerker û koledaran xwe mezinki rinê ye di nav nûnerên gelên blindest da …

Û di vê rewşê da (dîsa bi xwezayî!) kesekî ji xwe nepirsye, ma ev navê kurdî çi pêwendîya xwe bi wê peyva erebî ra heye, ya ku tê wateya girav. Cizîra Botan li ku, derya û gi rav li ku?! Ma gelo di Cizîrê da, an li dorhêlên wê derya heye? Ma ev çiqasî heşmendî ye? Gelo hinek bi şêwazên wan peyvan naxapin, an xwe naxapînin, ji ber ku wisa hêsan e, an…?

Helbet, ev hemû dê paşê bê watedarki rin, lê em naha binihêrin, ka di vê derbarê da çi agahî di çavkanîyên dinê da hene.

Ji ber ku Huseîn Muhammed navê Geverê bi peyva ermenî ya gavar (գավառ) ravedike (di

derbarê vê peyvê da emê li jêrê hê biaxivin!), min berê xwe da çavkanîyên ermenî.

Çima?

Lewra ku ermenî zimanek e, yê ku di demên dîrokî yên cuda da derdorê 1500 peyvên îranî wergi rtine, û, ji ber ku ew peyvana bi eslê xwe

va ne ermenî bûne, ji bo wê jî ew wek ku hebûne, wisa jî “konsêrve” bûne û mane, qanûnên hindurîn ên wî zimanî li ser wana bandor neki rine. Ewana wek ku hatine wergi rtin, bê guhartin (an jî bi guhartinên pi r biçk), bi heman şêwazî jî hatine parastin. Û zimanzanên ermenî bi xwe ev dîtine û li ser wê di goveka zimanên hindewropî û hindîranî da lêgerînên kûr û berfi reh pêkanîne…

Weha, bavê zimanzanîya ermenîyan û ziman zanekî ku di cîhana zimanzanîyê da tê naski rin, Hraçya Açaryan di vê derbarê da di “Ferhenga êtîmolêgî ya binaxeyên zimanê ermenî” da, di bin sernivîsa “Alîkarîya ku ermenî daye farsî” da çi dinivîse:

“Her iranîzanek, ê ku piri-hindikî` bi ermenî va mijûl bûye, bala piranîya wan çûye ser wan peyvan, ên ku ermenî di demên cuda da ji zimanê îranî wergirtine, ji farsîya kevn, pehlewî û farsî. Anegorî hejmartina min, – Açaryan gotina xwe didomîne, – hejmara peyvên ji van hemûyan wergirtî digihîje 1405-an”.

– Û ev jî evî zimanzanê navdar derdorê sed salî berê nivîsye! Û, wek ku Açaryan bi xwe dinivîse, ewî ew peyv, ên ku ji fars îya nû derbazî nava ermenî bûne û îro di zaravên gelêrî da hene, neki rine nava navnîşa wan peyvan. (Berga çarem, rûpelê 663).

Û ji bo ku bê têgihîştin, ka ev 1405 peyv tê çi wateyê, divê mirov bizanibe, ku ev hemû peyvên bingeyîn in, û ji van û li ser bingeha van di nava sedsalan da bi hezaran peyvên ermenî yên nû, yên têkel hatine sazki rin…Û ji ber wê jî, wek ku Açaryan bi xwe dinivîse, di nava zimanzanîya giştî da demekê ermenî wek yek ji zimanên îranî hatye naski rin.

Lewra jî eger mirovek bixwaze, yan jî hewl bide, peyveke kurdî anegorî peyveke ermenî bike, divê di sêrî da hînbibe, ka ew peyv, a ku di ermenî da heye, çiqasî ermenî ye, an jî çiqasî ne kurdî-îranî ye, paşê nêrînekê bîne zimên…

Û, anegorî vê jî, dema peyvên zimanê kurdî hemberî yên zimanên dinê jî dikin, divê bi heman prênsîpê tevbigerin…

Û ev yeka ji bo zimanê erebî jî pêkan e, lewra ku di serdema îslamê da, gelek fîlosof, ezdazan (teolog), dîrokzan, nivîskar-helbestvanên ereb, wisa jî siaysetmeder, mîr û hakim û serleşkerên wan bi netewa xwe va kurd bûne, û her yekî ji wan di dema xwe da parçeyekî ziman, çand, wêje, ruh û rewana kurdî anye nava ereban û zimanê erebî...

Naha em vegerin ser navê Cizîrê – Cizîra Botan, cîgeha mîr û serdarên kurdan, warê gulvedana felsefe, wêje û zanis ta kurdî!

Û, wek ku li jorê jî hate gotin, ev navê kurdî tu pêwendîya xwe bi wê peyva erebî ra nîne, ya ku tê wateya girav…

Ereb duh na pêr li ser van axan peyda bûne, lê navê Cizîrê, dibe ku diçe, digihîje kurahîya hezarsalan, û divê rehên vî navî di zimanên îranî û yên hindewropî yên kevnar da bigerin…

Ji bo ku vê ravebikin, em biniêrin ka peyvên îranî (mabest ne tenê zimanê farsî ye!) di erebî da çawa hatine guhartin. Weha, peyva ‘tag’ a îranîya kevnar derbazî nava erebî bûye û li wira bûye ‘tac’, û paşê ev peyva îranî êdî bi şêwazê ‘tac’ vegeryaye nava farsî û kurdî. (di heman ferhengê da, berga 2, rûpelê 135).

Page 3: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

3 NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Heman çarenûs hatye sere peyva ‘burg’ a hindewropîya kevnar jî. Ev peyv bi rêya zimanê asorî derbazî nav erebî bûye, li wir bûye ‘bûrc’ û peyra bi vî şêwazî vegeryaye nava zimanên îranî – ‘bûrc’, di kurdî da bûye ‘birc’ (birca belek!).

… Û, dema mirov ji vê hêlê va li raveki rina peyva Cizîr dinihêre, ev tê heşê mirov: “Lê, eger şêwazê vê peyvê yê destpêkî Gizîr an şêwazekî mîna vê bûye, yê ku paşê di bin bandora erebî da, an bi pêvajoya dengguhêrîyê bûye Cizîr?”

Ji bo vê em dîsa ferhenga Açaryan binihêrin.

Di ermenî da jî peyva bi şêwazê ‘gizîr heye (bi ermenî - գզիր), û Açaryan wê peyvê weha şi rove dike: “Gzîr – ‘kamir, ‘zil’, ‘şivik, ên ku bi wan zembîl an qes îl tên hûnandin. Wsa jî hemberî peyvên silavîya kevn – ‘žīzlū’ (jizl), ya rûs î – ‘žezlū’ (jêzl), ya çekî – ‘žezl’ (jêzl ) – kevezan, çov (ço) bikin…di sûmerî da – ‘gizi’ – kamir/leven/qamîş, a ku gulvedide” (di heman cîyî da , berga 1., rûpelê 548).

A, bala xwe bidinê : kamir, zil, şivik; kevezan, çov; kamir/leven/qamîş, a ku gulvedide!

Ya ku îro divê em bala xwe bidinê ev e:

an Cizîr deverek bûye, li ku kamir, zil (qamîş)

gihîştine, an cîhê şeh û padşahan û mîran bûye – bi xwe kevezan/çov (ço) nîşan û sembola desthilatdarîya mîrtî û padişahtîyê bûye…

Û ji bilî vê: lê, eger kurdan di demên kevnar da ew kamir, zil (qamîş) wek hêmaneke nivîsarê – pênûs , pêkanîbin?

Ji van peyvan her yek jî li navê Cizîrê tê, ji bilî giravê (جزیرة)!

Ji bo ku em di bers îvên van da bi bawer bibin, divê careke dine dîroka Cizîra Botan (warê gulvedana wêje, zaniest û felsefeyê, cîyê mîr û desthilatdaran) û erdnîgarîya wê ya kevn vekol înin…

Û, eger hinek rwşenbîrên me yên pisporên dîrok û erdnîgarîya Kurdistanê di vî warî da ji me ra bibin al îkar, hinek agahî bidin me, û bi wê keda xwe bikin nav vî karê gi rîng, emê spasdarê wan bin!

Nha jî pirsa navê Geverê!

Di destpêkê da, em careke dinê binihêrin, ka Husein Muhammed evê çawa şi rove dike «”Gever” yan ”Gewer” ji ermenî ketiye. Eslê peyvê maneya ”herêm, navçe” yan jî ”eşîr, binemal” û warê wan dide û ji zimanekî Kafkasyayê hatiye. Bidin ber gurcî ”gvari” (binemal, eşîr, ni jad). Heman peyv bi şiklê ”dever” jî di kurdî de li kar e».

Lê naha jî – ka Açaryan çi dîtina xwe li ser vê heye: “Gavar (erm. - գավառ) – herêm an beşekî

herêmê. Ev peyv ji zimanên kafkasî an xaldî hatye wergi rtin. Hemberî peyva gurcî ya ‘gvarî’ bike, ango, ‘şêwaz’, ‘berek (eşîr, zayend, malbet); ‘gvarîanî’ – ‘başnijad’, ‘esilzade’, ‘bi jarte’”.

Û li vi ra jî, eger mirov li evê mijarê ne bi şêwazî (formal ) binihêre, dê bi vê pi rsê ra rûberû bibe: “Ma herêm an beşekî herêmê çi pêwendîya xwe bi ‘şêwaz’, ‘berek (eşîr, zayend, malbet) û ‘başnijad’, ‘esilzade’, ‘bijarte’ heye?”

Li ber çavan e, ku li vi ra hîç tiştek jî li hev nagire!

Û ya balkêş jî ew e, ku her çiqas tê zanîn, ku ewqas peyv ji farsîya kevnar, pehlewî û farsîya nû hatine nav ermenî (derdorê 1500-î!), û ev zimanan jî, yên ku Açaryan behsa wan dike, li ser bingeha medî (=kurdî) wek ziman şêwaz gi rtine, lê, yek e, dîsa li şûna di nav zimanên hindewropî û hindîranî yên kevn û nû da bigerin, berê xwe dane derdorên dinê – kafkas î û nizanim çi !

Ji xwe nêrî’na li ser pêwendîyên bi gurcî ra nikare xwe li ber pi rsan ranagire, lê eger em bên ser zimanê xaldî, wê demê divê rastedêr di nav kurdî da bigerin, lewra ku civaka xaldîyan yek ji wan bûye, yên ku beşdarî çêbûna êtnogênêza kurdên îroyîn bûne û îro jî bi wî navê xwe va di nav kurdan da hene – xaltîyan/xal tan.

Û lewra jî divê, dema berê xwe didin kevnemayên xaldîya kevnar (archaism), divê wisa jî di nav kurdî da li wan bigerin. Weha, di kurdî da peyvşêwazên guhêr/guwêr û ger heye (bi wateya aqareke ne zêde berfi reh di navbera çîyan da an jî li berpala çîyayekî, heta li cîyekî bilindcî li milê çîyan!).

Û ev peyvana jî hem bi wateyî, hem bi şêwazî bêhti r nêzîkî peyv û navê Geverê ne, ne ku ew hemû şêwazên ku di hinek cîyan da li ser wan dinivîsin û Huseim Mhemed jî hinekan ji wana ji bo têza xwe bi kar tine.

… Û li ser pi rsa navê Yûksakovayê, ya ku ew biradera dîsa bi ti rkî şi rove dike! Bi dîtina min, dê rastti r bibûya, eger mirov bersîva vê jî di kurdî da bigerya …Dibe ku demekê navê vê deverê an ê cîyekî wê Bilindava, Bilindcî, an tiştekî mîna van bûye û kurdekî xulamokê dewleta ti rk jî ji xwe ra hildye û ew weke xwe wegerandye ti rkî…

Helbet herdu navên dinê jî (yên Colemêrg û Şirnaxê) pêdivîya xwe bi lêgerînên zanistî yên kûr û gi rîng hene, û divê rehên wan jî di zimanê kurdî da bigerin, ne ku berê xwe bidin deverne dinê û ti ştne dûrî heş û aqilan bibînin û bi destê zorê li s tûyê zimanê kurdî balînin…

Li şûna peynivîsê

Belê!..

Tiştekî balkêş e, mirov çi kesekî ji çi çivakê û gelî jî hilde, ew zimanzan be, an amator, dema peyveke zimanekî bîyanî ravebike, ewê bi peyvên zimanê xwe şi rove dike.

Û ev, her çiqas ne zanis tî ye jî, lê xwezayî ye, ji ber ku ewî bi zimanê dê çavên xwe li vê cîhanê veki rye, ew nas ki rye û bi xwe jî wek kes gihîştey. Û lewra jî ew di bin pi rîzmaya zimanê xwe da li cîhanê dinihêre, wê têdigihîje û ravedike.

Helbet, ev ji hêla zanis tî va ne rast e, lê ji hêla xwehîski rin û xwetêgihîştina netewî va , wek helwestekê, balkêş û gi rîng e...

Belê, şi rove divê li ser bingeha zimanzanîya zanistî pêk bên! Lê wek helwest… mirov ji mirovên weha ra çi dikare bibêje – mirov in, serbest in... Lê, dema digihîje asta pisporîyê, ev êdî nayê têgihîştin…

Helbet çiqas ev ne rast e, ewqas jî ew ne rast e, dema yek her ti ştê zimanê xwe bi zimanên bîyanî şi rove dike û her ti ştê zimanê xwe dibe, digihîne wan zimanan…

Wek ku li jorê jî hate gotin, her nivîseke Husein Muhammed a di warê êtîmolojîya kurdî da (ji wikiferhengê heya van gotarên wî) tenê mirov matma dike, û mirov jî, bêyî rayê xwe dixwaze bizanibe, ka , gelo ev ji ku tê?

Û dema ku min hewl dida, ku evê tê bigihîjim, hinek bûyerên demên bihurî hatin bîra min.

…Destpêka salên hevtêyî yên sedsala bihurî bûn. Wê demê em hê xwendkar bûn û carna diçûn nav kurdên gundên derdorê Yrêvanê, zargotina gelêrî û nimûneyên zimên ji zarê wan dinivîsîn-berev diki rin, ji bo lêgerînan... Di gundekî da kalemêrîkî kurd hebû – camêrekî zane, zarxweş û sowbethez…

…Ewî gelek peyvên bîyanî bi kurdî şi rove diki rin. Mînak, ewî digot, ku peyva Kîlîkya ji kurdî tê, ango, “kî li kîya”…

… Dîsa hema wan deman di nava ermenîyan da jî yên mîna vî kalemêrê kurd hebûn, ên ku gelek peyvên bîyanî bi ermenî şi rove diki rin. Mînak: digotin peyva mûştarî (մուշտարի), yê ku di ermenîya gelêrî da bi wateya ‘kiryar dihat

bikaranîn, ji gotina ermenî “Tim were!” – bi ermenî: “Mîşt arî” (Միշտ ա՛րի.) tê…

Lê, wek ku tê zanîn, Kîlîkîya di demên kevnar da navê herêma başûr-rojhilatê Asîya Biçûk bûye, û ew nav bi xwe jî peyveke yewnanîya kevnar e: Κιλικία, bi latînî – Cilicia, û tu pêwendîya xwe bi kurdî ra nîne… Û peyva ‘mûştarî’ (bi ermenî: մուշտարի) jî, ya ku ji ti rkî (müşteri) derbazî nava ermenî bûye û di hinek zaravên gelêrî da tê

bikaranîn, tê wateya ‘kiryar, tu pêwendîya xwe ne bi ti rkî û ne jî bi ermenî ra nine, ew di bingeha xwe da peyva erebî ya ‘meşteri’ (مشترى) heye…

Di zimanzanîya zanis tî da ji şi roveyên vî rengî ra êtîmolojîya gelêrî tê gotin…

Lêbelê, di ras tîya xwe da jî, êtîmolojîya zanistî û ya gelêrî weke erd û asîman ji hev dûr in.

Gelawêja 2016-an

Pyatîgors/Rûsya

Page 4: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

4

Nivîsara Destpêkê

Îro û li cîhanê bi pi ranî di warê diplomatîk de, di hin

sermonî û karên taybet de, di dema nivîs îna

peymanan û imzekirina pi rotokolan de ew tête

xepi tandin û bikaranîn.

Etikett û di warê taybet de, rengê dan û s tandinê

ye, kesê bi Etikett tev digere, derewan nake, gefan li

xelkên din naxwe, çêr û xeberên ne di rê de bilêv

nake, ziman nerm û hêmin e, ji xwe razî ye û bi hiş û

derûna xwe re lihev hatiye, bê girêk e, dizane çi cil û

bergan li ber xwe bike, çi ji bo şahiyê rind û hêjaye û

çi kinc û cil hêja îyî serdan û behiyê ne.

Ne bi tenê li derveyî malê lê ta bi malbat û zarokên

xwe re bi zanebûn radibe û rûdine. Belê ew xwediyê

sozê xwe ye û hd.

Dêmek kesê weha cîranan ji xwe ciz nake, û nemaze

li van welatan ku gihiştine asteke herî berz ji

şaris taniyê. Li vi r xwedî liderketina li sozan, tête

wateya rêzgi rtina demê. Dem li van welatan li gor

derfetên kar, şert û mercên xwe hene, nabe ku em

wan sînoran bibezînin û em her ti ştên xwe ku

carana hin jê re dibêjin Kul tûr li vi r saz bikin. Hin erf

û adetên kurdewarî û mîvanperweriyê li ba me, em

milletê kurd hene ku bi çi awayî nabe ku li vi r jî em

şanaziyê pê bikin û bibêjim; ahhha em mîvan

perwer in. Belê mînakeke din cejna netewî Newroz,

her çendîn ku divê bête saz ki rin, lê ne bi dahol û

zi rnê li devê dergehê malê, li Parkê ..divê mirov

destûr û erêniya dewletê bixwaz e, weha êdî ew

rewa dibe.

Eger hat û mirov bixawaze rojbûna xwe pîroz bike û

dost û hevalan vexwendî malê bike, gereke cîranên

xwe agahdar bike.

Bê guman, pi raniya dapîr û kalikên me li ser xwarinê

qurpika xwe dihlandin û jê re digotin Sunet. Îro ji

qurpik hilandin ji edetên pir ki rêt e, divê haye me jê

hebe û hd.

Dêmek pi r rengên Etikketê hene:

. Etiketta dan û s tandinê.

. Etiketta diblomas î û siyasî.

. Etiketta dema çaxên xwarin û vexwarinê.

. Etiketta rêzgi rtina li xwezayê ku ji bo xêr û bêra

mirov e.

. Etiketta derûnê ku bi her halî ne lasayî ki rin e

(teqlîd e). Mirov pê bawer e.

. Etiketta rêzgirtina yasayê û zagonên ku peyda

dibin û ji bo berjewendiya mirov in.

Di incamê de û wekî me li jorê aniye zimên,

duriwêtî, bilêvkirina gef û cêran, ne pakî dijberê

Etikettên e. Belê her çendîn ku îro civak bi giştî

meyldarê şelafî û tenaziyê ne, lê kesê bi Etikett

ziman nerm û dilpak e û dûrî şelafiyê ye, çimkî şelafî

diyardeyeke demkiyî ye, tête çêki rin ji bo bidest

xis tina hin mufayên kesayetî.

* Têbînî: Têgeha Etikette yan jî bi kurdî Etîkêtt, me

herdu bi mebest bikaranîne, carna Me weha nivîsiye

Etîkêtt û carna jî weha Etikett .

Cankurd

Bese, azaran nedin gelê Kurd

egerên taybetin bi çend kesên di nêv

serokatiya we de, û dawî, polîtîka wan bû

egera parçeki rina rêzên tevgera neteweyî

kurdî li rojavayê Kurdistanê, û dûrketina PYD

ji ENKSê. Gotara siyasî û biryara Kurdî hate

dutaki rin, û vaye, wekî Kurd dibêjin, WE PYD

ji herdû cejnan bêpar ki r, ne deselat wê

dipeji rîne û ne jî berevaniya demokrat a Sûrî.

Hûn bûn berpirsên va siyaseta çewt a PYD li

Sûriyê, ne Salih Muslim û Aldar ê maldar.

Li bakurê Kurdis tanê, we ferman da, ku

Selahdîn Yildirim partiyeke aştiyane ava bike

û bizava xwe bike, ew partiya xwe di

parlamenta Türkan de cîh bigirin, wî hejarî jî

fermana we bi cîh anî, 79 kes li gel xwe kirin

Parlamenter û kete nêv têkoşîna siyasî, lê

belê Türk ne wilo nezanin, wek WE bawer

dikir. Wan ji Selahdînê hejar xwest ku xwe ji

we dûr bixîne, WE wekî têrorkaran binase… û

niha, ew li benda 5 sal zindan e, ji ber ku wekî

Salih Muslim û Aldarê maldar nikane ji bin

destên we derkeve û Türkan di navbera wî û

kadroyên we de çi cudahî nedît. Wekî Kurd

dibêjin: Hûn peyayên xwe dişînin diziyê û ji

bo gi rtina wan didin fi rîziyê.

Li dawiya dawî, çi li rojhilat û başûrê

Kurdistanê, û çi li bakur û rojavayê wê, hûn

ziyaneke mezin dibînin. Niha li bajarên

Kurdistanê, ku parek ji kavilki rina wê dikeve

ser milên we, li dij we bi hezaran mirov, li her

ba jêrekî, derdikevin rêveçûnan, pol îtîka we

çewt dibînin û li şûna wêneyê serokê we

alaya dewleta Türkî hildidin û WE wekî

têrorîs tan didin nas în.

Paş 30 salan ji xebat û têkoşînê, WE yek gund

jî ri zgar neki riye û hûn binzor bûne, xwe di

şikeftên çiyayê Qendîl de, li parçeyekî ku berê

bi xwîna pêşmergeyan hatiye ri zgarki rin, bi

cîh û war bikin û xwe li wê derê wekî

avakarên „Konfedraliya Demokrat“ a pêjinî

„xeyal î“, li ser hesabê gelê Kurd, bidin diyar

ki rin.

Lewre, em ji we hîvî dikin, hûn karê xwe bikin,

azar û dersan bidin kadroyên xwe di

„Konfedraliya pêjinî“ de û bizava xwe bikin,

da hûn bibin partiyekî rast Kurdis tanî, û nebin

egera wêrankirin teviya Kurdistanê. Hêjano,

ders û azaran nedin gelê me, ew ji we

hişyarti r e.

Her çend rojan kesek ji nêv rêberên PKK, yên

ku di çiyayê Qendîl de bi cîh û war bûne,

derdikeve ber kamîreyên televîsyonan û

azarekê „nesîhetekê“ dide rêberên gelê

Kurd, bila wilo bikin û wilo nekin, û bi xwe çi

ki rin û çi neki rin, nabe kesek wan rexne bike,

ji ber ku wan ramanên xwe ji rohniya mejiyekî

bê şaşî „maasûm“ gi rtine, û tenê ya wan rast

û di ris t e.

Ji gelê Kurd re van ramanên wan, ku bêti r ji

dema „Cenga Sar“ de mane, wekî qederekê

hatîne nivîsandin. Ev netewe têkbiçe an bi ser

keve, di saya rohniya serokê wan de ye. Lê

ewana nizanin, ku „Qeder“ jî tê guhartin.

Li vê dawiyê, hêja Murat Qereyilan dîsa bi

eniyeke hilmiştî, wekî kadroyekî Stalînî,

derkete ber kamîreyan û azarek da rêberên

Kurd ên rojhilatê Kurdis tanê, got ku pêwîste

ewana şer li di jî dewleta zorbaz a Iranê nekin,

ew dewleta ku her hefteyekê desteyekê ji

lawanên Kurd bi dar ve dike û daristanên

Kurdistanê disotîne, ji ber ku ew şer „dikeve

berdestiya Türkiye û Saudî Erebis tanê!!!“.

