75

Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

  • Upload
    others

  • View
    5

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî
Page 2: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî
Page 3: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Mele Zahidê Diyarbekrî

HERDUBAT

Wergêr ji tîpên Erebî:

Zeynelabidîn ZINAR

Weşanên Apec-tryck & För!ag

Page 4: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

HERDÛBAT

Weşan no: 7

Utgivare: Apec-Tryck & FörlagBox 3318163 03 SPAN'GATeL. 08-761 81 18

ISBN : 91 87730 18 - 9

Page 5: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

PÊŞGOTIN

Nivîskarê hêja mele Zahid di sala 1935 ande li gundêDêrsilê hatîye dinê. Navê bavê wî mele Hadiyê kurê meleMihemedê Endarî ye. Gund nêzî bajarê Hezroyê (Dîyar-bekir) ye. Ew 7-8 salî bûye diya wî mirîye il dest bi xwendi-na medresê kirîye. Mele Zahid di despêkê de li gundêBaşnîqê li nik mele Remezan xwendîye. Di pey de li nikmele Ehmedê miftîyê Farqînê û paşê li nik şêx MihemedSeîdê Cizîrî domandîye. Ewî di demekê de li KurdistanaSûrîyê, li bajarê Amûdê il li Xeznayê jî xwendîye. Di pa-şîyê de mele Zahid destfirnama xwe ya xwendinê ji şêxUsivê Sewrî (Mêrdîn) sitendîye. Nivîskar piştî ku dibemele,ji sala 1959 an hetanî sala 1969 an, it bajarê Licê dixwendegehê de dersa feqîyan daye.

Mele Zahid, hozan il nivîskarê bi nav il deng il kevinti-rînê nivîskarê Kurdan mamosteyê nemir mele Ehmedê(Hiseyn) Bateyî bo xwe kirîye pêşîwar il mewlûda wî qo-pye kirîye,bi zimanekî xwirî Kurmancî ji nil ve nivîsîye. Ûwî ~ixwe bi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje:

"Seydayê Batê digel vî ZahidîPesnê Mewlûdê bi Kurmancî didî"

Ev berhem jî, mîna Mewlûda Batê her du rêz bi yek qa-fiyeyê ne û li ser yazdeh kiteyan honayî ne. Lê belê di nav-bera herdukan de guhartineke cuda dikeve ber çavan. Bescî cîna hin rêzên Batê,mîna jêderkan,tê de xwîya dibin.Li gor agahdarîya ku mele Zahid di paşîya pirtilka xwe

de bi zarê Erebî kirîy: Ewî vê Mewlûdê di sala 1973 an deli bajarê Diyarbekir nivîsiye. Û bi alîkariya Ehmed T. disala 1978 an de jî, li Stenbolê di çapxana "Bayraktar" de biwênekêşîya destxetên wî li çapê ketîye. De lê belê nivîskardi rêzekê de weha gotîye:"BOhezar û heyştê û çar sêsed e". fcar ev tarîx ku ya hicrî

be 1384 e. Beramberî ya mîladî dike 1964-1965. Ji vê yekêtê zanîn,her çiqas ku wî gotîye: "... di sala 1973"an de ni-vîsîye,belkî di \iê tarîxa li jor de nivîsîbe

Mewlûda Batê, ew çapa ku me wergerandibû latînî ûROJA NÛ jî çap kiribû,19 beş in û 565 beyt in. Lê belê evmewlûd 22 beş in il 667 beyt in. Lê digel beyta tekrar a didawîya hemû beşan de,tev 689 in.

Nusxeyek ji vê Mewlûda çapbûyî,bi alîkarîya kurdekîwelatparêz -bi navê 1lecî- giha destên me. Me jî ew ji tîpênErebî wergerande Latînî û pêşkêşî xwendevanan kir. Hêvî-dar im ku wê ji zimanê Kurdî re bi xêr be il wê pirtilkxanaKurdistanê jî pê dewlementir bibe. 15.06. 1988

Zeynelabidin

5

Page 6: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî
Page 7: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ!MEWLÛDA ŞERÎF HERDUBATBîsmîllahîrrehmaoîrrehîm

Pesnê pir bona Xwedayê alemînEw Xwedayê daye me pir keremîn

Em kirine umetek b'xêr û ber ePêgirtyê wî Muhemmed Peyxember e

Ew Xwedayê xweyê mulkê pir mezinMe musulman kirye tev hev mêr û jin

Daye me îman bi Qurana ~êrînEm kirne ummeta Muhemmed emîn

Ew Xwedayê fena wî qet kes nehinBê dêk û bav û heval bê mêr û jin

Bê vexwar û xwarin û bê cî,mekanEm ji bona cî dibêjin "Lamekan"