Keko, bi ra , çav û dilo, ma ne WE dest bi şer

ki r di wir de? Kê PJAK têveda bo şer di

rojhilata Kurdis tanê de û kê ew şer tepisand?

Ne hûn bûn? Ma Hacî Ehmedî ewqas çek û

deban ji ku anîn, cil û bergên „Gerîlla“ û

alayên wê leşkerê? Kê nan û bi rrek û ferman

dan wî?

Ji aliyekî dî ve, Ma şerê we li bakurê

Kurdistanê, qey nakeve berdestiya sazmana

Melayên Iranê û hovbazê Sûrî Beşar Esed, ku

welatê xwe ki riye goleke xwînê? Bo çi şer û

bombe teqandin li bakurê Kurdistanê baş in û

li Rojhilatê wê berxwedana gelê me nebaş e?

Di başûrê Kurdis tanê de, hûn dixwazin de

selatekê ji xwe re li Şengalê, ku pareke ji wî

parçeyî ye, ava bikin, bi armanca Şengal cihê

bibe ji dayîka xwe, wekî deselata navendî Li

Bexdayê jî dixwaze û bizavê jê re dike, an jî

hûn kar dikin, Şengalê ji xwe re bikine

„Jokêrê“ l îska siyasî bi deselata herêma

Kurdistanê re, li ser wê bazarê bikin?

Li rojavayê Kurdis tanê, hemî tevliheviya ku

PYD dike, we pêda ki r, yek û yek hûn

derketin ber televîsyonan û we ders dane

Salih Muslim û Aldar Xel îl , da hûn polîtîka

wan bi deselata Esed ve gi rêbidin, ji ber hinek

Page 5: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

5

EZDAZANÊ ERMENÎ YÊ DESTPÊKA SEDSALA

XXDI DERBARÊ ÊZDÎYAN Û ÊZDÎTÎYÊ DA Xelek - 2

O, dilmezinîyeke çawa..., rêzdarîyeke çawa li hember nirxên pîroz ên pêşîyên mirovahîyê! Û ev yek îro li bal netewên gewre û olên wan hîç nîne, yên ku wek mirovên xwdî ramana ronî û pêşverû tên dîtin, û îro ji dîmenê derva yê olên xwe û siyasetê kor bûne” (rû. 8).

“... Ewana [ên êzdî] xwedî oleke pêkan û zêndî ne... ” (rû. 23).

“Divê em li xwe mukur bên, ku êzdîyan bi hinek nirx û hêjayîyên xwe va ruhê nandarî û mêvanperwerîyê wek nirxekî parastine. Û ew yek pir baş li ser rûyê wan ê jxwerazî tê xuyan, dema ewana bi hezkirineke mezin pêşbazîya mêvanan dikin... ” (Di derbarê çand, kevneşopî û deba êzdîyan da bi hûrbînî – li jêrê binihêre! – E. C.)

“Bila hezar pesin li navê Xorênatsî bin, ku ew îro rewşa jibîrkirî ya bîranîna ronî ya paşeroja meye nemir hişyar dike. Weha, ji bo çi min bi dilxweşî xwest gereke biçûk di paşeroja peyhatîyên bedbext ên binemala Vîştasp da bidim, ên ku ji hêla cîhana bêwijdan va hatine jibîrkirin û heya naha jî bi hêvîya rizgarîya xwe di labîrêntên bilindahîyên çîyan da dijîn” (rû. 42).

hêla cîhana bêwijdan va hatine jibîrkirin û heya naha jî bi hêvîya rizgarîya xwe di labîrêntên bilindahîyên çîyan da dijîn” (rû. 42).

Û ev jî hê hemû nîne. Sîon Vardapêt Têr Manvêlyan di pirtûka xwe ya “Kurmanjên yêzîdî” da gotina xwe ya di derbarê nirx û hêjayîyên jîyana êzdîyan da didomîne, û bi heyr û hijmekarî wana li ber ermenîyên xwe vedike, yan jî, wek mînaka jêhînbûnê nîşanî wan dide (ma ne, ev pirtûka wî bi xwe ji bo xwendevanên ermenî hatibûye nivîsîn), û ew bi tu awahî nikare hest û hijmekarîyên xwe veşêre...

Weha, hinek ji wana:

“...Mirov zendegirtî (matmayî) dibe, cîhan wana mirovên bê ol û bawerî hesb diki r û îro jî hesab dike, lê ew – tevahîya mirovayê”( rû. 12).

“...Ew (yê êzdî. – E. C.) hez dike û jêra bûye hînbûn, ku ji jorva, ji bilindahîya olîmpî va li gelên dora xwe binihêre... ” (rû. 23).

“Divê bê gotin, ku kurmanc serbilind hatye cîhanê, di her gaveke wî da, di her liveke wî da, di axavtina wî da ruhê wanî ser bilindîyê tê xuyan”. (rû. 23).

Helbet, ravekirin û ronîkirina rastîya bîr û bawerîya êzdîtîyê pirsa demê ye.

Û ewê bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng pêk bê,

“ya ku, – wek ku S. V. Têr-Manvêlyan dinivîse, –

pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan dê bi wê va girêdayî be”.

Dîsa jî, S. V. Têr-Manvêlyan mirovê serdema xwe bûye û nikaribûye derî bandora bîr û bawerîyên bawerîyên naha jî bi hêvîya riz garîya xwe di

olî û doktrînên dema xwe bûya. Bi taybetî jî, eger mirov wê bibîne, ku ew erkdarê olî bûye, ezdazan bûye.

Û, eger di demeke weha da, bi statûsa xwe ya wisa va, di derbarê êzdîyan da dinivîse, ku “ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin...”, ev di derbarê wê da dibêje, ku ewî, wek kesayetîyekê, di çi mercan da jî şêwaz girtibe, çi dogm, qedexe û pêwendîyetî jî hebûne, dîsa jî, ew ne ku tenê Mirovê serdema xwe bûye, lê, her weha yê hemû deman e...

...Di vê berhemê da ne ku tenê dîtin û ramanên balkêş ên S. V. Têr-Manvêlyan ên di derbarê ola êzdîyan û bîrûbawerîya wê da hene, yên ku li ser bingeha çavdêrî û lêgerînên wî yên zanistî derketine holê, lê, her weha, gelek agahîyên wî yên balkêş yên di derbarê warên cuda yên jîyana êzdîyan da hene –ên civakî, netewzanî (îtnografî), kevneşopî, çandî û debî da...

Û lewra jî, ezê li vira, bêyî ku guhartinên taybet di wan da pêk bînim, hinek parçeyên pirtûka navborî ya Têr-Manvêlyan dîyarî bala xwende vanan bikim:

“Mêrê kurmnac bi bawer li ser bingeha qewîn a pîrozîya malbatê sekinye – ya wî, jineke wî heye, û jîyana wî heya dawîyê bi wê va girêdayî ye. Û ev di nav pêwendîyên mêr û jinê da pevgirêdaneke pîroz e. Ew sond dixwin û soz didin, ku ewê di bin banê wê malê da, ya ku çarenûsê para wan derxistye, wek du stûneyên di bin wî banî da bijîn, û bi hev ra nîrê xwe bikişînin,... ewana bi sûra pêwendîyên jintî û mêrtîyê dijîn û wê îdêayê dipejirînin û bawer dikin, ku di kesên jin û mêr da ruhek (rewanek) bi cîh bûye.

...Jina kurmanc wisa jî alîkara mêrê xwe ya herdemî ye – hem di karên rêncberîyê da, hem jî di hemû karên biçûk û mezin ên cotkarîyê da, ji bil î nêçîrvanîyê, ya ku her tenê karê mêr e. Jin rêvebira karên mala xwe yê hindurîn e, ew kevanî ye, dayîk e, terbîyedar e û ya ku ji bo wan hemû karan bi ryarê dide û pêk jî tîne, ew bi xwe ye” (rû. 16 – 17).

“ ...jinên bedew, bi taybet, keçên ciwan, di nava berekên kurmancan da bêhtir xwedî şans in û hêjayî rêzgirtunê ne, ne ku di nav gelên dinê da. Ew hem jî bêhtir azad in. … Jinên êzdî yên ciwan, wisa jî keçên wan, ji bilî wê, ku gerdena xwe bi rext û rişmeyan …, zendên xwe jî bi bazinan û guhên xwe bi guharan dixemilînin, ewana hem jî rojên şahî û geşt û seyranan bêvilên xwe bi stêrkên (qerefîlk/xizêm. – E. C.) bi brilliant (almast/elmas. – E. C.) ji herdu alîyên va dixemilînin... yên balkêş yên di derbarê warên cuda yên jîyana

...Yek ji taybetîyên keçên kurd ên ciwan, ew e, ku ew çîpên nigê xwe ji serfêza gûzekan hinekî vekirî dihêlin. Û ewana wan derên nigên xwe bi çend rêzên morî-mircanên rengîn dixemilînin. Wisa jî gerdena meremerî û stûyê keça kurmanc a ciwan bi wan xemilandî ne, û hem jî poxikên zîvîn û morîyên xas û biha û yên çavan, ên ku wan ji çavên nepak biparêzin, serê gulîyên wê yên hûrvegirtî va dardakirî ne, û ew hemû bi rextê gulîyên hûrvegirtî ra berbi jêr va dişûlikin – berbi navkêlka wê va. Bi devzendkên milên cil û libasên wan va morîyên bi şirik in, û dema ew destê xwe dihejînin, zingezingeke ahengî ji wan şirikên zîvîn dertê û axavtvanên xwe heyr û hijmekar dihêlin. Divê bê gotin, dema keç û bûkên ciwan diaxivin an distirên, ew dengana tevî dengên wan ên zîz û tenik û stranên wan ên bi xweşawazî yên bi “lo-lo-lo!” dibin.

Dirûn û hûnan, bi taybet jî, daxistina tevn û xalîçe û yemenîyan ji bo jina kurd tiştekî rojane yê ji rêzê ye... Ew ji tivtika (pûrt) bizinê konên reş ên pir çê û qewîn dihûnin, û ew jî xwedî taybetîyên xwe yên bêhempa ne, pencên tavê û dilopên baranê ji wan ra derbaz nabin. Heya, eger sêlav jî bikişe, hîç dilopek jî wê ji konê kurdî ra derbazî hindûr nebe...

Lopên kurdî yên dualî, yên ku wek “yemenî” tên zanîn, yek parçe, qul-qulkî û xweşik in. Wana ji bo firotinê ne ku tenê derdixin herêmên navendî yên Rûsîyayê, lê, her weha dibin welatên dereke jî. Wisa jî xalîçeyên kurdî yên nerm û lopên zîlî baş qîmet dikin...

Di nav hezar jinên kurd da dijwar ku mirov bikaribe yekê bibîne, ya ku nikaribe serbest karê tevn û teşîyan pêk bîne... Jina êzdî di warê şîrmeyandinê, dewkilanê û penêrgirtinê pisporeke çê û zane ye: toyê wan ê bi tem, mast, toxavk, rûn, penêr, bi taybet jî penêrê eyêr ê di nav toraqê da cîyê pesinandinê ne. Ev penêra dibe ku ji cûreyên penêrên holandî yên buha çêtir be – hem bi tema xwe û, hem jî, bi giştî...

... Ewana pir ji paqijîyê hez dikin – her çiqas ew merc, ên ku ew tê da dijîn, pir hişk û dijwar in, ewana di xanîyên kevne hizhizî, di bin çadiran da dijîn, lê dîsa jî tiştê ku ew hez dikin û ji mirov daxwaz dikin, paqijî ye.

Ewana jîyaneke nerm û hêsan hez nakin, bi teybet jî, di karê terbye-toreya zarokan da...”

(rû. 17 – 22.). “Mirov avijîya xwe li wê hevbawerîyê tîne, ya ku di navbera êzdîyan da heye. Eger ewana bi hev ra carekê-duyan nan û xwê xwaribin, êdî dibin mirovên hev ên nêzîk, ew dibin dostên hev, û herdu alî jî bi bawer in, ku bawerîya di nava wan da ya here çê ye.

... Di nav êzdîyan da bikaranîna deynnameyê hema-hema nîne, li şûna wê, ew bawerîya xwe bi wê sozê navkêlka wê va.

DDDDîrrrrooookkkk

Wergera ji ermenî û şirove: Ezîz ê Cewo

Page 6: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

tînin, a ku wan daye hev; ew deynname yê wek nîşana bêbawerîyê dibînin.

Di nav wan da selef (faîz) nîne: li ber diravên deyndayî va selefan hilnadin (ew pir bin, an – hinidik!), ew guneh, û sûcekî giran tê dîtin...

Ewana, bi giştî, evîndarê bedewîya bêhempa ya xwezayê û hunerê ne: ewana hez dikin li bilûrê bidin, ji govend û stranan hez dikin..., stranên kurdî bi piranî dilşewat û melûl in.

Şivanên wan kerê pêz bi seraweyên bilûrê û xweşbînîyan û fîte-fîtan berbi wargehên çêre va dibin.

Mêrê êzdî hez dike, çekê bi xwe ra bigerîne û baş lê xwedî derdikeve û wê diparêze. Çeka wî hertim bi wî ra ye, wek hevalê wî yê herî nêzîk û parçeyekî bingehîn ê bedena wî...

Ew hez dike û jêra bûye hînbûn, ku ji jorva, ji bilindahîya olîmpî li gelên dora xwe binihêre...

Divê bê gotin, ku kurmanc hema di destpêkê da serbilind ji dêya xwe bûye, di her gaveke wî da, di her liveke wî da, di axavtina wî da ruhê wanî serbilindîyê tê xuyan.

Di zikmakî da pir têgihîştî û laqirdîhez in. Têgihîştîbûna wan bi taybet jî di nav hejmartinê da tê xuyanê. Her çiqas haya wana ji hejmarzanîyê nîne jî, ew nizanin hejmêrkê (teknîka hejmartinê a sade – E. C.) bikar bînin, lê, dîsa jî, ewana bi serfirazî û pir bi zû hejmarên dehezaran dihejmêrin, heya ji pisporên hejmarzanîyê jî çêtir. Helbet heya naha karê wan bi hejmarên pirhezarê û mîllîonan ra çê nebûne.[**]

Yê êzdî tucar ji gotina xwe nayê xarê, û ev yek ji her sînoran derbaz dibe, heya digihîje asta ernûsîyê. Û ji ber wê jî, hîç kes nikare wan ji ya wan bîne xarê. Gotina tirs ji bo wan nîne, ewê mirinê bipejirînin, ne ku tirsonekkîyê. Heya zarokên wan jî derba dijimin bendî tiştekî danaynin, bi xwînsarî lê dinihêrin... Hem mêr, hem jî jin ji zaroktîyê va fêrî hûnera bikaranînina çekan dibin.

Bi dîtina wan, ger mirov li dijî bawerîya xwe here, ew tirsonekî ye: û evê yekê hemû jî dizanin. Ermenî an fars, ji bo ku bidin xuyan, ka mirovek çiqasî bi bawer li ser xwe sekinye, dibêjin: yê wê “parsûya (parxana) kurdan bi wî ra heye!” – ew jî tê wê watya, ku ew pir li ser gotna xwe da dikeve, mirovekî bi biryar e”(rû. 22– 26).

“...Yên êzdî hespên cirîdê – kihêlên kurdî, baş xwedî dikin, wan dihêvşîn û diparêzin – hema weke kevneşopîyên înglîzan, heya, dibe ku ew kevneşopî di nav kurdan da berî wana jî hebûye. Divê bê gotin, bi saya bê navber domandina dorguhêrîyê, gênêolojîya (şecere) hespan tê parastin...

Taybetîya sereke ya hespên kihêl ên rastîn ew e, ku: serê wanî biçûk û ştafî ye, guhên wan biçûk û tûdirêjkî ne, çavên wane zêndî û geş in... Bi giştî paşila kihêlê kurdan ê beza golover e û ji pişta wane mîna zînan bilindtir e...

Mêrê kurmnac hespê kihêl ê rastîn bi rastî ne tenê hez dike, ew ji bo wî tiştekî pîroze...”(rû. 26 – 28).

“...Mêrê êzdî di warê birînkewîyê (birîn qenckirin) da pisporekî çêtirîn e, bi taybet jî, di pirsa qenckirina birînan da – birîn-qutkirina dest an nigan. Ew nexweşîyên hindur û hemû sedemên wan baş dizanin.

Û ji ber çarenûsa xwe ya bedbext ew ji hev bela bûne û di gel î-geboz û şkevtên rêzeçîyayên bilind da bi awayekî xwe parastine.

Li vi r ewana tenê hêvîya xwe dane ser nêçîrvanîya xwe, rêcberîyê, hûnera xweye bi dest sêwirandinê, û bi wî awahî zimanê xwe yê dê û ola xwe ya bi reng û awazên xweser parastine...

Dema bi van ramanên xwe yên melûl min amadekarîya xwe dikir, vê dîroka xwe ya biçûk a di derbarê rewşa êzdîyan a zêryayî û wê helwesta mirovahîyê ya bêwijdan û bêşêkir da, ya ku nikare bê efûkirin, ser hev da bînim, min di rojnameyekê da (“Mşak”, 1910, hejmara 4-an),... bi dilşadî xwend..., ku swêdî êdî bi praktîkî bûne pêşengên çalakîya dilovanîyê li hember êzdîyan.

... Ji Swêdê êdî xanimeke svêdî verêkirine, ji bo ku di Îgdîrê da mala zarokan ji bo êzdîyan veke. Û ji bo vê armancê ewê êdî serî li hukumetê daye...

Lê piştî du rojan, di hejmara 8-em a rojnameya fermî ya “Kavkaz” da ez dixwînim, ku ew xanima swêdî bi walîyê Yrêvanê birêz Tîzênhaûzên ra danûstandinan pêk tîne, ji bo ku pirsa vekirina mala zarokan a swîdî-êzdî bi erênî bê çareserkirin.

Ma, mirov çawa zendegirtî nemîne, gava dewleteke biçûk ya li perê Ewropayê, ji cîyekî ewqasî dûr bi dilovanîya mirovî bala xwe berbi wan peyhatîyên netewa gewre yên bedbext va diguhêrin, ên ku bi hezarsalan hatibûne jibîr kirin.

Lê gelên asîyayî yên gewre bi dewr û zemanan ew bi nêzîkva zanibûne,hinek pêwendîyên wan jî bi wan ra hebûne, lêbelê li hember vî gelê bedbext, lê yê pir hêja û xwedî paşerojeke ewqas bi nav û deng, a ku ya hebûna hemû mirovahîyê ye, wisa jî li hember roja wan a îro ya belengaz lap bê nan û xwê (bêşêkir) derketine.

Dilê mirov baristan dibe, ku van demên dawîyê bi daxwezîya nûnerê giştî (walî) yê dewleta meye dilêş û gewre yê li Kafkasîyayê, graf (kont) Vorontsov-Daşkov dibistana seretayî ya êzdîyan a yekem êdî vebûye...

Lêbelê ev hemû ji bo çareserkirina pirsgirêkên bê hed û hesab hindik e. Di sêrî da divê lêgerînên bingehîn di warê zimanê wanî xweşawaz û dewlemend da, di warê hunerawan a bi dest sêwirandinê, di warê ola wan a nebînayî û bêhempa da pêk bînin.

Wisa jî divê lêgerînan di warê rabûn-rûniştina wane kevneşopî, sazîya civakî, çêkirina xurekên şîrî, hunerê bijîşkîyê û xwedîkirina ajalên malê da pêk bên. Ev hemû ji demên berî dîrokê yên kezî (yên destpêneketî) da di nava pêşveçûna demê ya bêrawestan da hatine û gihîştine van rojên me.

Û ev jî, dibe ku bibe pirseke girîng ji bo lêgerînên çand û zanistê û ewê wisa jî pir kêrî zanista vejîyanbûyî û li ser rêya pêşveçûnê û hunera profêsîonal bê...

Û kî, û kengê divê ji bo sêwirandina xwendin û wêjeya xwe ya xweser serê xwe bêşîne, ji bo evên ji binemala (tûra) Vîştasp, ên ku hema di sêrî da xwedî taybetîyên xwezayî yên nebînayî ne?

Kî divê alîkarîyê bide wan, ji bo ku ew siyaseta xwe ya xweser rêvebibin?

Nizanim!...(Rû. 35 – 37).

Her çiqas ev pirsên Sîon Vardapêt Têr- Manvêlyan dilêş

Ew hemû reh û reyîşkên hêşnahîyan, gîha û kulîlkan, ên ku kêrî qenckirina nexweşîyan tên, nas dikin:

dizanin, ka kîjan ji wan çi taybetîyên xwe hene, navên wan çi ne, divê wana çawa amade bikin û bikarbînin. Helbet, hemû jî – anegorî kevne şopîyên kevn ên pêşîyan.

Ewana dest û pêyên şkestî, wisa jî yên ji cî derketî, bi serfirazî û zû qenc dikin, ew ên mirovan, an ên pez û dewarên malê bin, ferq nake. Û ew wisa dikin, ku yên nexweş zêde neêşin û nezêrin” (rû. 29 – 33)…

“... Di dewr û zemanan da ji ber girêdanî û kêrhatîbûna xwe ya bê sînor se ji hêla mirovan va hêjayî xwedîderketin û parastinê bûye. Lê di nav tu gelî da li hember sê ewqas hezkirineke bi dil, dilovanî û xwedîderketin nîne, çiqas di nav kurmancên êzdî da. Ewana bi guhdarîyeke mezin li tajîyên nêçîrê xwedî derdikevin û bi taybet (cuda) jî li wan dinihêrin...

Maleke êzdîyan nîne, ya ku tejîyekî an çend tajîyên nêçîrê yên perwerdekirî xwedî neke...

Zivistanê qolikên (bêmil) rîs ên sivik li wan dikin, yên ku bi taybetî ji bo wan dihûnin. Ew di malên xweyên xwe da dimînin.

Yên êzdî xiştê dikin stûyê tejîyên nêçîrê (xişt bazbendeke ji serva tenoke ye, ji binî va jî çerm e) ji alîyê derva va strîyên hesinî yên tûj li pêva hene, ji bo xwe ji guran biparêzin.

Hem di pevçûna di navbera du mirovan da (dûêlo), hem jî dema nêçîrê, mirovê di cîhanê da yekî mîna mêrê êzdî çê û jêhatî nikaribe bibîne.

Çi ku li ber wan derê, ew nêçîra wê jî dikin: ew bi serbestî heya nêçîra kûlanan (kerên kûvî), gakûvîyan, hirçan, rûvîyan, kêwrîşkên kûvî û rewirên dinê dikin.

Yek e, hîç yek ji van jî nikare xwe ji şivdara nêçîrvanê çîyan ê çê, wisa jî ji seyên nêçîrê yên gurêx û perwerdekirî veşêrin, an bifilitin…”(rû. 33 – 35).

Û – li şûna peynivîsê!

Ew, çi ku li jorê di derbarê pi rtûka S. V. Têr- Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî” da, wek berhemeke zanis tî, di derbarê qîmetê wê yê ji bo lêgerînên dîrok, ol û çanda gelê kurd da, hate gotin, dikare nîvhero bimîne, eger di derbarê dilovanî, xêrxwazî û gîrodarîya (xemxurî) ya xudanê vê pi rtûkê ya li hember êzdîyan da neyê gotin.

Li ber çavan e, ku ew bi rêalî wê rewşê tê digihîje, ya ku bi çarenûsî para êzdîyan derketye. Û ew dilxweş dibe, ku, her çiqas ew mercên jîyanê pi r zor û dijwar bûne, lê dîsa jî êzdî hemû nirx û hêjahîyên xwe yên mirovî diparêzin:

“Mirov çiqas î dilxweş dibe, ku rewşa wane belengaz a ji ber karê wan êrêncberîyê yê salên di rêj, bi jîyana wane koçerîyê ya tuje bûyerên nebînayî nikaribûnerûhê wan ê şervan ê leheng û ni rx û hêjayîyên wan ên dinê winda bikin…

Ji ber rewşa s îyasî ya nebaş ev gelê hanê yê kevnar ne ku tenê heya naha ji çand û perwerdeya desthilatdaran bêpar maye, lê wisa jî nivîs û xwendina wî bi xwe jî nîne, her çiqas ew xwestina

wî ya jîyanî ya here bi dil bûye. nêçîr

6 DDDDîrrrrooookkkk

Page 7: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

DDDDîrrrrooookkkk

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

7

hirêtorîk bên xuyan jî, dîyar e, ku ew bi biryar formûlekê digere, ku bibîne, ka, gelo, êzdî berê kî bûne û, bi rayê çarenûsa nepak çi hatye serê wan, lê, hê di destpêka pirtûka xwe da evî oldarê ermenî yê xaçparêz şêwazek daye bersîva wan pirsan.

Ewî bi şanazî daye zanîn, ku:“... her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên bi nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên gewre hene” (rû.:5).

__________________ [*]Tu grêfterîyek di navbera navê ola kurdan a kevnar Êzdî û navê Sul tan Êzîd da nîne.

Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”.

Her navekî Xwedê tê raveki rin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî” tê. Paşê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, deng jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye peyvekê.

Peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî).

Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyanra dibêjin ezdayî. Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sul tan) cîhana îslamê bûye.

Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sul tan Êzîd) kurê Maewî bên Ebî – Şi fyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xel îftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê El î xel îfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye.

Hesenê kurê Elî, tê jehi rdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr- meawîyan dest hilat darîyê hil tînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sul tan). (Ji gotara Ezîz ê Cewo ya “Êdîtî” – http://www.pen-kurd.org/

kurdi/ezize-cawo/ezditi.html) [**]Nêrîna S. V. Têr-Manvêlyan a di derbarê tê gihîştinî û laqi rdîhezîya êzdîyan da, helbet, balkêş e, lê nêrîneke dinê jî heye – nêrîna Êndryû Kollînzê zanîyarê înlîz ê dema me, yê ku, wek ku tê xuyan, dibe ku, wisa jî agahîyên dinê li ber destê wî hebûne.

Weha, ew çi dinivîse: “Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina wan a kevnar û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber ku ji bo hejmartina temenê cîhana me ewana serdemên demdirêj bikar tînin.

Ewana bi bawer dibêjin, ku hevtê û du Ademên cuda hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê demê di cîhana me da mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema me peyhatîyên Ademê dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê wateyê, ku temenê cîhanê mîll îonek çarsed û çil hezar sal e.

Rastîtîya weha bi serê xwe di derbarê ti ştekî da jî nabêje, lêbelê, ev hejmarên mezin (...) wana ji arîkê hilnedane.

Lap berovajî wê – ewana dengvegerên ser dewranên s têrkzanîyê yên pi r kevn in û govenîya zanînên hejimarên gerdûnî ne (ûnîvêrsal), yên ku di çîrokên cihêreng ên gelên tevahîya cîhanê da hene”.(Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 207//Wergera rûs î ya pi rtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî (Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”), Moskova, 2008, rû. 207).

Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih

R R R R EEEE N N N N GGGG ÊÊÊÊ

XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV

Page 8: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

Ayîna Xûramî şaxeke ji şaxên ayîna Yezdanî. Yezdanî ew ayîna kevine ya pêş Zerdeştiyê, yanê Zerdeştî bi xwe jî şaxek û geşbûnek ji wê ye. Xûramî di hin gotûbêjan da wek berdewamiya Mezdekiyê têye dîtin. Evin li jêr hin dawerên peywendiyê di navbera wan da:

Dawera yekem:

Wezîrê Selcoqiyan yê farisî Nîzam El-Mulk نظامEl Hesen bin Elî El Tosî) الملك الحسن بن علي الطوسي )

gotiye ku piştî padîşahê sasanî Kisrayê Yekem (Anoşerwan) tevgera ayînî mezdekî têkbir, êdî tikes î ji wan newêrî li di jî dewletê serî hilde. Lê belê kebaniya Mezdek, navê wê "Xurme keça

Fade" bû, bi du kesan ra ji alîgi rên Mezdek çûn

"nêziya El Rey � û derdorên wê. Li wir û ew الر

herdu kes jî li gel wê, bi nehînî doza belavkirina ayîna malxiyê xwe ki r û piştî demekê gelek kes î ji Mecosan ev ayîn wergi rt. Gelê herêmê nav li wan ki r "Xûřemiye", lê belê wan doza xwe neda der û newêrîn di nav gel da ayîna xwe aşkere bikin"1.

Divêt em bêjin ku bajarê El -Rey bajarekî Madan yê kevine. Gelek kesên navdar di warên çandî û siyasî da di serdema îslamî da ji vî ba jarî ne û bi

leẍema "El Razî راز� têne naski " ال rin. Navê "El

Rey" şêwazê erebî ye ji navê "rê" û "rêẍe" yê kurdî bi maneya "rê, rêk".

Ev ba jar niha li dora 6 km li başûr-rojhilatê Tehranê (paytextê Îranê) dikeve. Berê li ser rêya hevrîşim (ĥerîr) bû, ya ku ji welatê Çînê dihat û digihîşt Derya Sipî. Ev bajar xwediyê gi rîngahiyeka bazi rganî bû, ji lew ra nav lê ki rin "Rey", yanê (rê, rêk).

Me ev agahdarî got ku em bidin xuyaki rin, Mezdekî bêhti r li herêmên Mîdiya çalak bûn û cemawerê wan bi pi ranî neviyên Madan bûn. Ji lew ra , "Xurme = Xûrme = Xûrmê" bi maneya "Şemsê" kebaniya Mezdek çû wan herêmên mîdî2.

Gelek gengaz û mimkine ku Mezdekî di rastiya xwe da îdeologiyeka niştîmanî be ku neviyên Madan (Kurd) wek bingeh û çarçew ji xwe ra gi rtibin, daku li dijî serdariya farisî ya hevpeyman li gel ayîna Zerdeştî rawestin, û piştî wê Xûramiyan jî wek îdeologiyeka niştîmanî gi rtibin daku li dijî dewleta Xîlafeta Îslamî serî hildin (emê paşê vê mi jarê pêşkêş bikin).

Dawera duwem:

Leẍema "Xuřemî / Xûramî" ji navê rojê (Xûr = Hûr = Sûr) di zaravayên kurdî da hatiye.

din Ĥellac têbigihînin, dema ku ji Xweda ra dibêje:

Şaxek ji şaxên here mezin ji pêşiyên Kurdan bi navê (Xûrî = Ĥûrî = Hûrî) hatiye naski rin, ji ber ku "roj" sembola wan ya ayînî û niştîmanî bû. Heya niha jî navê (Hûr = Xûr = Sûr) di navên kesan, çiyan û ba jarên kurdî da maye; ji navê bajarê (Xûrem Abad) da, yanî bajarê rojê, li başûrê Kurdistanê, bigi re heya navê çiyayê (Hûrî) li herêma Efrîn li rojavayê Kurdistanê.

Ev nav di navê (Xûrme = Xurmê), kebaniya Babekê Xûramî da jî maye. Beşdariya Mezdekî û Xûramiyan di pîrozki rina sembola rojê da sedema wê yekê ye ku navê (Xûramî) di navbera wan da hevbeşe.

Dawera sêhem:

Hem Mezdekî û hem jî Xûramiyan rengê sor wek sembol ji bo alayên xwe û cil û bergên xwe bi rine. Ji wan ra digotin "Surkhalaman" (Sorxalaman), yanê xwediyên alayên sor û "Surkhjamagan" (Sorxijamagan), yanê xwediyên cil û bergên sor. Ji lew ra , di jêderên îslamî da bi

leẍema "El Muĥemereh رة yanê xwediyên ,"المحم

rengê sor hatine naski rin.

Wisa tê xuyaki rin ku sembola rengê "sipî" bêhti r li ba Zerdeştiyan belavbûyî bû. Ji Zerdeştiyê ra digotin "ayîna sipî" û ji al îgi rên wê ra leẍema "El

Mubeyîdeh المب�ضة " hatiye gotin. Heya niha jî

rengê sipî di cil û bergên oldarên Zerdeştî û Êzîdî da gelek diyare3.

Sembola rengê sor careka din di sedsalên 14-an û 15-an da li ba Kurdên Elewî (Alawî = Halawî) hate xuyakirin. Bi turkî ji wan ra "Qizilbaş" hate gotin, yanê (xwediyên seriyên sor), ji ber ku şalên sor didan seriyên xwe. Dîrokzan bi rêz Mihirdad Izadî Mezdekî û Xûramiyan wek pêşiyên Elewiyan dihejmêre4.

Dawera çarem:

Husên Qasim El Ezîz حسین قاسم العز ز gotiye ku

Xûramî şaxeka ayînî pêşketî ye ji Mezdekiyê, ew bi keftelefta navbera xêrxwaziyê (xwedayê ronahiyê) û şerxwaziyê (xwedayê tarîtiyê) bawer dikin.

Ew xwediyên rêbazeka civakî şoreşgerî ne, doza belavki rina zeviyan li cotkaran dikin, beşdariya wergi rtina sûd û mifayê ji hebûnên gelemper dixwazin û ri zgarki rina jinan ji wê asta nizim ku gihîştiyê.

Herwisa doza berxwedanê li dijî zordarî û çewisandinê û nepeji randina sernixûniyê li ber derebeg û desthilatdariyê, û nepeji randina dayîna bacên gi randikin. Ji al îgi rên wan kesên cotkar yên here bêhti r bûn.

cotkar yên here bêhti r bûn. Xûramiyan ev gil î û gazinên xwe li dijî zordariyê bi zincîreka raperîn û serhildanên gelemper derbirîn5.

Dawera pêncem:

Bi rêz Mihirdad Izadî gotiye ku Mezdekî û Xûramî di baweriya veguhartina giyan da hevbeşin; bi taybetî jî giyanê rêveber û kesayetiyên ayînî navdar. Ew di milk û saman, û alavên berhemê da alîgi rên hevbeşbûn û hevhebûneka civakî bûn, herwisa al îgi rên raki rina cudahiyên çînayetî civakî bûn.

Alîgi rên van herdu ayînan bi pêkanîna dêl îndêzên cins î tevayî hatin sucdarki rin ku ew di şevekê da li hev dicivin û mûman vedimirînin. Dijminên Yezdaniyê heya dema niha jî van buĥtaniyan di Êzîdî, Kakayî (Yarsanî) û Elewiyan didin.

Ev buĥtanî di serdemên îslamî da pi r hatin belavki rin û mebest jê ew bû ku nav û dengê alîgi rên şaxên Yezdaniyê çepel û rahol bikin; wan bidin xuyaki rin ku ew bê ni rxin, bê merc û bendin. Bingeha vê tawanbariyê ewe ku alîgi rên şaxên Yezdaniyê dêl îndêzên xwe yên ayînî di hin yadên ayînî da bi tevayî pêkdianîn; wek cejna "Ayini Jam" (Ayînî Cam), û jêra "Jamekhane" (Ceme Xane) jî dibêjin.

Di wan dêl îndêzên ayînî da jin jî beşdar dibin; ji ber ku civakên Yezdanî cudahiyê naxin navbera mêr û jinan. Heya niha jî Elewiyên Dimilî (Zaza) van dêlîndêzên civakî pêktînin. Hin dîroknas û zaniyarên fiqha îslamî beşdarbûna jinan di wan şahiyên civakî da bi mebest wisa hejmartin ku ew şahiyên cins î civakî ne6.

Kurtahiya gotinê di vê mijarê da ewe ku di navbera Mezdekî û Xûramiyê da ti ştên hevbeş yên ayînî, civakî û siyas î bingehînî hene. Ev du tevgerên ayînî ne di çarçewa hêrzana baweriya Yezdanî resen da ne. Ev jî di wan şoreşan da tê xuyaki rin ku Xûramî li di jî dewleta Xîlafeta Ebbasî pê rabûn. Evê mi jara xeleka me ya dahatî be.

Jêder 1 Nizam Al Mulk: Siyasetname, rûpel 254. 2 Nizam Al Mulk: Siyasetname, rûpel 254 3 Al Shatibi : Al Ihtisam, 3/356. Al Zahabi : Siyer A'lam Al Nubela , 2/292. Al Tabari : Tarix Al Rusul we Al Muluk, 9/109. 4 Mihrdad Izady: The Kurds . rûpel 131. 5 Huseyn Qasim Al Aziz: Al Babkiye, rûpel 146. 6 Mihrdad Izady: The Kurds . rûpel 151.

8 DDDDîrrrrooookkkk

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Xelek - 30

BI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVAN

Peywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê daPeywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê daPeywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê daPeywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê da

Page 9: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

9

Nasnameya Yezdanî:

Çandên gelan - tevî zor û perçiqandinê - bi

temamî wenda nabin. Dibe ku zordar çandên hin

gelan heya bi radeyekê wendayî bikin, bidin

aliyekî, çepel û rahol jî bikin, lê hin bingehên wê

di kûraniya bîreweriya niştîmanî da zindî dimînin,

li hêviya merc û nîrên guncawin ku ji nû va bêne

vejandin.

Di dîrokê da rewşa şaxên Yezdaniyê jî bi vî awayî

bû. Tevî wan şerên ku dewletên farisî bi navê

Zerdeştiyê li dijî wê bi rêvebirin û tevî wan şerên

ku Dewleta Xîlafeta Îslamî jî li dijî wê dane

destpêkirin, dîsa jî hin hêmanên Yezdaniyê di

kûraniya hişmendiya civakî ariyanî da zindî man.

Serhildanên Xûramiyan di serdema Dewleta

Xîlafeta Îslamî da nimûneyên here diyarin. Ew ne

tenha serhildan û şoreşên civakî-siyasî bûn, lê

belê, ew xwedî nasnameyên Yezdanî bûn jî. Bi

gotineka din, ew şoreşina niştîmanî gelemper

bûn, ew hin bizavên jidil bûn ji bona vejandina

kelepora yezdanî, ya ayînî, siyasî û rewiştî.

Ev bizav û raperînên pêşîn hên di dawiya

serdema Xîlafeta Umewî da xuya bûn; ew wek

rêaksiyona gelên ne Ereb (Mewalî) li di jî siyaseta

zordar bû ku xel îfeyên Umewiyan li dijî wan

gelan pêkdianîn.

Şoreşa li di jî Dewleta Umewî li Xûrasanê

destpêkir û bi rêveberiya kesayetiya Kurd Abu

Muslimê Xûrasanî bû. Ew bi xwe ji Kurdên başûrê

Kurdistanê ye. Leẍema "Xûrasanî" dane ser wî, ji

ber ku peywira amadekirina şoreşê li Xûrasanê

spartin wî.

Di pey ra , Abu Muslim çarçewa şoreşê fi reh ki r û

pi raniya herêmên Ariyana (Ji Afganistanê bigi re li

rojhilat heya bi Kurdistanê li rojava) gi rte nav

xwe. Di sala 750-î da Xîlafeta Umewî roxand û

Dewleta Xîlafeta Ebbasî avaki r.

Me bûyerên vê şoreşê hûrik-hûrik di pi rtûka

"Kurd û Dewleta Xîlafeta Îslamî" da dane pey

hev. Em hêvîdarin ku ev berhem di demeka nû

da bê weşandin.

Divêt em bêjin ku pi raniya şoreşgeran ji gelên

ariyanî bûn; xwediyên çanda Yezdanî bûn. Ji hin

gotûbêjan tê fêhmkirin ku wan hin hêmanên

yezdanî teve Îslama Şî'î ki ribûn, ji ber ku şoreşa li

di jî Umewiyan bi navê "Al Al Beyt bû (Al " آل البیت

Beyt ya pêximber Mihemed).

Yek ji wan hêmanan ew bû ku "giyanekî

Xwedayî" dikeve laşê hin kesayetiyên navdar. Ev

baweriya yezdanî kevin hên di rêya Mîtrayiyê ra

derbas Kirîstiyaniyê bûbû, û heya niha jî li ba

Şî'eyan bi şêwazê "Îmamê Me'sûm " م المعصوماإلما

heye.

derbarê

Dema ku xel îfeyê ebbasî duwem Abu Ce'fer Al

Mensur di sala 722-an bi doxmanî (îxanetî) Abu

Muslim kuşt, raperînên Xûramiyan li pey hev

destpêkirin.

Navdartirîn raperînên Xûramiyan:

1 - Şoreşa Sunbad: Vê şoreşê di sala 755-an

da li Xûrasan û rojhilatê Kurdis tanê destpêkir û

rêveberê şoreşê "Sunbad" (Sunbaz) mirovekî

mecûsî bû û hevalekî pi r nêzîk yê Abu Muslim bû.

Şoreşa wî şoreşeka cemawerî cotkarî bû,

armanca wê hildana tola Abu Muslim bû. Alîgi rên

vê şoreşê bawer diki rin ku Abu Muslim nemiriye,

ew hilkişiyaye asîman û hên zindî ye. Xelîfeyê

Ebbas î Abu Ce'fer Al Mensur ev şoreş di xwînê da

perçiqand û dora 60000 şoreşger dane kuştin.

Pi raniya wan ji herêma "Çiyan" bûn (çiyayên

Mîdiya= Kurdis tanê), hemû jin û zarokên wan

ki rin kole û cariye û Sunbad jî hate kuştin1.

2- Şoreşa Ustazsîs: Vê şoreşê di sala 766-an

da li Xûrasanê bi rêveberiya "Ustazsîs" destpêkir.

Ev jî tevgereka cemawerî bû; li dora 300000

şervan tevlêbûn. Piştî şerên gi ran şoreş hate

şikestin, li dora 70000 şoreşger hatin kuştin û

14000 jî hatin dîlki rin. Rêveber Ustazsîs jî hate

daleqandin2.

3 - Şoreşa Al Muqene' ع المقن : Vê şoreşê jî di

sala 776-an da li Xûrasanê destpêkir. Ev şoreşeka

gelêrî mezin bû; bi rêveberiya Haşim Bin

Ĥekîm 'bû. Leẍema wî (Al Muqene هاشم بن ح,�مع .bû, ji ber ku maskek dida ser rûyê xwe (المقن

Piştî pi r şeran, ev şoreş jî di sala 779-an da hate

şikestin. Al Muqene' di keleha wî da hate

dorpêçki rin. Wî xwespartin nepeji rand. Rabû

agi rekî guř dadan, wî, malabata wî û hin alîgi rên

wî xwe avêtin nava agi r. Ev helwesta qehremanî

di bîreweriya gelêrî ariyanî da çend sedsalan zindî

ma 3.

4 - Şoreşa Azeybeycanê: Vê şoreşê sala 807-

an li Azerbeycanê destpêkir. Piştî çend şeran

leşkerên Dewleta Xîlafetê ev şoreş jî perçiqandin,

li dora 30000 şoreşger kuştin, yên din jî teve jin û

zarokan dîl gi rtin û bi rin Karmanşahê ku li wir

xel îfe Harûn Al Reşîd hatibû geşt û seyranê. Wî

ferman da ku dîlgi rtiyên mêr bêne kuştin. Jin û

zarok jî li sûka koleyan hatin fi roştin4.

5 - Şoreşa Babekê Xûramî: Ev şoreşeka

niştîmanî gelemper bû, armanca wê rizgarki rina

gelê Ariyana ji Dewleta Xîlafetê bû û vejandina

ayîna Yezdanî bû. Reveberên wê yê yekem

"Cawîdan" bû, yanê yê hemdem. Bi herhal ew

Kurd bû. Wî û al îgi rên wî dev ji Îslametiyê

berdabûn û vegeriyabûn ayîna Yezdanî.

Ew li ser wê yekê sûr bû ku armancên xwe bi

hinekê

cihbîne. Pêş mirina xwe, xortek bi navê Babek

ki re rêveberê şoreşê, ji ber ku baweriya wî bi

lehengî û dilduris tbûna wî ji armancên şoreşê ra

hebû. Kebaniya Cawîdan got ku giyanê malxiyê

wê ketiye laşê Babek (li gor baweriya

veguhaztina giyan) û bi wî ra li gor rewişt û

dêl îndêzên Yezdaniyê şû bû (zewicî).

Şoreşa Babekê Xûramî ji şoreşên Xûramiyan ya

here demdirêj bû. Şoreşger li hember leşkerên

Dewleta Ebbasî yên here hêzdar rawestiyan.

Şoreşê herêmên gelek fi reh gi rtin nav xwe; wek

Azerbeycan, beşê mezin ji rojhilatê Kurdis tanê û

rojavayê Ermîniya . Kurd û Deylem (Dimbilî) di

nav wan da, ji pi raniya gelha û rûniştivanên wan

herêman bûn.

Şoreşê di sala 816-an da, di heyama xel îfe Al

Ma'mon المامون da destpêkir. Rola çiyan di

serkeftinên şoreşgeran da pi r mezin bû. Wan

xwe di çiyayên asê da yên bi mêşe û daris tan

diparastin û bi êri şên "lêde û vegere", li gor şerê

gêrîlatî, şerdiki r; êri ş dibirin ser karwanên

xurdemenî yên leşkerê ebbasî û dixistin dest

xwe, û wisa pi r caran leşkerên xîlafetê ji ber wan

bazdidan.

Di heyama xel îfe Al Mu'tesem المعتصم Billah da ,

Dewlta Ebbasî taktîkên nû bi karanîn. Yek ji wan

pêkanîna hêzên taybet bû ku jêra "Kohbanî",

yanê (çiyayî) dihate gotin. wan di şerê çiyan da,

di dagîrki rina bilindcihên asê da, di avaki rina

kelehan û kolandina xendekan da hebû.

Taktîkeka din jî belavki rina s îxur û qelawûzan li

herêmên şoreşê bû ku nûçe û agahdariyên

derewîn û di jminane belav bikin, û bi di rav û

pereyan eşer û wijdanê derebegan biki řin. Ev

çîna derebegan - ji ber bernameyên şoreşê yên

civakî - li dijî şoreşê bûn5.

Bi vî awayî leşkerên xîlafetê biserkeftin pêkanîn,

û Xûramiyan di qada şerê Hemezanê (Amedan =

paytextê Madan), di sala 833-an da şer derdan.

Navê rêveberê şoreşê li wê herêmê Narseh bû.

Hejmara kuştiyên Xûramiyan gihîşte sedhezarî, ji

bil î jin û xortan. Yên ku man jî derbasî nav axa

Roma Bîzantî bûn û li bakurê Kurdis tanê hatin

bicihki rin. Kurdên Dimilî (Zaza) yên wê herêmê ji

neviyên wan şoreşgeranin6.

Bereya Azerbeycanê demeka di rêj li ber xwe da.

Lê belê, piştî kuştina hin mezinên rêveberên

şoreşê bi doxmanî (îxanetî), yek ji wan jî Îsmetê

Kurdî bû, leşkerên xîla fetê biserketin, gelek

Xûramî kuştin û pi r kes jî dîl gi rtin. Di sala 837-an

da nawenda şoreşê jî dagîr ki rin. Hîngê Babek bi

nehînî çû herêmên bakurê Kurdis tanê ku di bin

desthilat û kelîja Romî da bûn, daku emperatorê

Romê Théophile destekê bide wî, ew dîsa vegere

û şoreşê li di jî Dewleta Xîlafetê berdewam bike.

Xelek - 31

BI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVAN

Raperînên Xûramiyan li dijî Dewleta Xîlafeta Îslamî

DDDDîrrrrooookkkk

Page 10: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

Mîtrayiyê şîrove ki rin).

3 - Pêş xuyaki rina pêximber Zerdeşt li dor nîveka

hezarsala yekem pêş bûyîna Îsa ; baweriyên gelên

Ariyana bi gelemperî li dor xweda (Azda = Yezdan

= Mezda = خالقي), li dor xweda (Ahûra) û xweda

Mîtra dizîvi rin. Bi gotineka din, hin êl û hozan yan

baweriya vî xwedayî yan yê din digi rtin. Tev li van

bawerî û ayînan, hin hêmanên efsanewî û

pûtperestî jî hebûn.

4 - Pêximber Zerdeşt hersê sazûmanên ayînî

(Ezdayî - Ahûrî - Mîtrayî) gihandin hev, ew ji

ramanên efsanewî û sihi rbaziyê paqij ki rin û

xis tin çarçewa ayîneka ariyanî yekane bi navê

"Zerdeştiyê" di bin alaya xwedayê yekane

(Ahûra-Mezda) da; Mîtra jî ki re mezinê feriştên

(Ahûra-Mezda); ew feriştê Peyman û

daxuyaniyan.

5 - Mîtrayî, Zerdeştî, Êzdîtî, Manewî, Mezdekî

(tev li Xûramiyê), Kakayî (Yarsanî), Alawî (Halawî,

Elewî) û Durûzîtî, û tevgera ku di serdema Ebbasî

da bi navê "Tevgera Qurmutî" (Kurmît, Xûrmîd)

hate naski rin, û tevgerên ku di heyama nû da bi

navê "Babeyî" û "Behayî" tîne naski rin, ev hemû

bawerî hin şaxin ji şaxên Yezdaniyê.

6 - Her yek ji van baweriyan - kêm yan bêhti r -

hin rahên ramana ayîna Yezdanî di xwe da hiştine

û herwisa di wan da hin hêmanên felsefeya

Yezdanî ji bo şîrovekirina cîhan û gerdûnê, hin

hêmanên derbarê teoriya afi randin, û pêkhatinê,

peywendiya afrîner û afrînber û çarenûsa mirov

piştî mirinê hene. Li hêla din di van bawerî û

ayînan da hin têgeh û dêl îndêzên ayîna Yezdanî jî

mane.

Bi rastî ev çend salin ez rûberî vê pi rsê bûme. Ev

pi rs herdem derbarê nasnameya kurdistanî bi

gi ştî (erdnîgarî, dîrok, civak, çand û kelepor û

hwd.) di nav pi rsên min da bû.

Wek gava pêşîn ji bo lêkol îna li vê pi rsê, min hin

agahdarî civandin û di 31 xelekan da bi navê

zincîra "ji Kaniyên Yezdaniyê" belav ki rin. Heval

mamosta Mustefa Reşîd (spas î ji bo wî) ev hemû

xelek wergerandin kurdiya bi tîpên latînî. Xeleka

dawî li ser ayîna "Xûramî" (Şemsanî) bû.

Di pey ra , min nivîsandin di vê babetê da heya

demeka kurt rawestand daku ez li agahdariyên

nû bigerim. Armanc her ewe, heya ji me bê û

mimkin be, em bigihînin têgihîştineka avêne û

zelal derbarê rastiya ayîna Kurdan pêş

Îslametiyê. Encamên ku heya niha ez gihîştim

wan evin:

1 - Di serdemên dîrokî pi r kevin da Ariyanên

rojhilatî (ji bakurê Hindistanê da û Afganistanê li

rojhilat bigi re heya bi Kurdis tanê li rojava) xwedî

baweriyên destpêkî bûn, û di wan da efsane û

çîrokên nîgaşî tevlihev bûn. Ev efsane û çîrok li

dor hêzên suriştê û hêmanên gerdûnê dizîvi rîn,

yanê ewa ku jêra tewtemî û pûtperestî tê gotin.

2 - Bi pêşketina hişmendiyê ra ramana ayînî jî

pêşva çû. Wê hîngê - wek nimûne - di destpêkê

da roj wek xweda didîtin.

Di pey ra , roj wek bercesteki rina xweda dîtin, û di

pey ra wek sembola ronahiyê ji bo xweda dîtin.

Heya niha jî roj wek sembol di berma û kelepora

pi raniya gelên Ariyana da maye, û bi rêya

Mîtrayiyê derbas nav kelepora ki rîstiyanî jî bû

(me ev mi jar di lêkolînên xwe da derbarê

10

7 - Bi derbasbûna çax û heyamên dîrokî, şaxên

Yezdaniyê hem guhartin û badan ketiye wan; daku

bi pêşketina hişmendiya mirovî ra biguncin, û

alîgi rên wan xwe ji êri ş û qi rki rinên gelemper

biparêzin ku di nav deman da rastê hatine. Hem jî

raserî raholki rin û çepelki rina bi mebest hatine;

yan jî çepelki rina bi encama têgihîştina çewt û şaş.

Daku em bikaribin têgihîştineka giştî derbarê

Yezdaniyê (ayîna ariyanî pêş Îslametiyê - ya kurdî jî

di nav da) ji nû va avabikin, pêwîstiyeka pi r gi rîng

bi avaki rina encûmeneka Yezdanî bala heye ku

zaniyar û lêkolîner ji Zerdeştiyan, Êzîdiyan,

Yarsaniyan, Elewî û Durûzan têda hebin; karbikin

ku tiştên hatine wendakirin careka din bên vedîtin,

tiştên ku hatine guhartin bêne sererastki rin û yên

ku hatine çepelki rin bêne paqi jki rin.

Di rastiyê da diviyabûn partiyên Kurdan yên mezin

- here kêm ji destpêka sedsala 21-an da

encumeneka kurdistanî bala pêkanîbana, û bala

xwe bidana van babet û mi jarên gi rîng.

Lê belê, mixabin heya niha jî hên amadekariyeka

jidil di vî warî da ji bona avaki rina encûmeneka

Yezdanî bala tineye. Li ba partiyên Kurdan hên jî

warên leşkerî û siyasî baldariya wan dikişîne û

aliyê çandî bê baldarî maye.

Gelo rewşenbîran Kurdan dikarin bi vê erkê rabin?

Belê, lêkol înerên di vî warî da xwedî serborî

dikarin di navbera xwe da hevgirêdanekê

pêkbînin, mijarên gi rîng parvebikin, her yek di

warekî yan çend waran da ji warên şaxên

Yezdaniyê bibin pispor û bigihînin jinûvajenandin û

-hûnandina ayîna Yezdanî bi awayekî temam û

giştî (bawerî - perestin - dêl îndêz - danûstandin).

Xeleka Taybet

BI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVANBI NAVÊ XWEDAYÊ GEWRE Û MIHIRVAN

Gelo Ayîna Kurdan pêş Îslametiyê çi bû?

DDDDîrrrrooookkkk

Di dema derbasbûna Babek, di rêya xwe da bo

Ermîniya , xwediyê keleha (Şakî) Suhê l Bin Sunbad

pêşwaziya سهیل بن سن1اد wî bi dilxweşî kir û ew ki re

mêvhanê xwe. Lê belê, bi nehînî peywendî li gel

Efşîn, rêveberê leşkerê xîlafetê ki r ku were Babek

bigi re, helbet ji bo di raveka pi r. Suhê l Babek

vexwande raw û nêçîrê li geliyekî ji geliyê wê

herêmê. Efşîn jî, li gor peymana wî bi Suhê l ra , li

wî gel î kemînek vegi rtibû û wisa Babek dîl hate

gi rtin7.

Babek anîn ba jarê Samerrayê سامراء li Îraqê.

Xelîfeyê Ebbasî ferman da ku li pêşiya wî Babek

bikujin. Ferman da celadan ku pêşî dest û pêyên

wî bibi řin û şûr (şwîr) têxin nav parsiyên wî daku

bêhti r biêşe. Lê belê Babekê qehreman her li ber

xwe da, ne naliya û ne jî ki re hawar û gazî.

fêhmkirin ku Babek rêveberekî qehreman bû

Bi perçeyên ku ji destên wî mabûn xwîna ku

diherikî li rûyê xwe dida. Xel îfe jê pi rsiya ku çima

ew wisa dike? Got: Ez wisa dikim daku rûyê min

zerd nebe û kesên dor min nebêjin ku Babek ji

mirinê ti rsiyaye8.

Ev gotûbêj wisa di jêderan da hatiye. Wisa jê tê

fêhmkirin ku Babek rêveberekî qehreman bû

nimûneyekî bê hempa bû. Wî dest ji durişma

şoreşê (rengê sor) heya kêliya dawiyê ji ji yana

xwe berneda, û şoreşa wî şoreşa niştîmanî ya

dawî bû ji şoreşên Xûramiyan li dijî Dewleta

Xîlafeta Ebbasî.

Jêder 1 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 7/495-

510, Ibin Al Asi r: Al Kamel fi Tarikh, 5/66-69

2 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 8/29-

32. Al Zahabi : Tarikh Al Islam, 3/805.

32. Al Zahabi : Tarikh Al Islam, 3/805.

3 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 8/135-

144, Al Maqdisi: Destpêk û dîrok, 6/97.

4 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 8/339.

Al Maqdisi: Destpêk û dîrok, 6/103.

5 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 9/29-

30.

6 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 4/59.

Ibin Al Asi r: Al Kamel fi Tarikh, 6/38.

7 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 9/47,

50. Abo Heni fe Al Dinewri : Al Akhbar Al Tiwal,

rûpel 405.

8 Al Tabari : Dîroka pêximber û padîşahan, 9/53.

Ibin Al Asi r: Al Kamel fi Tarikh, 6/36.

Page 11: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

Pêşserên me berê digotin:“Ji çiya pêve, dostên gelê Kurd nînin… Belê niha

dostên me hene, hema em neyarên hevin“

Hema wekî dixuye, hinek dostên gelê Kurd jî hene, û yek jiwan nivîskarê

Swîsrî George Halban e, ku xudanê romaneke balkêş û mi jar xweşe. Roman

bi sernavê „Malik ê gur“ e, ji 222 rûpelan e, û çapa wêya yekê bi bergekî

qaling û sor e.

Roman bi zarê Almanî hatiye lêki rin, û di sala 1975ê de li München, ji aliyê

weşanxaneya Piper & Co. ve, di bin jimareya fermî (01042/1) de, hatiye

çapkirin û belavki rin.

Wekî dibêjin:“Name di navnîşanê retêyen asîn“, wilo em di diyariya nivîse

vanê romanêre, dostaniya wî ji Kurd re ji serî de dibînin. Ew di destpêka

diyarî ki rina pi rtûka xwe de, wilo dinivîse „Bo dostên min ên kurd û gelê

wan ê wêrek…“.

Lew re mirov dikane bibêje, ku ev roman xebata wêjevanî ya duwemîn e –li

gor nasîna min-, ku bi Almanîtê de dîmenekî başê gelê Kurd hatiye

xuyakirin.

Xebata pêşîn romana nivîskarê Almanê navdar e: Karl May, ku bi sernavê

„Di nav Kurdistan a asêre“. Ewroman, a ku li Europa bi tevayî hatiye nasîn û

pi r bi hêjayî hatiye ni rxandin, û taybet li Almaniya , Swîsra û Austriya…

Romana George Halban, kuniha li ber destên meye, ji çiyayên Hekarê de, ku

Reşbayê ji başûr ve hiltê, bi xwere germî û tolazê tîne, destpê dike. Di

navbera rojavayê çiyayê Araratê û s înorên Iraq û Turkiye de, Malik ê gur, ku

kolonêlekî amerî kîye, a janekî Ereb dide kuştin jiber ku ew hatibû, da

serveşart geha CIA di wan çiyan de vede, ku piştre leşkerê Iraqî bavê jeser

wê û wan kesên di wir de tune bike.

Li nav çeya Hekarê, ku gelê Kurd dijî û ketiye ber pi rastengî û kelemên ku

leşkerê Turkî ji xelkên avçe yê reçê dike, û zorbaziyeke mezin li gundiyên

hejar dike, di navbera Malik ê Gur û gundiyên Kurd de têkiliyeke gelek baş

pêda dibe. Ew dikare xwe di nêv Kurdan de bêti rs bi cîh bike û bi harîkariya

wan karê xwe bê astengî bike, û ewana jî bi hebûna wî di nêv wan de jihê riş

û teşqeleyên cendirme û leşkerê turk qurtal û azad dibin, ti rsa wan kêmtir

dibe.

Di teviya romanê de, dîmenê Kurd wekî mirovin ciyê baweriyê ne, wêrekin,

rêzgirtina mirovên biyanî dikin, têdigihin çi siaysetên gi ran li ser welatê wan

bi hevdiçin, xudan dîrokeke têkoşerin, û ne tenê ber destiya mêvanên xwe

dikin, belku ewana amadene ku xwîna xwejî di ber mêvanên xwe de erzan û

heban bidin, û dilê wan ji bo azadiyê liyane „aşiq e“…

Lê ji aliyekî dî veniştê Kurdan ciyê dax û êş û kelemaê ye, hejarî û bêzarîye,

kevnecivaka mirovîye, di nêv sê neteweyan de, Turk û Ereb û Faris, ku her

yek ji wan bizava xwe dike wê civakê bi darê zorê di bin destê xwe de

bihêle, bi servejî, ew aliyê Kurdistanê bûye şer geha qaçaxciyên Heşîş û

Efyûnê, ku paş mêr û bazarganên wanên mezin gelek in, ji wan hene

endamên serhêz û siyasetmendên Turkan in û fi roşkarên Faris û a janên

Ereb in.

Nivîskar ne tenê wê navçeyê ji aliyê ciyografî ve baş dinase, ew ji aliyê

civak û êl û ol û pevçûnên rengarengve jî baş dinase, bi servejî dîrokan

avçeyê, û diyare ku ew demekê li nêv Kurdan û bi Kurdan re jiya ye, an li

wir, li Kurdis tana „asê“ bi kêmtirîn kurte demekê maye…

Ew jî wekî Kurdan dizane, çewanê çîraguran bike, û tewjiajal û cinawerên

nêv çiyan nati rse, û lewre Kurdan navê „Gur“ bi ser wî xis tine, û ji ber wê

yekê bi “Malikê Gur“ hatiye nas în.

Malikê gur, ku yek ji kesên tevhêja , wêrek, çalak û xudan mejiyekî pi r

başe, hem di cenga Korêya de û hem jî li Viyêtnamê xelatên tev baş û

bilind bi rine, ew bo xebateke taybet û bi dizî ji nêv 200.000 serhêzên

leşkerên amerîkî hatiye vebirrîn „veqetandin“.

Xebata wî ewe, ku di dema tûjbûna Cenga Sar de, paş cengên Korêya û

Viyêtnamê, wanajanên Rûsî, bê ku MIT ê turkî bizane ew çidike, tune bike,

ewên bi dizî di Turkiye de dilivin, û agahiyan li ser Turkiye, ku endama

NATO ye, di civînin û hevalbendên Amerîka tune dikin.

Bo serpêçana wî jî, karekî teknîkî, çavdêriya tangên leşkerê turkî, bi wî

hatiye pesartin, û ew baş bi zimanê Turkî jî hatiye fêrki rin. Divê ew karê

xwe di demekê de bike, ku Urisan 3 hêzên xwe yên gi ran, bi rakêt û tang û

zi rxan bi dizî amade ki rine, ku kanibin bi zûkî di her demekê de, dakevine

Roj hilata Navîn, da piştvaniya Ereban bikin, û ji aliyê dîve, Pêntagon jî

gelek rakêt û tang amade ki rine, ku başûrê Sovyêtistanê bi kine agi r û xul î

û di serzi reyê „deryayê“ reşre, bi zûkî kanibin „Binzik ê gevşê Rûsiya“

bis tînin, weku Churchêl ê Ingil îzî di Cenga Cîhanîya Duwê de avêtibû ser

„Binzik ê gevşê Europa“, da zora leşkerên Hitler bibe.

Tiştê tev balkêş di vê romanê de ewe, ku mezinê „Malik ê Gur“, berî

destpêkirina karê wî yê buve „dijwar“, di herêmeke pi r nêz de ji s înor û

serhedên Urisan ve, ji wîre dibêje, ku dostaniya gelê Kurd ji wîre gi ring e, û

jêre dibêje, ku yê di wê herêmê de dixwaze bi serkeve, pêwîste bibe

dostê serhildêrên Kurd û nebe neyarên wan.

Nivîsevanê romanê bi fi rehî li serpêhatiyên gelê Kurd radiweste, xiniziya

Mustafa Kamal bi gelê Kurd ki riye tîne zimên, her û her rûyê hêjayê gelê

metîne ber çavên xwendevanan û carinagota „Dilê Kurdistan“, di rewştên

xwe yên kurt û kin de bi kar tîne.

Romaneke rast balkêş e, tevî ku ewqas ne naskirîye… Wekî hemî romanên

polîs î û yên li ser a janên CIA û KGB ya Rûs îye, di dema Cenga Sar de,

hemadêmenekî kurdî, yê ewqas hêja , têde hatiye, ku mirov dikane

nivîskarê wê wekî dostekî neteweya Kurd a bin zorki rî, ji hevki rî û pereng

perengî parçeki rî, bi jmêre.

Ya çêti r ewe, ku mirov bi xwe vê romanê bis tîne û bi xwe bixwêne. Heger

del îve û piştvanîji min re çêbibe, ez ê bizava wergerandina wê bo Kurdî

bikim.

re

Sûriyê ne. Ew ji vi r biqçaxî bi rêya keştiyan,

11 BBBBeeeellllaaaavvvvooookkkk

Dîmenê Kurd di romana

„Malik ê Gur“de„Malik ê Gur“de„Malik ê Gur“de„Malik ê Gur“de

Ya nivîskarê swîsrî : George George George George HalbanHalbanHalbanHalban

Wergêr: Can Kurd

Page 12: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

FFFFoooollllkkkklllloooorrrr ÛÛÛÛ ççççîrrrrooookkkk ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

12

Çetoyê dikandar li ser dengê Cenbel î derket ji derve, çavê xwe li Cenbel î digerînê, lê xwedê bide, tê bêjê qey bû peşkek av û bi erdê de çû, heswê Çeto gi rt mûyê laşê rabûn, weka bis tika lêtên rûyê wî zerbû, çokê wî leri zîn, çend selewat di dilê xwe de dan, destê xwe bi çavê xwe de anî ji xwere got: ev Xwedê jêrazî bi kude çû.?

Çend gava bi pêşde çû, li dora xwe di meyzînê ji winda bûna wî matmayî ma, di dilê xwede got: weheye ev ji qencê Xwedê be?! Yan Ecinîne? Heger ne yek ji herdûka be wê çibe?

Hîn wisa Çetoyê dikandar li dora xwe dinêrê dilê wî ji beytik bihti r lêdixe. li ciyê xwe sekiniye ji nişkîve Cenbel î di kêleka wiya çepêre derket?

Lê wek ku bi hina re daxivê û xwe di ber axavtina xwe re acizdike, destê xweyê rastê yê ku darê di rêj tê de çep û rast dibê tîne. Dilezîne û ji nişkî ve di ciyê xwe de disekine, serê darê xwe li erdê dixe, bi dengekî bilind da ku Çeto yan hin ji gundiya dengê wî bikin?

Dibêjê minê hûn çîk ki rban ha lê ez li zarokê we disekinim ma hûn nizanin ez dikarim we winda bikin, we ji ser rûyê erdê mihobikim? Ez dikarim we xefizbikin we tine bikim, ku hin bêjin ew hebûn û hin bêjin ew nebûn, zimanê xwe di rêj nekin, ti ştê ez bêjim ewe?

Min çi got nabe kes bêjê na û carek dî vê mi jarê venekin, hebûna we ji bo hûn bi riyarê min cîbicî bikin û hew? Min hûn ji hovîtiyê ber bi asat mirovatiyê anîne, hîn hûn pi rsa dikin? Min pi r bihna xwe li we ferehkiriye, yela ji vi r biqeştin, pêzevengno?

Çaxê ku Çeto vê hêrs û xezeba Cenbel î dibînê, didê ber selewata û bi lez bi şûnde vegera dikana xwe, bihnefişk bi ser ketiye, derî li pey xwe gi rt. Weka ku deh mirov wî bigrin û bi hejênin, wisa Çeto diçê û tê nema xwe li ser linga digre, di cihê xwe de rûnişt, lê cardî hedana wî nehat, wek taya mirinê xwe lê pêçabe, di ranê wî li hevdikevin, ti ştê jê tê ayat Elkurs î dixwîne û şehda xwe tîne, ya rebî dilovaniya te ya rebî dilovaniya te!

Biqasî çarîkî Çeto Ayeta Elkursî xwend, ta ku hinekî hate serhev, guhê xwe pêlki r ji xwe re got: dibin û tînin, tiştek

Luqman Silêman

CenbelîCenbelîCenbelîCenbelî

Xeleka – 2

ka hîn li vi re? Tê tipêjin neki r bi çalebka xwe gihane pişta derî, di wan celxê di derî de çavê xwe bivi r-wired gerand, lê ti ştek nedît!.

Destê xwe avête derî hêdîka, da xwe rabû li ser linga sekinî weka zarokek çend mihî hejiya hat ku bikeve, lê herdû destê xwe danê rexê derî ta ku bi ser hişê xwe ve hat, karî di cihê xwe de bisekine biqasî mirov ta bi diha bi jmêre wisa ma sekinî, ta ku zanî dema destê xwe ji dîwêr berdê nakevê hêdîka , wek ku mirov dereka kul derman bike, wisa bi hi jiyarî guhê xwe da ser derî û herdû çavê xwe dane ser hev bihna xwe gi rt, cardî tipêjin neki rin wek yekê diz hêdî hêdî piçekî derî veki r çavê xwe çep û rast gerand ti ştek nedît.

Piçek dî derî veki r bi qasî ku serê wî di ber derî re derkeve, serê xwe biqas î çarteliya derxis t ji derve, çep û rast li vî rexî, rexê dî nêrî ti ştek nedît, xwest serê xwe bi şûnde bikşîne da ku derî hineka dî veke, lê çima çûkek di wê kêliyê de ji ber başokê baznade û xwe li derî naxe. Dema ku çûk li derî ket Çeto şewişî ji dêvla serê xwe bikşîne derî gi rt serê wî ma di nav bera derî û dîwar de.

Bihna wî çika , çavê wî tarîbûn, ji linga ket bi ser devê xwe de, kete erdê, serê wî ma ji derve û gewdê wî ma di dikanê de, û bû tepe repa lingê wî weka çûka bi perpi te.

Şêniyê gund ji hemî eşîrê kurda pêktên beriya ku Cenbel î li vî gundî bi cî bibe, gund pi r aram bû ji hev hezdiki rin weka malekî bûn, di xêra hevde bûn bê hevdû xwarinek ne dixwarin, bi xweşî û reşiyê hev re bûn. Çi dema rojê ba dikarîn herin malê hev li malê hev bixwin û vexwin.

Gund ji Kevin de hatiye avaki rin hin ji gundiya dibêjin ji dema ku gemiya Nûh Pêxember bi ser avê ketî û li kiloxê Çiya yê Cudî bi cî bûye, me jî ev gund ji xwere avaki riye! Em ji bermayê zarokê Nûh pêxemberin.. Lê hin dî ji gundiya dibêjin; Kes ji me nizanê temenê avaki rina gundê me çiqase yan kî ji pêşiyê me ev gund avaki riye? ji ber ku ne me dîroka xwe nivîsandiye. Lê hinê dî dibêjin piştî hatine Ola Mûsa pêxember em li vi r bicîbûne, lê ew jî ne her kes bawerdike!.

Aqayê serxweş Nivîskar: Seyda Nasir Haşimî

Werger ji Farsî: Mehdî Elewîferd 1

Aqayê serxweş bi spartina jina xwe çû ku goştê mirîşkê bikire; lê gava ku vegeriya mal , mirîşk li destê wî nebû. Jinê pi rs î :

pes mirîşk ka?

Wî got: min danî li nava hewşê. tu nigeran nebe, pişikê me ji mirîşkê diparîze.

Jinê bi heyranî pi rsîa : kîjan pişik? Em ku bê pişik in.

Aqayê serxweş got: heye, ew pişika meye delalê, li nava hewşê rûniştibû û miyaw miyaw diki r.

Jina wî revî ber bi hewşê û dît ku pişika delal goştê mirîşkê bi devê xwe gi rt û revî.

2

Aqayê serxweş li xebatên kehrebayî jî dizanîbû; wî bixwe nû kehreba anîbû mala xwe, lê tenê pi rsgi rêkek hebû ku gava ku Tv vê dixis t, çi raya destşokê jî vêdiket.

3

Niha dema pi rtûk xwendinê ye. Li kolana aqayê serxweş jî pêşangehek pi rtûkê li dar ketibû. Lê gelek fi roşkerên gerok di nava pêşangehê da hebûn. Aqayê serxweş jî bi malbata xwe çû pêşingehê û pi rtûk û gelek tişt ki rî.

Ki rîna wan evan bûn: avweşînk, şampû, çenteyê jinane, kartikek û goşt.

û teva pesindariya min û gelê gulan kirin, ez wekî bûkekê

Xwarina guldankê Nivîskar : Mesûme sadat Mîrxenî

Werger ji Farsî : Meryem Elewîferd

Gunehê min nebû ku gula bapîrê qar ki r.

Ez li ber pencereyê sekinibûm û min camek şîr vedixwar. Gula bapîrê li min tamaşe dikir û serê xwe xwar ki r.

Min ewil bi destê xwe gul rast kir, lê dîsa wê serê xwe xwar ki r. Min cama şîr rête nava guldankê.

Min dît gula bapîrê serê xwe pi rti r xwar ki r û gerdenê wî xwar bû. Min fiki r ki r tav wî aciz dike. Min mîna dayîkê got: azîza min xem nexwe.

Min guldank hilanî û bi r nava aşpêjxaneyê. Gunehê min nebû ku guldanka bapîrê jînda gul neda.

Wî bixwe camek şîr ji min xwest.

Page 13: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

13 ççççîrrrrooookkkk

Ebdulbaqî Huseynî

NA BO TEKNOLOCIYA!

Dîsa Azad kete gumanan, ya rebî, ya îlahî, ev çi

musîbete careke din, Wileh hîn min perên cara

çûyî nedane xwediyên wan.

Azad vê carê çû ji xwedîyê xwaringeha ku lê

kardike, pere xwestin, û jê re got; tu dikare her

meh hinekî ji meaşê min kêm bike. Xwedîyê

xwaringehê dilê wî bi Azad ve şewitî, û rahişte

peran û dayê.

Azad ji fediya deynan, zor dida xwe ku gelekti r

karbike, da ku wan deynên lê, li xwediyên wan

vegerîne, hin caran nema diçû xwendina xwe, da

ku gelekti r bişxule.

Nebû sala Azad li Europa, bavê wî û diya wî bi

dehê caran telefona wî diki rin û pere jê

dixwestin,.. Azad ji xwe re got, dê û bavê minin, ez

ji wan hezdikim, lê Wileh û Tileh van gelekî

zêdekiriye. Rabû numreya telefona xwe guhert,

da ku hinekî li xwendina xwe vegere û karê

xwaringehê kêmbike, û nema dê û bavê wî jê re

telefonê bidin.

Şeş meh derbasbûn, dê û bavê wî kes nehiştin ku

pi rsa lawê xwe ji wan bikin, dawî herdû li hevalekî

wî rast hatin, ku hîn têkilîya wî bi Azad re heye, û

li ser fêsbûkê helavin û hin caran li ser mesencerê

bi hev re diaxivin.

Dê û bavên Azad gotin hevalê wî; Em dexîlê te ne,

ku tê vê qençîyê bi me re bikî, ku em karibin di

riya vê Fêsbûkê bi kurê xwe re biaxivin. Hevalê

Azad mecbûr ma, rabû ji telefona xwe di riya

mesencer ve, bi Azad re axivî û jê re got; evane dê

û bavê te li kêleka minin, dixwazin silavekê li te

bikin.

Bav, gotina yekê ji kurê xwe re got; Heyla teres î,

te numreya telefona xwe ji ber me guhertiye,

heyla şîr heramî. Azad nehişt ku bavê wî timam

bikî, li bavê xwe vegeran, yabû ez dexîlê Xwedê û

dexîlê te bim, tê li min negrî, ez di ezmûna

xwendinê de bûm, loma min telefona xwe

herdem digi rt, da ku kesek min aciz nekî, Wileh ne

ji ber we bû, ku min telefona xwe guhertiye.

Bav kêsa xwe li lawik dît û jê re gor; de başe, eger

tu hez ji dê û bavê xwe dikî, tê perana ji me re

bişîne, da ku ez û diya te herin mala Xwedê, emê

bibin hecî, bo em ji te re baş dua bikin. Azad li

bavê xwe vegerand, yabo qurbano, pere bi daran

nagevin, em peran ji erdê nadin hev, ez roj û şev

dişxulim,….

Bav gote Azad, ez nema dengê te dikim, xuyaye

xeta internêtê kêm dibe, de kurê min tu pera jibîr

nekî. Û telefona hevalê wî da destê wî û bi riya

xwe ve çûn.

Hevalê Azad ji xwe re got, min çi bi serê Azad ve

anî, çawa ezê labûrîna xwe jê bixwazim.

Ji alîyê din ve, dîsa Azad kete gumanan de, û di

nava xwe de digot; evê teknelociya nuh çi anîye

serê min, berê telefona dest bû, ana jî Fêsbûke, ka

wê sibe çibe?!...

Bû roj dî, çû zanîngeha xwe li cem pirofesorekî ku

kêfa wî gelekî ji Azad re tê. Azad çîroka bavê xwe

jê re got; ku dê û bavê min li welatin û rewşa wan

xerabe, ez nizanim çawa alîkariya wan bikim?

Perên min inçax têra xwarin û vexwarina min

bikin.

Ê pi rofesor jê re got; ezê di riya sindoqa şagi rtan

de karim alîkariya te bikim, ew dikarin hin peran

bi deyn bidin te, tê hêdî-hêdî li wan vegerîne.

Azad sipasiya pi rofesor ki r, ku vê carê jî ji ”perên”

dê û bavê xwe xelasbû.

Azad piştî ku pere şandin, rabû Fêsbûka xwe gi rt,

ku nema tu hevalên hundirê welat bibîne, û nema

bavê wî karibe di riya wan de jî têkilîyê pê re

deyne.

Azad di xwendina xwe de bi dereng ket, çimkî

deynên mezin lê çêbûn, ji pişt daxwazên dê û bav

ên wî, ên ku tucarî xelasnabin, ji dêvla ku sê salan

di bekeloryos de bimîne, ewî bi pênc salan

xelaski r.

Ew bibû demek ku têkilîya dê û bavê wî pê re

tunebûn, çimkî wî telefona xwe guhertiye û

fêsbûka xwe jî gi rtîye.

Ji alîyê din ve, dê û bavê wî çiqeçiqe nava wane,

ku çawa kurê wan telefon û fêsbûka xwe gi rtine.

Rabûn herdûn li ser tilîyên xwe heval û hogirên wî

hejmartin, dawî dê ji bav re got; heyra ez

bawerim, ku Azadê min dilê wî di keçka cîranê me

de hebû, heye-tuneye wê têkilîyên wî pê re hebin,

de ka ezê herim cem û pi rsa Azadê xwe jê bikin.

Belkî em zanyariyekê jê bibhîsin. Bav gotê; de

rabe bi lez here, ez bawerim ku ew ”kûçkê heram”

pê re diştexile.

Dema dê gihan mala keçka çîranan, ji keçê weye,

ku diya Azad hatiye wê ji kurê xwe re bixwazin.

Keçkê gelek qedir jê re gi rt û qeheweyek jê re

çêkir.

Dê ji keçê pisî, gelo Azadê min hin carna bi te re

naaxive?! Keçê ji kêfa jê re got, belê bi min re

diaxive û hin caran jî li ser Skypê em hevdû

dibînin. Dê ji kêfa dihete ku baskên wê çêbibin,

çimkî ti şt qezencki r.

Dê ji keçkê re got; keça min, bi Xwedê min beriya Azadê xwe ki riye, û ji mêj ve min ew nedîtiye, tu dikarî ana di riya ewa

Azad mîna hemî xortên ni fşê xwe, dixwest

pêşerojekê baş bo xwe avabike, û ji ber ku rewşa

welat alozbû, ti pêşeroj têde nemabû, hemî xelk

bi al î Europa ve diçûn, û koçberdibûn,.. Azad jî

xwest şensê xwe bicerbîne û here Europa, da ku

xwendinekê baş bixwîne û pê re karibe xwe û

herdû pîrên diya xwe û bavê xwe jî xwedî bike.

Azad ji dê û bavê xwe re got; ez karê xwe û

Europa dikim, da ku xwendenekê bikim û

pêşerojekê rind bo xwe avabikim. Dê û bavê wî

gelekî kêfa wan hat, ku wê lawê wan here Europa,

û ew bi vê çûnê wê xenê bibin û têkevin xêra

Xwedê de. Herdûkan bi yek dengî ji Azadê xwe re

gotin, Xwedê bi te re be.

Azad giha Europa, destpêkê gelek kezeb-talî dît,

heta ku cihê xwe di zanîngeha wî welatî de dît, bi

roj û şev kardiki r, da ku xwe xwedî bike. Nebû şeş-

heft mehên Azad li Europa, dê û bavê wî ji xwe re

gotin, ev ”exlaq-siz” li dê û bavê xwe napirse, kurê

cîranê me li Europaye, dê û bavê xwe di peran de

hiştiye.

Dê û bav gotin, ka emê ji vî ”teresî” re telefonekê

lêxin, belkî hinek peran ji me re bişîne. Bav ji dê re

got, ka tu pêre biştexile, û jê re bêje, bavê te

nexweşe, da ku perane ji me re bişîne. Dê rahişte

telefonê û ji kurê xwe re lêxis t: Alo, kurê min tu

çawayî, ez li te di rêj nakim, bavê te di

nexweşxanyê de ye, û pere ji me re lazimin, divê

tu yekser ji me re bişîne, de heydê bi xati rê te. Û

telefon gi rt.

Azad lalbû, nema şi texalî jê hat, û di nava xwe de

got; ya rebî, ya îlahî, ev çibû, ezê ji ku peran ji

bavê xwe re bînim, da ku heqê nexweşxaneya

xwe bide, ez şagi rtim, û perên ez ji şuxlê êvarî

qezenc dikim, inçax têra min bikin. Wê şevê xew

nekete çavên Azad.

Bû roja dî, Azad çû cem hin hevalên xwe û çîroka

bavê xwe ji wan re got; rabûn hin pere jê re dane

ser hev û danê û jêre gotin, ev perane bi deynin,

her meh tê hinekî li me vegerîne.

Azad piştî vê bobelatê gelekti r zor da xwe, ku

xwendina xwe baş bişopîne û herwiha karê êvarî

hinekî di rêjti r bike, da ku karibe xwe xwedîbike, û

hazi rbe ji bo careke din, eger ti ştek qewimî..

Du meh di wê navê de neqediyan, dîsa telefonek

ji diya wî hat; Azadê min heyran, bavê te piştî wê

nexweşiyê gelekî acize, dixwaze hinekî bêhna xwe

veke û here ba jarê kêleka me, li wir hinekî başti re

ji cem me, de heyran hin peran bişîne. Û telefon

gi rt, bêyî ku ji lawê xwe bipi rse, ka tu çawayî,

xwendina te giha çi pelpelûkê,…

Page 14: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

14

3 ççççîrrrrooookkkk

Marwa Birîm

Giliyên sor

Bê hefsarê hespê xwe bi newqa berbangê

gi rêda, pişta xwe ya xûz bi qijikên sencanan

xwirand û qutîka tûtinê ji bêrîka xwe

derxis t, hêdî hêdî bi pêçandina çixareyê re

dikir kufekuft , hin ji çep û ji rast, tif diki r û

dîsa bêhna xwe dikişand..

Wê hîngê roniyê xemla xwe di ber kembera

aso re leqand.

Ji nişkeve bi rînek ji paşila nepeniyê ket,

bizikxweşê giha sîkeke zirav û pişta xwe ya

bi rîndar bi bêdengiyê re hilpesart.

Di wê kêl îkê de, bi jimartina dilopên xuhê

re tîqtîqa kên bilind bû û got;

Yek, didu....pênc.....;

Bi dilopa dehê re, hilki şê ew westand.

Ling di rêj kirin, serî danî ser kevi rekî û dest

bi giliyan ki r.

Di ber xwe re çend keser û çend derd

kişand û got:

Ezê bi rastî havîngehekê werim tîna

demsalan biguvişim peyala temenên

bêdawî.

Hema ba bezî û pi rs barandin ...

-Lo bi rayo....!

Tepê te nas dikim

Min tu likuderê dîtîyî ...?

Çima tu wilo bênteng î...?

Çêşa dengê te tal e

Çima ewqas xemgînî ji xwîna te di rije...?

Wê çaxê hêkil da xwe ku rabe, lê kabokan

ew ranekir, piştî çend hewlan ku karibe

rabe ser xwe , çare nebû .

Li lêvên xwe vegeriya û lev herbilî :

Ez hêviya ku bi mitên s înoran di rî me, pi r şa

dibûm wê dema ku tu dîn dibû û bi hênikiyê

beranên bi rînê dajot ..

Ey bi ra .....!

Min venegerîn s înorên têrusti rî

Rast e, biyanî bi rînek e ...!

n, ez wekî bûkekê dîtim û ji min hezkirin.“

Lê, ewê rojekê qaliq bigi re.

Ne tu dizanî bi rîna sînoran û ne dawiya

bi rînan ..!

Hem Tim dev qiç e....

Bi dawîki rina giliyên sor re, arî di çixarê bê

de geş bû, dûvik di nav lêvan de vêket û

çizinî..

Bi çermê qert ket û bê di gerdûnê de ki re

hêlehêl û cardî tevizî .

Ta ku kete nava konekî kal, li kenara aveke

zi rav bi toqmêq serê ramanan dipelixand

û digot:

Bêhna genî ji we tê ..

Lehiya NOH jî, nema we naşo..!

Hi rî ji wê çêtir e...

Carina radiwestî li govdeyê xwe û mêze

dikir ..

Didît ku bûye hêl îna kunêran, reng vedida,

kesk, sor û zer dibû, bang diki r:

Mêratino...!

Hûnê kengî der bibin....?

Ax....!

Bi pi raniyên s îngan re çi rmîş im, neynûkên

min jî pi r Hilorî ne û bi hêsanî jev dikevim

..

Kon har bû û hêrsa dêng hîn bilindti r bû ...

Geşta biyaniyê ...

Bi banga kon re, xwîn di damarên bê de

bezî û serxweş bû, kon ji kokê de hilki r û

bi rîn jî bi xaziyê re şil ki r û li pişta hêsp

siwar bû û got;

Sîngên xwe mişt bikin ji bihna welêt ...!

Welat ne tenê Xaknîgarî ye ...

Welat bihn e rêwîno...!

De here welato...here...

Welat singan ...

Sînorên bi mit

Ramanên pûç radike ....!

n, ez wekî bûkekê dîtim û ji min hezkirin.“

dikarî ana di riya ewa ku te gotî, skypê-mikaypê em hevdû

bibînin.

Keçê yeqîn nekir, yekser skypa xwe vekir, û doza Azad kir. Azad jî tu carî bawer nedikir, ku wê diya wî here cem vê keçê û di riya Skypê de wî zeftbike. Dema Azad li ser Skypê bû online, yekser sûretê diya xwe li pêşiya xwe dît. Matmayî ma, gelo ez dixewnekê de me, an ez şaş ketime Skypeke dî de.

Diya wî bi nermî jê re got; Azadê min, tu çawayî law, Xwedê ji vê hevala te re razî be, ewê hişt ku piştî deh mehan em karibin hevdû bibînin, xuyaye law te dê û bavê xwe jibîrkirine, de bi Xwedê gelek deyn li me çêbûne, û wekû tu dibhîzî hemî tişt li vir buhabûne, de kurê min hin peran ji me re bişîne, bi Xwedê em di bin deynan de mane.

Azad berî ku bersiva xwe bide, diya wî jê re got, de bixatirê te kurê min, ez gelekî wextê te nabim, va ez çûm. Û da xwe û ji keçê re got; sipas keça min, vê carê jî me kurê xwe dît.

Keçik ji lebta diya Azad matmayî ma, û di dilê xwe de got, min çi bi serê Azadê reben ve anî, ezê çi jê re bêjim.

Azad ji alî xwe ve, sed xeber û kufrî bi teknelociya û skypê re anî, sed nifir li xwe kirin, û sed leanet li wê roja ku ew ji dê û bavê xwe re çêbû. Dîsa dikeve guman peran, ka vê carê wê ji kû bîne! Perên hevalan lê ye, perên xwediyê xwaringehê lêye, perên zanîngehê lê ye, ya rebî, ya îlahî, ka ezê çibikim?!.

Dîsa çû cem pirofesorê xwe û çîroka dê û bavê xwe jê re got; ê pirofesor gotê; kurê min guhbide xwe, xwendina xwe bi dawî bike, paşre tu dikarî karekî ji xwe re bike, û perên baş qezenc bike, wê demê tu dikare alîkariya wan jî bike, dest ji dê û bavê xwe ana berde.

Azad di nava xwe de got; Wileh xebera pirofesore, ev çi dê û bavin ku li min bûne bele, lê dîsa li xwe hay dibû û digot, ev çi pirofesor?, çi dibêje?, çawa ezê dest ji dê û bavê xwe berdim, na na, divê ez peran ji wan re peydabikim.

Azad çû revenda kurdan da ku hin alîkariyê ji wan bixwaze û ji dê û bavê xwe re bişîne. Li navçeya revendê bêrgî serokê wê dibe, û çîroka xwe jê re dibêje. Ê serok lêvedgerîne û dibêje; Em karin hin peran bideyn bidin te, lê tê li himber wan her roj çend seatan ji me re karbike, û karên te eve, tê vê navçeyê bişo, û çay û qehweya ji mêvanan re hazir bike,.. û hin karin dî hene, dema me ji te xwest, tê ji me re bike.

Azad mecbûr bû ku şertê yê serok qebûl bike, digel wî dizanî ku ew çand seatên ku li navçeyê karbike, wê li ser hesabê xwendina wî be.

Roj bi roj, Azad diwestiya, rewşa wîyî tenderûstî xerab dibû, nema hez li ti teknolociya dikir, bibû dijminê hemî multî-mediya yê, telefona xwe herdem qepat dikir, xwe ji fêskûkê û skypê derxistbû.

Ji tirsa nema kompîotera xwe jî vedikir, kete rewşeke sykolocî gelekî xerab de, dest ji zanîngeha xwe berda, bû miroveke bi hêrs, wekû dîna lê hatibû, hevalên wî, dorî wî ketin, deyn lê pirbûn, dawî nema tehmûlkir, xwest ku xwe bikuje.

Hikûmet pêve hat, û wî sixtin nexweşxaneya kesên dîn,..ewî li wir herdem bi hewar dikir û digot, na bo teknolociya nû, na bo mobylan, na bo fêsbûkê, na bo skypê,… piştî ku mana wî li wê nexweşxaneyê dirêjkir, ewî nema dengê kesekî kir.

Page 15: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

Nizar Mohemed Se'îd

HingivînHingivînHingivînHingivîn

ççççîrrrrooookkkk

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

15

'Hingivîn, hingivîn qewlî şrîn, şrîn nebit nebin! wernê berî s têng berdinê, me hîna mêş nebirîne, hingivînê me, dê hinekê bine Musil, yê mayî dê bo diyarî bine Bexda, hingivîn qewlî şrîn, xelkî mêşên me bi rîn'.

Xalê sefer, bi dengekê bilind, gazî diki r, navber navber, camê wî yê tejî, jê di rjiyan kul û keser. Min milê xwe ji milê hevalê xwe veki r, qesta dukanê ki r, wî di zendka min re gi rt, ez bi nik xwe ve lêk zivi randim, mirê xwe nexweş ki r, bi du çavên zîq bi dengekî nizim got:

- Koro were xwelî ser, miqate be, xwe têhilneke, dibêjin rewşa wî ya derûnî van rojka ya têkçuwî, neku kîlwekê li nav çavên te bidi t!

***

Ez bi piyan ketim û min baş nas ki ; bazarê kevin, bazarekê pir xweş bî, mirovî hest bi aramîyê lê di ki r, te digot qey tu yê li mala xwe. çawa te gava xwe di havête serê meydankê, ku destpêka bazarîye, bêhna ja jî û penîrê Zozana, da xwe li ximximkên te dit.

Dengê Hemîd delalî, çi ringêna peyale û tebil îkên Sel îm ê çayçî, dengê 'Ebuî: 'werin şêlm dermanê oh oh,' dengê çekuçên tenkçiyan, ji spêdê û heya êvarî bi bayê bazarî ve bîn.

'Ezîz silêman î ji nû dukana xwe vediki r, qaç û qopên xwe dertêxstin. Mohemedê Xeluî dukana xwe bi rengên xweşavê xemlandibî, rengên kesk û sor û zer.

Sel îmê Sariyayê hiçkê xwe yê rastê, hildabî ser zendkê, destê wî di pustê jajî de bî, cigare di lêvan de. Casm ê muslî, derê dukana xwe bi mesînekê mezin yê sifrî di reşand, pi rm pirmek jê di çû, di gel xwe di axft.

Di navberekê de mesîn ki re di destê çepê de, destê rastê bilndki r, serê xwe bikefî u'egal ûrihdîna befrîn ve, ser evraz bilnd ki r ûdengekê borborî berda: 'Wêsebek! quxbanek, dê xexxibe beqa zê, eş 'e tinti zi r!'.

Sivurên le'l îxanê, li derê dukanê, li kêleka koma xuwê ya nehêray, di qefeskê de, ra dihêlane hevdû, ji xwe re yarî di ki rin.'Elu î, liber derê xwaringeha Husênê Ebuî, bi sakuîyê xwe yê di rêjê leşki rî ve, pêxas , bi ser ûrihên qijavi j ve, bi her dû destan, balolkek bilnd di ki re devê xwe, ji kel di da ber leqan, kebab di xwarin.

'Arfî, bazar ser ûbin di pîva , kolavekê mîna ti raran di serî bî, bi pêsîra xwe ya gi ran ve, di hat û di çû, di çû ûdi hat, gi rnjîn li xelkî parve di ki rin.

Se'îdê se'etçî, mîlên demjmêrên wî, car diçûne xilmaşê, car jî per pêve çêdibîn ûdi fi rîn. Xalê Sefer, şîrava kulîlkên çiyayên kurdis tanê bi dukana wî ve bî, eve heyameke mirê wî nexweşbî bangewazî ya di di t "hingivîn qewl î şirîn", kes newêri t xwe tê hilki t.

Av radwestît, Hemîd ê delal narawestît, demjmêra wî ya wekî heyvê di ber şala wî re ye, zincîrka wê bi balinckê ve şûr biye, dema tav lêdidi t di bi rsqi t. Şuro yê s to nav mil , s îbera wî bî, kîve çûba di gel bî. şemu, li kêleka dukana xalê Celal , s îdarê wî yê reş di serî, her tim mîna peykerekî radwestiya , seh di ki re çunne, dê bêjî qey yê di xeweka mexnatîsî de.

Dema xortan şemu hêris di ki r, fwîtî lê vedidan, di jûn di dan wan, hindî xwe di givaşt jî, dengê wî bi ser nediket, dengê wî mîna dengê wan dîkilkan bî, evên ji nû xwe fêrî bangdanê di kin. Mamê hekîm li nîva bazarî, wesan şutika xwe li nav tengê gi rêdida, mirovî di got ha wexte, dê bi t dû qet.

Piştî karî, her tim li nav bazarî piyase di ki r, her kesê silav di ki rê, bala xwe di da asmanî, tilya şehdê bilnd di ki r ûhulê silava wî vedigêra: " Ne bi 'alimane, ne bi zalimane, bi rebbê te ye".

*** Wan jê re di gotin baxê Sêvuî, em jî jê re di bêjîn baxê Sêvuî, li zarokîniya xwe, dema min nav ûdengên beheştê ji mezinan di bihîs t, yêkser, bê hemdî xwe, min hizra baxê Sêvuî di ki r. Sêvu dê bêjî qey nuka li ser seradê ye, li teqekê bi bejina xwe ya kinve, bi lepên xwe yên zêrînive, li bin vê bina gulê bî, li bin bina gula henê bî, ne di zanî tiştekê hey, jê re di bêjin mandî bîn.

Vî baxçeyê êkane, ba jarê me ki r bî beheşt. lê ji nişkekêve rewş hate gohorîn. ti rseka wisan kete ba jarî, ti rs hevsuîyê ti rsê bî. Ti rs di çavên xelkî de bî, xem ûşepirzeyî bi rudêmên wan ve bî. Ji tirsan de s îvandûk, ket ket ûref ref di revîn. li ber hinda bî, nizanin bi kîjan alîve bi çin. Ba , heya ba jî, bi gopîtkên daran ve, ji ti rsan de vetlerzî, gopîtkên daran jî di ti rsiyan. Bajar di kerîya gorstanê de bî, kerî li bajarî, ji kerîyê kerti r bî.

Mi jeka gi ran esman veşartibî, esmanî karê hêrsê li xwe ki r, geh geh di ernî, gorêx di bî, gor gor di ki r, gi r di jenî. Bajarê her tim dev bi kenî, xemgîne îro, yê gohişî, kengî dê li xwe mukur hêyî, car din vejî, biye volkan, biye gi ru dê bi jikî? Di gel bangê sobê, dengê tankan bajar ji kerîyê deranî, di pey re dengê topên dûr havêj, zi rên ji pencerên me anî. Dengê cutekê balefiran hat, dewran li pey dewranan li bajarî vedan, hîn armancên xwe, bombebaran nekirîne.

Tu ti şt li vî ba jarî wekî xwe nemaye, tu tişt weku caran xweristî nema. Ken ûgi rni jînan ji ser rudêmên xelkî bar ki rin, çavmatî bi rudêmê her kesekî ve xweya bî, hatin ûçûna ket ûmatên turombêlan jî ne mîna carane.

Yekê kinik, xwedî pi rçeka zivi ra maş ûbirncî, deqek li serê pozê bî, pentûrek reş di ber bî, gomlekek spî bi ser de berda bî, lipişt gomlekî, debanca wî di ber qawîşê re ya diyar bî.

Bi dû destên reşên bedukanî, li nîva ba jarî, kaxezên bi taq dîwaranive şivêdî hatîn helawîstin, jêve di ki rin, di ber re civîn di dan ûgef di kirn.

***

Kurs îkên baxçê Sêvuî, ji şivêdî were dibine agi rê kuçkên wan. Hîn îşîyên s têran, bi asmanî ve di şûr bîn u, ew ketin rez ûbaxên xelkî, li alê din yê çemî, li hember baxê Sêvuî. Ket ket, cut cut, helbaskî darên zerdelan di bîn, wesan diniya nedîtîne, wesan di haru di rin, di gorêxin, ji bo zerdeleka destê wan negeheşt bayê, amîrên wan heban, das ûbivi r ûmişarên wan heban, da darê di qurmî re bi rin! liba destê wan ne gehştbayê, berê tivengên xwe yên 'Sel îb' di danê, şreq pi reqa wan bî.

***

Ji dukana 'Ezîz Slêmanî, garan golkanê, xwe bi nav bazarî de berdan, cehşik ezimanê cehşikî nizant. Eve dû roje wan teneke ûtel îsên xîçsor, li bazarê bajarî nehiştin.

***

Ji taxê serî yê bajarî xwe berda xwarê, di nêv avahîyên spî ûmezin re, siha wî kulan di malîn, berev bazarî di çû, qesta dukana xalê Sefer di kir. Destekê bergîzên reş li bejna xwe kirîne, serê xwe ji reşî reştir lêkiriye, cutekê kevnka lêgirêdaye, lifka kevnkê mîna marê reş binav qulincade şûr buye, destikê debanca wî ya reş ji ber şuîtka reş derketiye, ruçkê xwe tul kiriye, destekê tizbîyan di destî de şûrbuye, gelek keyfa wî bi teqteqa sula wî ya reşa birsquk di hat.

Bajar yê kerre, piranîya dukanan di girtîne, hîn dengê mamê wî di gohan de ye, yê heul di dit hjimara tenekan ji bîra nekit. "Gelo ku mamê min xwe bigirit heya 'teqedum' di zivirit, ma dê tu çêbit, hingvînekê herî baş, dê erzantir jê re peydakim.

Na, na, min ne bawere bigehine wan dirên hingvînê baş lê hey, ne eu zelamin. Hemiyan xwe nivîsîn, tenê mamê minê may, hemiyan di beriya me re kirin, dê bêjî qey em di şaxê gay de dinivstîne.

Xalê Sefer, heft tenekên hingvînî- ji kuve dînî- gere sobe ji mamê min re bînî". Dengê teqeyên 'Selîban', yê ji nav rez ûbaxan di hête gohên wî. Diltengî ûşepirzeyî, li her derê belav buyne, ne tenê bi mirovan ve, bi caneweran ve, bi çivîkan ve, heya bi dar ûberan jî ve xweyaye. Tu bêjî eva çêbî, eva çêdibit, di nav milletekê din de ruda bit? Devê dujminî şirîn di kin, ûjehrê bi mala xwe werdikin!

Page 16: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

16

ZZZZiiiimmmmaaaannnn

Pirtûka mamoste Beyar Robarî

Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî (xelek 10)

Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;

1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan

4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U).

6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.

Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet. 78

Hîndarî -40

Ji nasnavên jêrîn, navên jêbirîn sazbike.

Xort ……………………………………….

Mirov ……………………………………….

Zave ……………………………………….

Rind ……………………………………….

Kes ……………………………………….

Zane ……………………………………….

Rojhilat ……………………………………….

Mamoste ……………………………………….

Hîndarî -41

Navên jêrîn bi paşgîna dirust re, bitewîne û binivisîne.

Mînak:

Aş -gar

-van aşvan

1. Rojname dar …………………………………..

2. Gul bêj …………………………………..

3. Cot van …………………………………..

4. Nivîs yar …………………………………..

5. Şano ger …………………………………..

6. Deng geh …………………………………..

7. Şoreş zar …………………………………..

8. Birîn baz …………………………………..

9. Can kar …………………………………..

Hîndarî -42

Çend navên lêkdirev, ji navên jêrîn saz bike.

(Hesin çav, dil, xane, reş, birîn, xwarin, kar)

1- ……………………….. 2- ……………………….

3- ……………………….. 4- ……………………….

79

Zêder (veqtandek): Zêder an veqetandek peyvek biçûk e, dikeve paşiya navdêran û paşiya wan peyvên kû bi delameta (rol) navdêran radibin ditewîne. Lê hin caran zêder dikeve pêşiya rengdêran jî. Wek din Zêder bi du karan radibe, yekemîn kar peyvan bihev dixe wek (navan, nav û rengdêr, nav û cînêv). Û duyemîn kar mijara babetê bi mirov dide nasîn wek (hejmar, zayend, rengdêr). Lê hin caran zêder dikeve pêşiya rengdêran jî. Û zêder jibo koma yekanî û piranî û zayenda (nêr û mê) tê bikar anîn.

A. Zêdera pendî/ binavkirî: Zêdera binavkirî dikeve paşiya navdêrên ku berkarin û bi wan ve hatîgirêdan, û ev zêder wan navdêran binavdike. Û ev zêdera navekî an rengdêrekî nas jibo berçavdike, û herwisa zayend û hejmara wan, bi me dide nasîn. Zêderên binavkirî sisê ne (ê, a, ên). 1- Yekanî: singular. "a" -jibo yekaniya mê tê bika ranîn. Gula zer Deşta Cûmê Hespa boz Jina Kurd Masa gilover Kela Dimdimê

"ê" -jibo yekaniya nêr tê bika ranîn. Çemê Efrînê Çiyayê Arat Kevçiyê zîvî Diranê zêrî Kevirê hewarî

"ên" -jibo koma piranî (nêr û mê) tê bika ranîn. Pîvazên teze Hinarên miz Behcanên sor Hejîrên mor Kaxezên rengîn

80

Hîndarî -43 Peyvên jêrîn bi paşgînên binavkirî (-a, ê-, ên) dagire. Lê haya (heje) zayend û hejimara wan hebe û divê tu hersê paşgînan bikar bînî. Hesp…….. kihêl Çem…… fere Mar…….. biqoç Nêriy……. kol Ax……… sor Xaniy……… nû Geliy……… kûr Gol…….. avê Keriy………. pêz Dar……… zêtûnê Destmal……… destan Berçavik ………. xwendinê Misîn……… avdazê Kevçiy………. Çayê Çel……... belek Ker……. Pêz

Dema zêder dikeve pêşiya rengdêran: Dema zêder dikeve pêşiya rengdêrekî, ew li şûna wî rengdêrî bikar radibe û xebera nase. Hîngê zêder mîna cînavekî navdêr dimîne. numîneyên jêrîn va rewşê baş zelal dike. Mînak: Hûn kîjan çenteyî dixwazin? Tu kîjan masê dixwazî? -Em ê mor dixwazin. -Ez a gewir dixwazim. -Em ê cermî dixwazin. -Ez a darî dixwazim.

Hûn kîjan sêvan dixwazin? -Em yen sor dixwazin. -Em yên kesk dixwazin.

Hîndarî -44 Bersîvê pirsên jêrîn bi alîkariya zêderan (-a, -ê, -ên) bide. 1- Hûn kîjan desmalê dixwazin? ………………………………………………………………… 2- Tu kîjan zebesî dixwazî? ………………………………………………………………… 3- Hûn kîjan kursiyan dixwazin? …………………………………………………………………

Page 17: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

17

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 40

Horî: Panorama Navan

Girîngiya Horiyan:

Dîrokzan René Labat gotiye:

"Horiyan li ser zînên hespên xwe, bi ben û werîsekî nijadî û çandî Aşûr, Ermîniya , Anatoliya û Sûriya jorîn bi hev va girêdan"1.

Ev gotineka pi r gi rînge, lê belê tiştek jê kême; ew jî ewe ku navê Kurdis tanê nehatiye gotin. Wek pi r dîrokzanên ku li ser dîroka rojavayê Asiyayê nivîsandine, René Labat jî hesabê rastiya dîrokî neki riye.

Ji ber ku erdnîgariya ku ew dibêje (Aşûr, Ermîniya , Anatoliya û Sûriya jorîn) ew warê pêşiyên Kurdane. Ji bil î Ermîniya , heya niha jî Kurd li wan herêman dijîn û Kurd li hin herêmên Ermîniya jî di jîn û hin Ermen û padîşahên wan yên pêşîn ji pêşiyên gelê Kurd bûn.

Di pi rtûka "Padişahiya Mîttanî Horî" da ku di sala 2013an da hatiye çapkirin, me qala Horiyan ki riye (nav, kok û binyat, erdnîgarî û rewşa siyasî), ji ber ku Mîttanî şaxek ji Hori riyan bûne û paytextê wan Washukanni di erdnîgariya Horiyan da ye (li nêziya ba jarê Serê Kaniyê yê niha ye). Lê çiqas em di jêderên dîrokî da berfi reh biçin, em hên bêhti r agahdariyan di van babetên jêrîn da dibînin:

1 - Gi rîngiya Horiyan di dîroka neteweya Kurd da.

2 - Peywendiya Horiyan bi gelên rojavayê Asiyayê ra .

Di vê lêkol înê da em dixwazin bêhti r gi ranahiyê bidin mi jara navê "Horiyan" û li şêwazên vî navî yên cuda hûrbibin. Ev şêwazên cuda encama dengdayîna wan zimanane ku ev nav pê hatiye nivîsandin û şêwazê tîp û nivîsîna ku hatiye bi karanîn; û her wisa encama wergerandina ji zimanekî bo zimanê dine. Ka em gotinên dîrokzanan di vî warî da bînin ber çavan:

Hin Agahdarî û hin jêder:

• Şêwazê navê "Horiyan" ku di zimanê kurdî da tê naski rin şêwazê "Horî" yan jî "Ûrî" ye. Lê şêwazê bêhti r di nivîsên erebî da tê naski rin şêwazê "Ĥûrî" ye. (حوري).

• Hin dîrokzanan gotiye ku şêwazê rastîn

"Ḫur-ri" (Xûrî) (خوري) ye û dibêjin ku peywendiya vî navî bi gotiya (Ḫurdî - Ḫuradî) ra heye ku di nivîsên horî û ûrartûyî da hatiye û tê maneya (serbazê hişyar, peywan). Hi ttîtan jêra gotiye (Ḫur-lêsh) û (Ḫur-lush). Ev şêwaz gelejmarî ye û yekjimariya wî "Ḫur-lu" ye. Hin şêwaz jî bi awayî (Ḫur-du) û (Ḫur-rum) hene2.

• Navê Horiyan di pi rtûka Tewratê da bi şêwazê "Ĥurîm"(حوریم) hatiye. Divêt em bêjin ku "îm" di zimanê ibranî da nîşana gelejmariyê ye3.

yên ku ji Sûmerên kevin (rûniştivanên resen yên

• Navê Horiyan bi şêwazê "Kur" jî hatiye ku ji şêwazê "Ḫur"(xûr) hatiye guhartin û bi şêwazê "Kurus" ku ji "Ḫuruz" hatiye guhartin.

Dîrokzanê îngl îzî Laurence Austine Waddel gotiye ku êleka ariyanî bi navê (panch) li kenara çemê Gang li bakurê Hindis tanê li dawiya sedsala 8-an û destpêka sedsala 7-an b.z., û li gel êleka ariyanî din bi navê (Kur) yan jî (Kurus) serdarî diki r. Vê êla han ji bakurê Sûriyayê û Asiya Biçûk goçî vê herêmê ki ribû 4.

• Jean Bottéro dibêje: Hin destanên sûmerî hene ku çîroka padîşahên serdariya ba jarê Ûrûk pêş Galgamêş ki rine dibêjin. Di wan destanan da hatiye ku qehremanên wan welatê "Ḫurrum" م) yê çiyayî talan kirine; û ku "Ḫurrum" tê (خرmaneya "welatê Horiyan"5.

• Laurence Austine Waddel bawer dike ku

navê xwedawendê babilî "Mar-duk" di bingehê da ji navê xwedawendê rojê yê sûmerî hatiye. Yek ji navên wî yên bi sûmerî "Har" yan "harri" bû, yanê "têkoşer, şervan".

Laurece bawer dike ku navê xwedawendê misi rî "Hor" (Horus bi zimanê yûnanî) ji navê sûmerî "Har" yan "harri" hatiye wergi rtin. Yan jî ji sûmerî ji navê "Sur" yan jî "As's'ur" xwedayê rojê hatiye wergi rtin.

Di zimanê Sansakrît da "Sura" yan "Asura" dihate gotin, û di farisiya kevin da "Hor" yan jî "Ahûra" dihate gotin. Divêt em zanibin ku tîpa "S" di sansakrîtî û sûmerî da , di farisiya kevin da dibe "H". Mebest ji farisiya kevin, zimanê ariyanî yê kevine6.

• Misiriyên kevin ji beşekî Sûriyayê ra û ji erdê "Ken'an" (كنعان) (Filestîn û Îs raîla niha) ra digotin erdê "Xarû" yan jî "Xûrû"7.

• Ji zimanê "ĥorî" (xûrî) ra digotin zimanê "karî". Zaniyar Flaikovski dibêje: Mebest ji zimanê "xar" zimanê "karî" bi xwe ye, yê ku di wêjevaniya kevin da tê bi navki rin. Bi zimanê misi rî ji Derya Navîn (Derya Sipî) ra digotin "Derya Kar" yan jî "Derya Xar" li gor Horiyan8.

• Seyid Mahmud Al-Qimni dibêje:

Cara here kevin ku îşaret bi zimanê "karî" hatiye ki rin di nivîsên dîrokzanê yûnanî Strabo da hatiye. Zimanê "karî" wek zimanekî nenas yê gelekî nenas demeka di rêj ma, di pêra di nivîsên şaris taniyên kevin da hin nîşan hatin dîtin ku zimanê "karî" zimanê "xûrî" (horî) ye.

Di gi rê Al -Amarne da li Misi rê nameyeka ji 600 rêz bi zimanê "kar" hate dîtin ku padîşahê Mîttanî "Dushratta" (Tushratta li dor sala 1360 b.z. serdarî ki riye) ji Fer'ewn Amenhotep III (1405 - 1367 b.z) bavê Fer'ewn Akhenaten ra şandiye9.

1367 b.z) bavê Fer'ewn Akhenaten ra şandiye9. • Xwedawend "Asura", xwedawend "Ahûra"

be xwe ye. Ew li Mîttaniyan bi şêwazê "Asûr" dihate naskirin û li ba Kaşşiyan jî bi şêwazê "Suryaş". Ev hemû şêwaz ji navê rojê "sûr, hûr, xûr" di zaravayên ariyanî rojhilatî da hatine. Di nivîsên akkadî da tîpa "s" bûye "ş" û bi şêwazê "Aşûr" li cihê "Asûr" hatiye nivîsandin.

Hin encamên dawî:

Ji peyvên derbasbûyî em van encamên jêrîn werdigi rin:

1 - Navên (ĥûr, xûr, xûrz, xar, xarû, sûr, kar, kûr, kûrz, hûr, hor, har, harî, ...) hemû ji bo nîşankirina gelekî taybet ku gelê horî ye hatine gotin.

2 - Ji van navan hemiyan dawereka ni jadî-neteweyî taybet bi gelê horî heye, û dawereka ayînî taybet bi rojê û ayîna rojeyî heye. Di tara vê dawera ayînî da navê "xwedayê rojê" yan jî "Xweda Roj": Hor, Hûr, Hûra, Ahûra, Sûr, Sûra, Asûr, Aşûr" peyda bûye.

3 - Navê "Horiyan" (Hûriyan) bi hemû şêwazên xwe pi r kevine; ew vedigere heyama sûmerî di hezarsala sêhem b.z. da û zorbeya beşên Kurdistanê digi rte nav xwe.

4 - Baweriyên ayînî rojeyî (şemsanî) di civatên pêşiyên Kurdan da serdar bûn.

Niha jî li pêş me ma ku em navê "Horî, Hûrî" bi şêwazên xwe yên cuda di kelepora kurdistanî da bişopînin.

Evê mijara me ya dahatî be.

Jêder 1 René Labat û hinên din: Zincîra efsaneyên sûrî, rûpel 8.

2 Gernot Wilhelm: Horî, rûpel 17. Cemal Raşîd Ehmed:

Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 1/606. Ebduleziz Saleh:

Rojhilata Nêzîk ya kevin (misir û Îraq), rûpel 561.

3 Gernot Wilhelm: Horî, rûpel 17.

4 Laurence Austine Waddel. Bingehên sûmerî yên

şaristaniya misirî, rûpel 274-275.

5 Gean Bottéro û hinên din: Rojhilata Nêzîk, Şaristaniyên

Destpêkî, rûpel 77-78.

6 Laurence Austine Waddel. Bingehên sûmerî yên

şaristaniya misirî, rûpel 268-269.

7 Flaikovski: Heyamin di tevliheviyê da, 219, Abraham

Malmat, Hayim Tadmur: Ibranî û Benu Israîl, rûpel 83.

8 Flaikovski: Heyamin di tevliheviyê da, rûpel 220.

9 Seyid El-Qimni: Pêximber Mûsa û rojên dawî yên Til

Amarne, C 2, rûpel 259.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 18: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

18 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Xelek – 41

Şopên (Hûrî / Xûrî) di kelepora kurdî da Beşê yekem - rojhilat û başûrê Kurdistanê

Destpêk:

Bi me ra derbas bû ku navên (Ûr, Ĥûr, Xûr, Xûrûz, Xar, Xarû, Sûr, Kar, Kûr, Kûrz, Hor, Har, Harî) şêwazên cuda ne, lê peywendiya xwe bi Horiyan ra heye; ev nav xwedî rewişteka ni jadî ne. Dîsa bi me ra derbas bû ku navên (Hor, Hûr, Hûra, Ahûra, Sûr, Sûra, Asûra, Asûr, Aşûr) xwedî rewiştên ayînî ne; ew li ba pêşiyên Kurdan şêwazên navê rojê ne; dema ku roj di heyamên mîtologî destpêkî da wek Xweda dihate dîtin. Di pey ra , bi pêşketina zanîn û hişyariyê û peydabûna ayînên bilind, êdî roj bû nîşan ji bo Xweda.

Bi gelemperî, di van navên derbasbûyî da rewişta ayînî û rewişta nijadî tevlihev bûye. Wisa tê xuyaki rin ku rewişta ayînî ya bingehe û di pey ra guheriye bo rewişta ni jadî. Bi gotineka din, navê (Horî, Hûrî) bi hemû şêwazên xwe di destpêkê da dihat maneya (yê ku bi ayîna rojeyî = şemsanî bawer dike). Bi temamî wek ku em dibêjin (kesê Cihû, Hindûsî, Kirîstiyan, Misilman û hwd.). Paşê bû navek ji bo pi raniya pêşiyên Kurdan û şaxek ji şaxên pêşiyên Kurdan bêhti r pê hate naski rin ku ew jî (Ĥorî = Horî, Hûrî) ne.

Ka em bidin pey şopa navê (Hor, Hûr = Ĥûr) bi şêwazên xwe yên cuda di kelepora kurdî da; bi taybetî jî di navên cih, war û kesan da. Helbete, divêt em van tiştên jêrîn li ber çav bigi rin:

1 - Tîpên (h, ĥ, x, s, k) bi hevdu hatine guhartin.

2 - Nimûneyên ku em didin, di sînorê zanîna me ya niha da ne.

3 - Emê tenha agahdariyên kurt bidin, daku mijar pi r di rêj nebe.

Yekem - di kelepora rojhilatê Kurdistanê da:

• Xurrem Abad: Wisa tê nivîsandin. Lê bi

rastî (Xûrem Abad)e, ew li herêma Lurrristan (Loris tan) dikeve, li başûrê Kurdistanê, beşê bin destê Îranê. Navê xwe tê maneya (bajarê rojê). Di lêkolêneka me da li ser Mîtrayiyê, bi me ra derbas bû ku li (Xûrem Abad) hên perestgehên mîtrayî pi r kevin hene; derbas bû ku (Mîtra = Mihir) xwedayê rojê ye; xwedayê di di rûvê rojê da ye.

bakur (navbera çemê Zap ê jêrîn û yê jorîn) ya ku pi raniya wê li rojhilatê çemê Di jle dikeve ku berê jêra "Sûbartû" digotin û paşê nav lêki rin "welatê Aşûr".

• Xurrem Şehr: Wisa tê nivîsandin. Lê bi rastî (Xûrem Şehr)e, yanê (şarê rojê), ew li herêma Xûzistan (Hûzistan) dikeve ku berê beşek bû ji padîşahiya Îlam. Pêş Îslametiyê warê pi r êlên Kurdan yên revend (goçer) bû. Peyva (hoz) bi kurdî çend maneyan dide. Hoz beşek ji êlê ye û beşek pez jî hoze.

Piştî talana erebî-îslamî, hin êlên Ereban li (Xûzistannê) bi cih bûn û niha jêra Erebistan dibêjin. Navê (Xûrem Şehr) hate erebkirin û ki rin

(El Muhemnere ر ( ) ةالمحم . Peywendiya vî navê ereb

ki rî dîsa bi peyva (Hûr=Xûr= Sûr) ya rojeyî ra heye.

Şûna Xurrem Şehr

Dîmenek ji Xurrem Şehr

• Xurremî: Ev nav di jêderên erebî da wisa hatiye. Lê belê rastî (Xûremî = Xûramî) ye; li gor rojê, yan jî xwedayê rojê (Xûr). Dîroknasên Ereban ji al îgirên pi r şoreşan ra (Xurremî) dibêjin. Di van şoreşan da cemawerên gelên Ariyana ji Kurdistan heya Afganistan li di jî dewleta xîla feta Ebbas î beşdarî ki rine; ji sala 754-an z. da û piştî wê. Hin ji armancên van şoreşan ew bû ku ev gel ayîna Îslametiyê napeji rînin û dixwazin vegerin ser ayîna rojeyî (şemsanî).

Yek ji gi rîngti rîn wan şoreşan, şoreşek bû ku Cawîdan kurê Sohruk (yanê sorik= sor) rêveberiya wê li herêmên bakur-rojhilatê Kurdistanê ki r, ew herêma ku niha jêra Azeybeycan tê gotin.

Piştî mirina Cawîdan, xurtekî dilêr bi navê Babekê Xûremî rêveberiya şoreşê wergi rt. Vê şoreşê pi raniya herêmên rojhilat û başûrê Kurdistanê gi rtin nav xwe, dora 22 salan bi di rêjahî da (navbera 816 heya 837 z.) û bi kuştina rêveberê wê Babekê Xûremî bi dawî hat.

Durişma şoreşê al û kefiyên sor bûn. Me bûyerên vê şoreşê di pi rtûka "Kurd û Îslama Siyasî" raxis tine ber çavan. Pi rtûk ji aliyê mamosta Mustefa Reşîd va li kurdiya bi tîpên latînî hatiye wergerandin û niha li ber weşanê ye.

• Xûr Xûra: Navê êleka kurdî biçûk li herêma Hewramanê (Auraman) ye, li beşê başûr yê rojhilatê Kurdistanê ye.

• Xûr û Xûrzoq: Du bajarên li parêzgeha Esfehanê ne. Bilêvki rina rastîn ji bo vî navî (Xûrzuk)e. Ev bi kurdî biçûkki rina navê (Xûrz)e. Divêt em li vi r jî bêjin ku navê rast yê (Esfehanê) di bingehê da (Espan)e; yanê (Hesp). Ji ber ku ew navê herêmekê bû ku bi xwedîki rina hespên resen navdar bû.

Duwem - di kelepora başûrê Kurdistanê da:

• Xûrs-Abad: Navê xwe yî bingehîn (Xûrz-

Abad)e. Ev şar li rojhilatê Mûsilê, bi dora 15 km dikeve; yanê li beşê bakur yê Herêma Başûrê Kurdistanê. Ev war, ew herêm bi xwe ye ku jêra (Sûbartû) dihate gotin û paşê nav lêki rin (welatê Aşûr). Li wir perestgehek di di rûvê çiyayekî da hebû. Padîşahê aşûrî Sargonê Duwem (Sharru Kin II ji 722 heya 705 b.z serdarî ki riye) bajarek li wê herêmê avaki r, ki r paytextê dewleta xwe û nav lêki r (Dûr - Şarûkin); yanê bajarê, yan jî keleha "Sargon". Dema ku terorîs tên Dewleta Islamî ev herêm xis tin bin destên xwe, şopên wê yên dîrokî kavil ki rin.

• Xûrmatû: Navê şarekî li başûrê Kurdistanê

ye. Niha bi navê (Tûz-Xûrmatû) hatiye naski rin. Ev nav ji du beşan pêkhatiye: (Xûr) û (mat). (Xûr) tê maneya rojê û (mat) şêwazeka mêzopoamî kevine tê maneya (erd, herêm), yanê navê bajêr tê maneya (şarê rojê). Beşê (Tûz) bi turkî tê maneya (xoyê).

Wisa tê xuyaki rin ku ev beş paşê bi ser va hatiye piştî ku dewleta Osmanî bi sedemên geo-siyasî koloniyal îstî hin êlên Turkumenan li wir bi cih ki rin.

• Xûrmal: Navê warekî ye, li dora 10 km li bakurê Helebce dikeve û di warê rêveberî da ser bi wê ye. Rêzeçiyayên Hewreman li jorî wê ne.

Li wir şûnewarên kevin hene (Kelah, sûr, bi rc).

Dîmenek ji Xûrz-Abad

Keleha Xûrem Abad

Page 19: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Em bawer dikin ku bi herhal ku ev nav ji du beşan pêkhatiye ("xûr" bi maneya roj û peyva kurdî "mal". Yanê maneya vî warî dibe "mala rojê"

Belkî jî perestgeheka rojeyî (şemsanî) kevin li wir hebû û loma ev nav lê hatiye ki rin; bi taybetî jî ku ev war di erdnîgariya ayîna yarsanî da ye.

• Herkî: Navê êleka kurdî şivan, revend (goçer) û mezine. Warê wê li navbera rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ye. Em bawer dikin ku bi herhal ev nav di bingehê da ji (har = hûr) û parkîta (ki ) pêkhatiye ku maneya (li gor) dide. Wek êla (Şemsîk) yanê (Şemsanî).

• Huwarman.. Ev nav ji wan êlên kurdî ra jî tê gotin ku li wê herêmê niştecihin. Ji zaravayê wan ra (ûranî) tê gotin. Baweriya wan ya ayînî (yarsanî = kakeyî = Ehl î Heqin). Ji alîgi rên vê ayînê ra li bakurê Kurdis tanê (Alevî = Elevî) tê gotin. Ev ayîneka rojeyî resene.

Em bawewr dikin ku navê (Hewraman) ji du beşan pêktê (Hewram, an). Beşê (Hewram = Hûram = Xûrem) navê rojê û navê xwedayê rojê ye. Parkîta dawî (an) di kurdî da nîşana gelejmariyê ye.

• Hewraman: Ewraman jî tê gotin. Ev navê herêmeka kurdis tanî çiyayî ye li navbera Herêma Başûrê Kurdis tanê û rojhilatê Kurdis tanê dikeve, șarên Merîwan û Bawe yên rojhilatê Kurdis tanê û șarên Helebçe û Xurmal yên başûrê Kurdis tanê di vê herêmê da ne, pi raniya rûniştivanên vê herêmê bi zaravayê Hewramî diaxivin ku ew jî șaxeke ji zaravayê Goranî.

Ev nav ji wan êlên kurdî ra jî tê gotin ku li wê herêmê niştecihin. Baweriya wan ya ayînî (yarsanî = kakeyî = Ehl î Heqin).

Ji alîgi rên vê ayînê ra li bakurê Kurdis tanê (Alevî = Elevî tê gotin. Ev ayîneka rojeyî resene. Em ( علويbawewr dikin ku navê (Hewraman) ji du beşan pêktê (Hewram, an). Beşê (Hewram = Hûram = Xûrem) navê rojê û navê xwedayê rojê ye. Parkîta dawî (an) di kurdî da nîşana gelejmariyê ye.

nivîs îna akkadî/babilî hate bikaranîn.

hate danîn, û ji wê demê da zimanê akkadî/babil î û nivîs îna akkadî/babilî hate bikaranîn.

dawî (an) di kurdî da nîşana gelejmariyê ye.

• Hewlêr: Eve navê kurdî yê ba jarê Hewlêrê (Erbîl). Ev ji (Hûr lêr) hatiye guhartin. (Hûr = Xûr) tê maneya (roj, xwedayê rojê) û (lêr) tê maneya (cih, war). Heya niha jî bi Kurmanciya Navîn dibêjin (lêre), yanî li vi r. Maneya navê bajêr dibe (perestgeha rojê). Ev ba jarekî pi r kevine ku vedigere heyama sûmerî (3. hezar sal b.z.).

Ev nav di nivîsên sûmerî da bi şêwazê (Ûr-bilm = Ûr-bi-lum) hatiye. Wisa şêwazê (Erbîl ) yê niha ji (Ûr -bi -îl ) hatiye guhartin.

Hinek lêkol îner bi maneya (Erb-Îl = çar xweda) şîrove dikin. Ev şîrovekirineka nû ye û li ser şopa dûrxistina navan ji pêjnên (wateyên) xwe yên dîrokî resen diçin.

Dîmenek ji keleha Hewlêr

Xelek – 42

Şopên (Hûrî / Xûrî) di kelepora kurdî da Beşê duwem - bakur û rojavayê Kurdistanê

19

Kelepora gelan beşek ji nasnameya wane. Di bin bandora hin rewş û nîrên siyasî çandî zor û zehmet da dibe ku hin ti şt ji wê keleporê wenda bibin, lê hin ti şt jî - tevî guhartin û tewandina wan - dîsa aşkere û diyar dimînin.

Rewşa nav û têgîna (Ĥûr = Hûr = Hor = Xûr = Sûr) bi şêwaz û maneyên xwe yên ayînî û ni jadî jî bi vî awayî ye. Hin ti şt jê di kelepora kurdî da heya niha jî mane. Me hin şopên wê di kelepora rojhilat û başûrê Kurdistanê da pêşkêş ki rin û niha jî emê hin şopên wê di kelepora bakur û rojavayê Kurdistanê da bînin ber çavan.

Yekem - di kelepora bakurê Kurdistanê da:

• Oraman: Navê êleka kurdî ye li nêziya ba jarê Oraman, li rojhilatê herêma Hekarî ya bakurê Kurdis tanê dimîne. Gelek diyare ku navê vê êlê ji du beşan pêktê ku ew jî evin (Oram = Horam = Hûram = Hûrem = Xûrem) bi maneya (roj / xwedayê rojê) û beşê (an) ku nîşana gelejmariyê di zimanê kurdî da ye.

• Ûrfa: Niha bi zimanê turkî jêra (Şanliurfa) dibêjin; yanê Ûrfaya şanîdar, Ûrfaya serberz.

Hin caran jî dibêjin (bajarê pêximberan). Ev bajar di nawenda erdnîgariya hûrî da ye. Bi zimanê suryanî jêra dibêjin (Ûrhê) yan jî (Ûrhay). Bi erebî jêra gotine (Ruha / El Ruha).

Peywendiya van hemû şêwazan bi peyva (Ûr = Hûr = Hor = Xûr) ra heye. Bi zimanê latînî ji Ûrfayê ra Edessa dibêjin. Heya niha jî ev şar nawenda parêzgeha Ûrfayê ye.

pêşkêş dikin:

• Haran (Ĥeřan) ) رانح( : Navê xwe bi erebî wisa ye û bi îngl îzî (Haran) tê nivîsandin.

Ev şar bi 44 km li başûr-rojhilatê Ûrfayê, li nêziya kaniyên çemê Belîx dikeve. Ev şarekî hûrî pi r kevine; dîroka wî here kêm vedigere çarîkê dawîn yê hezarsala sêhem b.z. Ev şar li ser rêya bazi rganiyê ya sereke ye ku Mêzopotamiya bi Anatoliyayê û Sûriyayê va gi rêdide.

Dema ku Madan û Keldanan bi hev ra sala 612-an b.z. emperatoriya Aşûr roxandin, ba jarê Ĥeřanê bû para padîşahiya keldanî. Di pey ra padîşahê Madan ya dawîn Ezdehak ew vegerand û da ser emperatoriya Madan.

şûna Ûrfayê di nexşeya Turkiya niha da

Dîmenek ji Xûrmal

Dîmenek ji çiyayên

Page 20: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

20 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Ĥeřan li ba Yûnanan (Girekan) bi navê (Karan) hate naskirin û li ba Roman jî bi navê (Kariya). Peywendiya van hemû navan bi navê (Ĥûr, Ĥûran, Hûr, Hor, Hûran, Horan, Har, Kar) ra heye. Helbet diyare ku dengê (Ĥ) )ح( di zimanên ariyanî da, her wisa di kurdî da jî nîne.

Ji lew ra , navê (Ĥeřan) ji navê (Haran) ku ew jî ji navê (Hûran) hatiye guhartin; yanê (Hûriyan, Horiyan) ku tê maneya (warê Hûriyan). Di erdnîgariya kurdî da nimûne pi rin ku navê cih li gor navê hoz û êla ku li wir dimîne ye.

Wek nimûne em dikarin (Loristan, Soran, Barzan, Şêxan, Şêrewan, çiyayên Bextiyaran, çiyayên Hekariyan) û hwd. bi nav bikin.

• Hormik: Navê êleka kurdî li bakurê

Kurdistanê ye, ayîna wê elewîtî ye (yarsanî, kakayî). Vê êlê li gel êla Lolan ya kurdî elewî di destpêka sedsala bîstan da li di jî Dewleta Osmanî serî hilda.

Hin rêveberên alayên Hemîdiye di şikandina vê şoreşê da beşdar bûn û serekên wan kuştin. Rêveberên van alayên Hemîdiye ji kurdên sunnî bûn. Yek ji wan efser Xalid Cebran bû.

Ji lew ra , dema ku şoreşa 1925-an bi rêveberiya Şêx Seîd destpêkir, ev herdu êl ji ber kîna wan derbarê alayên Hemîdiye beşdarî şoreşê nebûn û li dij rawestiyan.

Duwem - di kelepora rojavayê Kurdistanê da:

• Ûrzelk (Ûrzelik): Navê dareka biçûke, di biharê da şîn dide û di havîn û payîzê da kesk dimîne. Berê vê darê gilover û biçûke. Dayîk û dapîrên me ew dicivandin, hişk diki rin û ji wan ev tora (ûrzelik) durist diki rin. Awayê wê wisa ye ku jora wê sêkoşe ye û jêra wê çarkoşe ye. Ev (ûrzelik) bi dîwarê malê va dihate daleqandin. Li herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) hema li her malekê hebû. Di rûvê wê dişibihe kesê xaçki rî.

Wisa tê xuyaki rin ku daleqandina ûrzelikê di hundirê malan da semboleka ayînî ye daku mal çavînî nebe. Wek ku hevjiyîna min dibêje:

Dema ku zarokek pi r dişeridî, xwediyan bawer dikir ku ew çavînî bûye. Radibûn agi rek dadidan, mis tek ji libên ûrzelika hi şkki rî davêtin nava agi r û zarok di ser dûmanê agi r ra sê caran digerandin daku ji çavên dexsok sax bibe.Bi herhal , navê (ûrzelik) ji sê beşan pêkhatiye (ûr + zel + ik). Beşê (ûr = hûr = xûr) û beşê (zel = zer = zerd) rengê zere û beşê (ik) bişûkki rina nave.

Em bawer dikin ku duristki rina (ûrzelik) peywendiya xwe bi nîşanên ayînî yên kelepora mîtrayî ra heye ku yek ji şaxên yezdaniyê ye û wisa şopên wê di êzdîtî û yarsaniyê (kakayî = elewîtî) da mane.

herêmê hin rahên samî hene û ku di kesayetiya aşûrî da jî rahên kurdî hene. Xeleka ku herdu gelan digihîne hev ew kok û raha sûbarî / horî ye.

ji bin desthilatdariya

• Urkish: navê paytextekî Hûriyane û li wir

perestgeha xwedayê hûrî (Kumarbi) hebû. Wisa tê bawerki rin ku dîroka vî ba jarî vedigere nîvê duwem yê hezarsala sêhem b.z. Ev ba jar li derdorên çemê Xabûr dikeve. Herdu arkêologan Van Liere û Hrouda gotine ku şopa vî bajarî li gi rekî ye li bakurê bajarê Amûdê dikeve. Bi herhal , navê (Ûrkish) ji du beşan pêktê (Ûr = Hûr = Xûr) û (kîş). Dibe ku beşê (kîş) ji peyva (geş) hatibe guhartin. Helbete (geş) tê maneya (bi ronahî, ronak, diçi rise). Heger wisa be, hîngê maneya bajarê (Ûrkish) dibe (warê ronahiyê).

• Xûriz: Navê texl îtekî ti riyê sore (li herêma Efrîn wisa jêra dibêjin: Ti riyê Xûriz). Bala xwe bidin peywendiya rengê sor bi xûr ra . Navê (xûriz) ji elok ra jî dibêjin. Divêt em bêjin ku gi rîngiyeka (dîk) di kelepora yezdanî da heye û heya niha jî di kelepora êzîdî da bi şêwazê (taw) maye ku hatiye guhartin û bûye (tawûs). Emê di lêkolînên taybetî bi kelepora yezdanî da li ser vê mi jarê rawestin.

• Şêx Xûrz: Navê gundekî ser bi navçeya Bilbilê li quncikê bakur-rojhilat yê herêma Efrînê ye. Di wê erdnîgariyê bi xwe da çiyayê (Hawarê) û keleha (Nebî Hûrî) û gora (Nebî Hûrî) heye. Maneya (Şêx Xûrz) tê maneya (şêx şems). Wek tê zanîn (Şêx Şems) yek ji mezinên feriştan di ayîna êzîdî da ye û (Şêx Şemsedîn) navê lawê (Şêx Adî) ye jî.

• Xûrşîd: Navê mêran li rojavayê Kurdistanê ye û bi herhal li beşên din jî heye. Ev nav ji du beşan pêktê (xûr) bi maneya (roj) û (şîd) bi maneya (tîrêj), yanê (ronahiya rojê).

• Harûnî: Navê êleka kurdî li herêma Cizîrê

(rojavayê Kurdistanê) ye; wek ku bi rêz Kardox Şemikî gotiye. Divêt em bêjin ku navê (Harûn) ne navekî erebî ye. Bi erebî ti maneyê nade.

navekî erebî ye. Bi erebî ti maneyê nade. Ev nav ji zimanê ibranî, ji navê (Haran) ku di qur'anê da heye, hatiye erebkirin. Ev navê bi rayê pêximber Îbrahîme. Peywendiya vî navî bi ba jarê (Haran = Hûran = Ĥeřan) ra heye. Dibe ku em li ser vê mi jarê di lêkol îneka dahatî da rawestin.

• Hawar: Navê zincîreka çiyayî ye li beşê

bakur yê herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn), li rojavayê Kurdistanê. Di jêderên erebî-îslamî da ev nav bi şêwazê (Cebel El Ĥuwar) )جبل الحوار( hatiye [El Belazurî, veki rina welatan, rûpel 165-166].

• Horo: Yan jî (Horîk). Ev navê mêrane li

herêma Efrîn; bi taybetî jî li navçeyên nêzî Çiyayê Hawarê û keleha (Nebî Horî). Ji jinan ra jî (Horê, Hûrê) tê gotin. Bi herhal ev nav li herêmên din yên Kurdis tanê jî heye.

• Horî (Hûrî): Navê kelahekê li herêma Efrînê ye. Li tenişta wê gora (Nebî Hûrî) heye. Di hin jêderên erebî da jêra gotine (keleha Qurs)

)قلعة القرص( . Ev ji şêwazê latînî (Churus) hatiye erebkirin. Em wisa dibînin ku ev nav ji şêwazê (Xûrz = Xûr = Hûr = Hor) hatiye guhartin û tîpa (s) di wergera yûnanî da hatiye ser. Dîraknas Kamil El Xezî )كامل الغزي( di pi rtûka [Nehir El Zeheb f i ta rîx

Heleb, 1/289] bi şêwazê (Qours , Qurs ) gotiye. Li pi rtûka [Ibin El Edim: Buxyet El teleb fi tarîx Heleb,

1/178] binêrin.

Ev bûn hin nimûne ji kelepora kurdis tanî ku di kûraniya xwe da bi navê (Ĥûr, Hûr, Hor, Xûr, Sor) ra bi maneyên xwe yên ni jadî û ayînî gi rêdayî ye. Heger lêkol înerên Kurd di kelepora kurdis tanî da li her çar beşên Kurdis tanê li van ti ştan bigerin, ewê pir nimûneyan bibînin.

tora ûrzelik

gundê Şêx Xûrzê

Qesra padîşahî li Ûrkish

Çiyayê Hawarê

Şopên dika romanî li keleha Nebî Hûrî

Gora Nebî Hûrî

Page 21: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

21

Dr. Muhammed Fethî Eşşaêr Wergerandin bo Kurdî: Cankurd

Kurd Di dema Îmadidîn Zengîde 521 k. (1127 z.) / 541 k. (1146 z.)

Xelek – 2

..û ti ştekî berçav e, ku zanîna nijadên mirovî diyar dike, ku Kurdên Rojhilat ne wekî yên Rojava ne, çiku Kurdê Rojhilat bi tevî wek mirovê Fars e di rengê xwe yê esmer û di terzê keleşoyê xwe de. Hema Kurdên Rojava, ewana bi rengê xwe yê çîl û çavên xwe yên şîn de û bi terzê keleşoyê yê xwe ji wan cîhê ne. Berçav e jî, ku Kurdên li Bakur, bejindirêjin, devpiçûkin, jarava ne û rûyên wan hêgî ne, difnên wan xarin û simbêlên di rêj berdidin, û por û rihên xwe bernadin. Bi pi ranî rengçîlin, çavên wan şînin û çermên wan sipî ne. Hema Kurdên Başûr, ewan bi giştî kêmtir leşlivokin û dêmên wan bêti r panin û rewştên Çiyayîyan li ser wan in, bo wan çermên qaling hene û ji rûyên wan bi ryarmendî û serbalayî dixuyin û rengê çermên wan sade ye(1).

Bi ras tî li ser koka Kurdan hîn piçekî nediyarî heye û di nav zanayên dîrokê de lihevhatin çênebûye, û pişt ra hîn meydan fi reh e bo xwendin û lêkol în û nêrînên di vî warî de (2).

Dîsa jî pêwîst e bite peji randin, ku Kurd îro pisên ni jadina ne, ku ji hinde babetên cûrecûre hatine, pişt re wilo hatiye û bi deman re tevli hev bûne, ta bûne yek netewe (3).

Bêjeya Kurdistan wateya welatê Kurdan dide, û di dema fermandariyên Mekdonî, Aşkanî, Sasanî û Romanî de, welatê Kurdan bi navekî taybetê wê bû, ku giş parçeyên wê digi re, ne hatiye lêvki rin.

Lê belê Kurdistana navîn, bi nav (Ermeniye an Ermenistan) dihat nasîn, û di dema Omer Bin Elxettabde(Xwedê jê razî be) parek mezin ji herêmên kurdî, wek parekî ji îqlîmê Azerbeycan bû, û parçeyê navîn ji wê jî bi navê îqlîmê Elcezîrehatibû nasîn, û parki rinên sergeranî “îdarî” li dar mabûn, piştî piçek guhartinên ne pi r mezin tê dehatibûn ki rin di dema Umewiyan û Ebasiyan de(4).

Û Sencerê Selcûqî, başti rîn padişahên Selcûqiyan (511-551 h.) (1116-1156 z.) yekemîn kes e, ku bêjeya Kurdistan bi ser parçeyekî ji şahdariya xwe xis tiye û ew jî para rojava bû ji îql îmê Çiya (5).

Di vê herêmê de hinek wilayetên ku zincîra çiyayê Zagros ewan ji hev cihê diki rin hebûn, û li rojhilatê wê zincîrê wilayetên Hemedan, Deynûr û Kirman Şahat hebûn, û li rojavayê wê herdu wilayetên Şehrezor û Sincar hebûn.

Paytextê wê jî kela “Bihar” û, ku dikeve rojhilatê Hemedanê, û ev herêm bi navê “Çiyayên Cizîrê” an “Diyarbekir” dihat nasîn. Dîrokvan Elqezwînî yekemîn dîrokvan e, ku bêjeya Kurdistan di pi rtûka xwe “Nuzhetulqilûb” de sala 740 H. aniye zimên(6).

û di sala heştemîn a koçî de wilayeta “Kurdistan” ji şanzdeh paran bû, evin:”Alanî, Alîştar, Bihar, Xetiyan, Derbendê Tac-Xatûn, Derbendê Zengî, Darbîl-Dezbîl, Deynûr, Sultan Abad, Şehrêzor, Kirmanşah, Kindoxîşan, Kinkor, Mahê Deşt, Westan, Bêhistûn.”(7).

Û di rastîniyê de,Kurdistan ketiye dilê Asiyaya Piçûk û tîrê piştê Rojhilata Navîn e û pi raniya para herêma çiyayî û sirta Îranî ye, û ev herêm mîna kevanekê ye û bi parek mezin re ji zevînên Tûrkiyê, Îraqê û Iranê dikeve nav hev(8).

Ji aliyê cugrafî ve jî berçav dibe ku Kurdistan wan welatên ku Kurd têdediniştin, û herdu zincîrên çiyayên Toros û Zagros tîrê piştê ne bo van welatên zevînbilind, û namdarti rînê wan çiyayan çiyayê Arat e (Ararat e), û bilindî ya wî 5000 metr e, hema çiyayê Cûdî, bilindiya wî 2000 metr e, û çiyayê Nemrûddaxêbi bilindiya 3200 metr e, û li Iraqê bilindiya Pîremekrût “Pîremekron” dora 3000 metr e, berf di pi raniya rojên salê de serên wan dipeçine û ji orta Kurdistanê herdu çemên Dicle û Ferat kaniyên xwe dibin, û ji tevlêyên wan çaxdayî Murad Su, Xabûr, herdu Zab û Diyalî (Sêrwan) in, û van tevlêyên pi r newalên berhemdar avdidin, gava di zi ravkên çiyayî re diçin (9).

Û s înorên teqrîbî yên Kurdistanê bi xêzek serrast li ba serê Araratê li bakurê rojhilatî dest pêdikin, ew xêz bi jêr ve ta parçeyê başûrî Zagros(Li rojavayê Îranê) dadikeve, û ji wê herêmê de em xêzek serrast ber bi rojava ve bikêşin ta bi Mûsilê li Îraqê.

Pi şt re xêzek serrast ber bi rojava ve ji Mûsilêde ta herêma kurdî li Lîwaê Iskenderonê (Hatay), û ji wê xalikê de xêzek ber bi bakurê rojhilatî ve ta Erzeromê li Tûrkiyê, pişt re ji Erzeromêde ber bi rojhilat ve ta serê Araratê, û ew herêmên sînorê li Îranû Tûrkiye, Îraq û Sûriye digi re(10).

Û Kurdistan dikeve navbera xêzên dirêjberiyê (30-40) pileyên sedî bi rojhilat ve, (27-48) pileyên sedî bi rojava ve û ewan welatin çiyayî ne, heyama wan ji ciyekî ta bi ciyekî dî ne wek hev e, û ne tenê çiyayên Kurdistanê bilindin, belku navîna bilindahiya welêt tevî, di navbera 1000 û 1500 metran de ye, jor û jêr ve, di ser keviya zi reyê (derya) re ye (11).

Di sedsala nehemîn a koçî deQeleqşendî wan herêm ên ku Kurd tê de diniştin û navki rina ciyên ku ewan tê de dijiyan, li gor wan, got :

”Çiyayên Kurdan û mebest ji wê çiyayên di

navbera jîngehên Ereban û jîngehên Eceman de”

pişt re 20 ciyên ku Kurd tê de dijiyan anîne zimên û bo her desteyekê şehzadeyê wan, kufermandari

ya wan diki r, heye û wan herêm ev in: “Diyarişt, ji çiyayên Hemedan û Şehrêzor û Dirantik, Dantir,

Nehawend li nêzîka Şehrêzorê, û desteya li wir bi Kelalî “Celalî?!” tê nasîn, û ciyek li tenişta Kelalî li çiyayên Hemedanê heye, ew jî wargehê desteyek ji Kurdan e, jê re dibêjin Zengilî.

Li navçeyên Şehrêzor du deste hene ewanan jî evin: Lûse û Başirî, û ciyek di navbera Şehrêzor û Uşnede ji Azerbeycanê heye, desteyek Kurdên Swêlî lê diniştin, û welatê Besqad, ku desteya kurdî ya Qiryawî tê de dinişt û desteyê wan di ciyin din de ji welatê Ezbeg heye.

Li welatê Kirkur desteya Hesnanî ye, li Derbend Qerayêr, û ew jî wargehê desteya Qiryawî ya kurdî ye û di nav herdu çiyayên ji navçeya Irbil, û li Mazincanê, Pîrewe, Semhe, û welatên derve. Li wan herêman desteya Mazinanî ya kurdî dimîne.

Bi ser wan ve jî desteya Hemîdî ya kurdî, û welatên Şeqlabad ta Xeftiyan, û di nav wan de jî Deşt û Derbendê Mezin, ku di wir de desteyên Şehrî, Mazkird, Rîstaq, Mert û çiyayê Cincimrîn “Hemrîn?!” û tê de desteya kurd Zirzarî rûdine.

Li Colmergê wargehê desteya Colmergî ye û ewana welatin pi r bi berf (befr) û baran in û hevserêOrumiyê ne ji welatê Azerbeycanê, û welatê Kuwardat. Ewan jî welatên teniştdarê welatê Colmergê ne ji hêla welatê Romê ve, û welatê Dinbar, ku paş welatê Colmergê ye,û desteya Kurdanli wir desteya Dinyarî ye “Dinbarî” û welatê Imadiyê û keleha Haron û li wir desteya Hekarî û Îmranî ye û şikefta Dawûd, ku tê deKurdên Tenbekî hene.

Jêder 1) Niki tin, Kurd, R. 22 2) Munzêr El-Mûsilî, Ereb û Kurd, r. 107 3) Thomas Boa, li gel Kurdan, r. 9 4) M. E. Zekî, Kurtiya dûroka Kurd û Kurdistanê, r.2 5) Bedl îsî, Şerefname, bi r 1, r. 12 6) Niki tin, Kurd, r. 24-25, pişt re binêr li nexşeya di dawiya vê lêkolînê da. 7) M.E.Zekî, r. 6 8) Thomas Boa, li gel Kurdan, r. 3 [Berî wî du kesan ev aniye zimên] 9) Thomas Boa, Li gel Kurdan, r. 3-4 10) Abdilrahman Qasimlo, Kurdis tan û Kurdan,r.14 11) Ezîz AlHaj, Kêşeya kurdî (Alqadiye Alkurdiye) r. 228

……….. Dumahi heye ………..

Page 22: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

22

Boniye Cegerxwîn

Min bihîstiye

Min bihîstiye delal

dilê te îro ji min

pir ma ye

min bihîstiye, te

gotiye, yara te

ji te, bi dûr çû ye

ji te êdî , zû reviya ye

te gotiye, dil û derûn

êşandin e

Sozên xwe bi cî ne aniye

yar qet li bende te

ne maye

te gotiye, şahiya dil

bi xwer biriye

xweşiya derûn jê biriyê

azarî tenê hêla ye.

Delalê min bese êdî

tu xweş zanî

evîna te, dil geş kiriye

Jiyana min ronî kiriye

derûn û can vejandiye

bi te re dilê min tim aza ye

te sozek da min şevekê

heyv û stêrkên li asmana

di wê şevê de

li me guhdarbûn, gul û

çîçekên gulîstana, ew jî

bi mere tev heval bûn

te bi wê sozê, delalê min

evîna min bi hêz kiriye

vîna dilê min hilda ye

hinasê min bi rewa kiriye

bêhn û gulav lê kiriye

hêviya min pêşve biriye

omîda min bi te re ma ye

Lê ji nişka, bê ku tu

min aga bikî, te ez hiştim

winda bû yî, bi dûr çû yî

êdî tu wî, yê ku yara

xwe hêla ye

Ma te jibîrkir şeva dawî

te li çavê min qet ne dinerî

bi min re xweş ne diaxivî

te bi azarî silav da ye

min zanî bû, dil bi kulî

nizanî çibikî, çi bêjî

xuya bû te ,biryareke nû

ji xwer daye

gava te biryara xwe got

rondik zû ji çavan hatin xwar

êdî awir, min ji te vedan

min destê xwe ,ji destê te

bi lez berdan

hêviya min bi te êdî

qet ne maye

lê te xwest ku dilê min şak î

azariyê ji min windak î

bi destê xwe êdî te

rondikên çava ziwa kiriye

êdî girnija ser lêva

bi xwe ew ne pendî bû ye

Ji ser lêvan bi lez çû ye

reviya ye

can û derûn te êşandin

hêviyên min tev şikandin

omîda min bi te ji nûve

qet nema ye

Şahî ji dil winda bû ye

Xweşî ji min bi dûr çû ye

Jiyan li min tev geriya ye

êdî bese delalê min

gazina qet ji min neke

nebêje careke dî ku

yara te ji te bi dûr çûye

yara te ji te reviya ye

qet nebêj e, soza xwe bi cî

ne aniy e, dilê wê ji te westiya ye

yar bi xwe, wê te hêla ye.

Pak rewan Tê kengî vegere ?

Dema roka tûj

birînên welat

vemalîn e

tê di dêmên zarokên me de

min bibîne

di kenê kulîlkên sibêda

di çîrokên kalu û pîran de

di peyalên çaiya tarî û şêrîn

û dumana çixareyên pêçandî de

tê min bibîne

di çirisandina tîrêjên rokê

di nêv şaxên dastanan de

di roka tevlî baranê

di rengên ala ya me

di nîgaşên rokê de

di rûpelên kaniyan de

tê min bibîne

di xunava

giyayên goristanan

û di bêdengiya pîroz de

wekî libên baranê

ser dêmên welat

dibarim

tê min bibîne

deriyê eyanê vedikim

destê te û destê welat

maç dikim

şopên lingên min

li ber derî

hîn ne çûne

û şopên hêsirên te

li ber pencerê

hîn gerimin!

Şehnaz Şêxê

Page 23: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

23

Hîviyê rojêHîviyê rojêHîviyê rojêHîviyê rojê Wê Landika tu lorandî

Dem zû ve jê derbas bûye

Te şevên min di revandin

Hinarhembêz di givişand in

Janên bê xew

Li te dibûn ken

Ji berî ko tu bêt revandin

Vê şîreta min bizane

Ev serdeme

Têr kelemin

Stirî gijin

Rengê heriya me sor bûye

Goristan jî teje bûne

Seyr nemîne

Hêj birçîne !

Çûk ji ser daran derbirin

Xwendinên wan

Ji nexşê waran kêm bûne

Tiştên veşartî

Bin Erd kirî

Yên ji nişka ve jî hene

Xwas negere

Tirsa min bi cih neke

Ji dengê Bayê

Birûskên Ewrê Havînê

Gurmîn mirina zanistiyê tîne

Pêşerojê birîndar neke

Tu zû neçe

Karên buha

Avakirin

Pirtûkên nexwendî hene

Pêdiviya nûkirinê

Dengê jiyanê be

Xêzkirina demên mayîn

Kevokên lîsên ramanan

Bi firîne

Mafê nûjeniyê gereke.

22.08.16

Hisina te ez bê Hisina te ez bê Hisina te ez bê Hisina te ez bê hêz kirimhêz kirimhêz kirimhêz kirim

Di bin roniya çirayek melûl de

Sihê çareya jiyanê dorpêç kiriye

Şitilek bê guhdan im

Di guldankê de westiyame

Ez bûme helbestek bê wate

Bi pela darê re weriyame

Rondikên rêwîtiyê zuha bûne

Bi peyama Pêxemberiya te re

Jîndare

Naskirirna sînorên perava te

Di dînîtiya avjeniyê de

Min xwe pey werkir

Piniyên kûratiyê daqutandim

Di sehwa çilvilandinê

Û kuncên dil de

Serwindame

Vebiriqandina rewşenê

Vekirina deriyê asta te

Serxweşiya baskan

Ez li pey rûheyîva te revandime

Li dora stêrikên dêman

Bi firandinê westandime

Ka çareyên te

Min ji pêlên binaviyê bi parêze

Bi gihîne perava serşûya xwe

Bi baskên evînî

Di asta xwe de

Li hêlînên pêwîst de min bi

firîne.

26.08.16

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt

Nizar Yosif Ebdalxan Tildarî

Teba li min carek civên

Dunya li min bo hej zemîn

Torî û se digel kerî

Qantir û hespê dilbirîn

Kitik digel jîjo û mar

Rovî û mişkê xemrevîn

Başok li pey wî hate kew

Keftar û qirdê nazenîn

Dûpişk tevî pîra ebok

Hirça dilal û xwîn şirîn

Kîso bilez ew jî dihat

Korê reben xildê b, evîn

Maka kerî dema giha

Teba hemî wek wê zirîn

Gotna yekem rovî digot

Qada meye qada şirîn

Ker gote ne nana û ne

Kî kare wek me b, de zirîn

Tev bûne yek dûpişk û mar

Başok li ser wande xwrîn

Hespî ji xwer nalek di xwest

Keftar û gur lev şêwirîn

Piştî hemî tev axivîn

B,dawî dihate ev civîn

Biryara baş wek ker digot

Car dî bi hevre tev zirîn.

1/6/2016

Ez û

Teba

Page 24: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

24 HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt

-1-

Niştê min wekî jineka bi du canan e

Ez niha hewesa te dikim

Kûraniya hinavên min te dixwaz e

Tu dûrî

Roj wekî komeke ji pûş serhev dibin

… û hewes di bin de bi sedan çêlçûkan datîtin

Ên hezkirî

Hêvî

Bi te re man

Ewir

û rengen

û pêjiniyan

Ez nizanim ji ku ve tên

Xwezî çavêd hezikiriyê min jî

Ji dereke nenas ve bihatana

Dibe ku ji min re

Hinek ji çelengiya te bi xwe re bihanîna

Ey niştiman

Çiya rûdinin

Av bi teviya gewciyê dirijine coyên

Bajar berken dibin

Bajarên bê bişkov min ji te ve dûr dikin

Ez û tu me hezkirin û êş hevpar kirin

JI min re tiştek nema

Ji serinca çavên te yên vebirûsk

Ev bajar gava tê de êvar bi dawî dibe

Ro bi paş çiyan ve dikeve

Wekî mişmişeke çermisî

Çiya li wir dadinişin

Tu pêjiniya min dagir dikî

Ev tarî, ez nizanim ku ve dibe,

van hezaran firindan

Helbestvan: Dîlan Şewqî

Wergerandin ji Erebî:

Cankurd

-2-

Germî li eniya gund dide

Çêlikên qazan dengên xwe ji hozê rizgar

dikin

Cûdî nivîna xwe bi aliyekî ve davêje

Dil di germiya dilê te de xwe germ dike

Ne ji te ba, wê jîn

Wekî şîrê nehatiye meyandin ba

û wê neyê meyandin

Tu nebe

Ez wekî kilîlekî giriftarê zengê me

Nikare çi xewnan veke

Ez bi tenê di yekaniyeke req de binve

dibim

Ey hezkiriyê min

Lingên min bi tevayî hatîne tevizîn

Valahî li ser seriyê min

Heta lewendtirîn salên min bi te re

disotîne

Ax…

Ez nema dizanim, ka temen germ e

An sar e

Qelazê avê li ba min tijî bîranînên te ye

Ez jî dilop bi dilop vedixum

Ez bi tenê me

Tenha bi tenê me

Ez tika ji te dikim,

Pêjna xwe li bal min bihêle

Di vê valahiyê de

Tenha dil û çavan rapêçayî ne

Xwezî tu wek wa rîhana di pencerê de

Her li bal min bî

Dildarê mino,

Ma tu şemalê sibehê dibînî

Çewa razanga daran dihejîne

Tu jî wilo, çemê keskahiyê di canê min de

Çivîk tiwanckirî ne li asîmanê

…û çavên te min herdem bi koçkirinêve

girêdidin

Ewana derman in ji derdê min re

Hewesên me yên, ku kulîlkên wan diweşin

û pêçeka cihêbûnê belav dibe û belav dibe

Lê beyanî te ji min re hildigirin, tînin,

Ey dildarê min…!

Lingên me ji ser milên salan ve bi jêr de

hêldibin

Xemên me ji me girantir in

Liyaniya „eşqa“ te herheyî ye

…û dil jî herheyî ye, wekî zireyê „deryayê“

Tew pîr nabe

Pêlên te wekî kêrê lêdidin

û gotinên te mûm in

Ez dizanim, ku di devê vegerê de diran nîn in

Ez çi bikim?

Eger ji kayên keserê

Hezkirina te jê dilop dike

Bînxaşk a te jê dilop dike

De were lo,

Ewirekî tenê ji ewirên te

Wê zuwabûna canî biçirîne.

Page 25: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

Lê lewendê ev Lêlûn e

Roj û şev lê peydabûne

Dîroka mirovahiyê lê dimîne

Û bi kevneşopên Kûtî û Horiyan hatî xemlîne

**

Lê lewendê ev Lêlûn e

Bi hezar salane Kurd lê niştecî bûne

Û bi navê wan hatî nasîne

Xweşiya çiyê wek nisrîne

Bi kelepora kurdî dewlemend û şêrîne

**

Lê lewendê ev Lêlûn e

Warê Robariyan neviyên Horîne

Kela Semhanê di poz de sûr girtîne

Û perestgehên Zaredeştî û Ezdahiyan zêdetirî sedîne

Tu bawernakî ger tu bi çavên xwe nebîne

**

Lê lewendê ev Lêlûn e

Warê dîrok û şaristanî û hebûne

Zayîngeha ol, bawerî, çandin û sabûn e

Ji berê de li vir şaristaniyên kevnar rabûne

**

Lê lewendê ev Lêlûn e

Axa cîyê paqij û sor wek xwûn e

Kurdên va çiyayî hertim xwedî çandin û pez bûne

Û roja hîro xelkê çiyê xwedî zanabûne

Û li hember tundrewên Dahêş bi mêranî rabûne

Çiya, lê lewendê çiyayê kurdewarî û serxwebûn e.

14 - 08 - 2016

1111---- HEZKIRINHEZKIRINHEZKIRINHEZKIRIN

Dest nede hezkirina minî...

...Bê hêvî

Ji ber nalîna dirêse...

...Bi dijwarî

Bi hetên vale qîrîna belav dike...

...Bi zorî

Bi hêsirin zuha...

...bê kanî

Li memikê ewran Dinere...

...Bi awirî

Da bê deng bimîne...

...bi bendî

Û neşû derdên...

...Bê dermanî.

2222---- TÛMIRÊN EVÎNIYÊTÛMIRÊN EVÎNIYÊTÛMIRÊN EVÎNIYÊTÛMIRÊN EVÎNIYÊ

Bi hevre em...

...Diçin

Di hembêza parsiwan...

..Digerin

Li ser şaxê dil...

...Distirînin

Evîn û hejariyê...

...Belav dikin

Di nav pêlê loman...

...Soba dikin

Leylana belengaziyê...

...Dirêsin

Bahoz û bêzarî...

...Li wan dixin

Di xewnan de bi hevre...

...Tevne dikin

Di damarên viyanê de...

...Diçînin

Beyar Robarî

Lê lewendê Lê lewendê Lê lewendê Lê lewendê

ev Lêlûn eev Lêlûn eev Lêlûn eev Lêlûn e

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

25

Pêjinên

Ramandinê

Li gerdûna dînatiyê..

Bê tovê dilovaniyê..

Em stiryan.. Belav dikin

Bi hisbûna lîlandina goran…

… Berbejnî dipêçin

3333---- MIRINMIRINMIRINMIRIN

Dema neman reş çirûsk dide

Di çirava jiyanê de avjenî dike

Tevzînok bi ahinga dixîne

Wekû birûskên di sînga ewran de...

...dilerizîne

Wekû bûka bibe hevjîna kefenekê

Li ser awazên bilûra şînê…

Newazin bê deng saz dike

Di kavên deman de digerîne

Di cîgehê bîrkirinê de..

Winda dibe

4444---- RÊ YA BÊ HÊVÎRÊ YA BÊ HÊVÎRÊ YA BÊ HÊVÎRÊ YA BÊ HÊVÎ

Eger tu sawêrekî bê warî

Di rêyên dilxwaziyê de bi rêwîtî

Li şeqamên paş sînorên deman bigerî

Dema sûraba azadiyê ti dorpêç kirî

Û zikreşî bi hezkirinê te guherî

Û kulîlkên hêviyan ramûsan kirî

Û tu bûyî xwediyê xewnên mirovatî

Wê demê… rê bi min bide xuyanî

Ji ber ez li hêviyê bendewarim…

..... Bê hêvî

@ @

Xorşîd Şûzî

Page 26: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 52" // Tebax 2016

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt 26

Xwe naz neke bi çixara nav tiliya

Îdî bese dil û mêlak tev hiliya

Di bin çava îdî bese hew bi nere

Tu min nexe di nav pêlê evan derya

Ji pişt masê ewa fermana tu nede

Birûzka ji wan çava hew tu vede

Selah Mihemed

Çav reş

Ewê ser rûkê tu bavê

Bera riwê te xuyabê

Ma tu rindî mîna tavê

Bera dil bi te ew şabê

Ger ne rindî dîlbera min

Bera ser rûk ser rû dabê

Çava ne kut kutî li min

Dil bircbê wê xirabê

Xerîbê welat

Xerîbiyê te ez kuştim

Ji dost û hevala hiştim

Dest û lingê min girêda

Li ber tavê ez birijtim

Ez xerîb bûm ji warê xwe

Ji dosta tev ji kesê xwe

Gelo ma ezê vegerim

Bi saxî li welatê xwe

Pakrewan bûn bi hezaran

Penaber bûn ber dîwaran

Nîvê bêtir tev birçî man

Bûne hisreta buharan

Minntê ku li me dikin

Ingişkê ku li me dixin

Di kevin em qet ranabin

Rojê sed car têne kuştin

Xerîbiyê mal wêranê

Tu bi rewşa me nizanê

Ketine nav pêl û gera

Rê winda bû rêçik kanî ?????

6 – 1 – 2014 Batman

Herdû çavê tey kilkirî

Wê ser rûkê ser wan vemal

Hiş û sewdan ji min birî

Dilê reben her ew dinal

Dîtina te bûye hisret

Buye ferdos buye cinet

Xwe naz neke dûr nekeve

Va bircek ji dilê min ket

Gelo wêrim dest bavêjim

Wê ser rûkê ez hilînim

Bê tirs bakim û ez bêjim

Evîn darim ser te denim

Gelo ser rûka xapaya ?

Gelo ji bona dilaye ?

Yan ji bona herdiwaye

Yan ew ser rûk bo xwedaye .

24 . 8 . 2013 Batman

Hêdî hêdî yewaş yewaş li vî dilî

Bê payebûn hîmê kuça tu lê mede

Her bi her yar naziya te bêtir dibe

Her weha yar ew kenê te xweştir dibe

Êdî yarê xwe hew ji min dûr bixîne

Bawer bike çiqas dûrbê nêzîk dibe

Çav û birh ewa dêmê li hev hatî

Hinarkê rû mina du sêvê xelatî

Şev û rojê yara minê li xeyala min

Te ev dilê min birin kir û bi rêketî .

15 – 7 – 2013 Batman

Walatê min wêran kirin

Malê me tev talan kirin

Milletê me penaber bû

Bi seda em ser jê kirin

Em birçî û tev bê kar man

Ji bo wilo welat berdan

Ji mer dibên hûn xayinin

Qe nabêjin hûn birçî man

Yara delal

Page 27: Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di … · 2016-09-22 · êşa gelê xwe, dayîkên şehîdên xwe xort bikin, û bizava xwe bikin, ku harîkariya

Sernivîser Derhêner

Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Hemîd Yûsif (Kasî)

- Mizgîn Hesko

- Oflaz Toutî

- Ji bo hinartina berhemên kurdî :

-

- [email protected] -

- Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin : -

- www.penusanu.com