Erd û esman û temamê alemanXaliqê g~kan Xweda ye bêguman

Xwarinê b'hemyan dide ta mar û mûrKurmikê nava kevir bin behra kûr

Pir delal û esbehî me çêkirîL'p~tî me cinn û melek wî xw~ kirî

7

Page 8: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

8

Wexta em rabin biçine cennetêDê melek bikne ji bo me xizmetê

Gemîya erdê ji bo me çêkirîKitêbê nazik ji bo me rêkirî

Pêş,berî me Muhemmedê esmerîGera erd û asîmanan tev kirî

Em li dora erd û esman bigerinHikmetê mezin ji xwa em bigirin

Lazime em ku bibînin sin'etêXaliqê xwe jê bibînin 'ibretê

Gava em çav bidne hinkê alemanHeq bidin secde ji bona aliman

Şopa Rebbê 'izzetê d'me pirtir inLew benîadem ji her kes çêtir in

Hêvîdar in em ji te şahê kerîmTu me bî li ser riya rast û selîm

Em gunahkar in hemî qûlê te neHêvîdarê rehm û îhsana te ne

Ya Reb îmanê dixwazin em mudamB'kevin bin kona Muhemmed we'sselam

Ey Muhemmed em bi heyrana te neGişkî xelqê aleman l'benda te ne

Tu ji bona me,temamê alemêPiştemêrek xweş di roja teng demê

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 9: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 2PESINDAYîNA ptXEMBER

ÛxtRA MEWLÛDt

J'bo te ra bit her zeman Û gav û hînEy Muhemmed bi hezaran aferîn

Ey resûlullah resûlê QureyşîEy hebîbê weku nûr jê dikişî

Zahidê bê çar di vê dewrê heyeGer qebûl kî bulbulê işqa te ye

Ey şefi'ê feqîrê vê ummetêDestê me bigrî di roja zehmetê

Kes di tarîxê dinê wek te nebûLi dinê wek te kesek mwefeq nebû

Pir mubarek be li te peyxemberîTu ji bo vê alemê ra rehber î

Pir selat û pir selam me li te yeÇi bibêjim sebra me b'navê te ye

Piştemêrê me di roja ceng tu yîDestekêşê me di roja teng tu yî

Pur mezin rutbe Xwedê daye bi tePir ezîz bûyî ku bawer kir bi te

9

Page 10: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

10

Tu çira û ruhniya heft asimanHerdu alem ra tu yi ruh û rewan

Hatina te pir ~eref da ummetanKurd û Tirk û Ereb û van Eceman

Her çiyê nûra te dîtî bû fidaMal û canê xwe d'wê rêkê d'da fida

J'xatirê nûra te ye Buyt-ul HeramLew me nas kir Zemzem û Rukn û Meqam

Em diçin ferzê xwe pê tînin bi cîHem gunahê me diçe hem d'bin hecî

P~temêrê me temamê ummetêDê bi saya te biçin em cenetê

Ayeta ku "Maremeyte" behs dikitÎşê te tevlû Xweda peyvê dikit

Si cuzwê Quranê tev da ku heneMûcîzat in tev keramatê te ne

Dengê azanê li ser de~tû çîyaTe gihandiye bi xelqê hemîya

Tûmê Îbrahîmê Beytê çêkirîWî j'~qa te kurê xwe qurban kirî

Pir selamê me liber bejna te neAşiq im heyran û qurbana te ne

Agirê qelbê me tê j'~qa ResûlUstuxwar in em ji wê bûne melûl

Tîrêja nûra te ye bûye xwiyaL'Tûrê Seynayê çîyay Mûsa biya

Page 11: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Pir selatê me li ser nûra te binRoja heşrê em di nav bîra te bin

Bê jimar me pir hene gnahê mezinLê me hêvî em di bin darê te bin

Tu ji bona me temamê ummetêPiştemêr î xweş di roja zehmetê

Ey Muhemmed em bi heyrana te neB'mal û canê xwe b'qurbana te ne

Tu ji bona me temamê ummetêPiştemêr î xweş di roja zehmetê

Alema îslamê tevda ku heyeGiş minetkarê evî dînê te ye

Dê bi saya te Xwedê rehmê bikeWan gunahê me hemî 'efwê bike

Roja heşrê em bi bal te dê werinBi cenneta e'la b'saya te herin

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

11

Page 12: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

12

BEŞ 3HURMETKIRINA MEWLÛDÊ

ADETKIRINA wft

Çi kes guhê xwe b'dî Mewlûda NebîDerîyê mizgînîyan dê lê vebî

Ji me ra got Peyxemberê pir b'qîmet:"Mewlûda min çi kesê qedir biket

Salê carek ew ji bona min bideDeftera zêrîn bi destê min dide

Dê nivîsînim di nav wan defteranDê heval be ew di nav peyxemberan

Ez şefî'ê wî me roja mehşerêDê vexwut ew taskî ava Kewserê

Serf bike l'mewlûda min ew yek pereHer wekî serfa çîya zêrê zer e

Ji bo hubba min gazî b'ke her kesîFerq neke nava Elî,Welî,Weysî

Feqîr û zengîn temam gazî bikeQederê kare ji xwa hazir bike

Di meha ewil da Rebî'ê da bibeXêra wê dê ji her meh pirtir bibe"

Page 13: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Yan d' meha nîsanê da dê wer bidîMewlûdek bona hebîbê xwe bidî

Zarik û mêr û jin û kal û cuwanKeyf bikin j'bona hebîbê xwe wusan

Bi şemala agir wek mom û fenerBi şerbet û bihna xweş pir muteber

Tev û hev rabin piya guh bidinêSankî ev gave ku hatî vê dinê

Hinkî nan û xwê d'gel te'mê xwe tevBidin ber vê xwendina ew tevlû hev

Herçî tiştê hûn bidin ber xwarinêDê mubarek be ji xwa guh bidinê

Hem selatan bidin hem keyfê bikinQelbê zarûk û feqîran şa bikin

Çi kesê ev îş bike seransereBide xwendin Mewlûda Pêxember e

Xwe digîjîne siya PeyxemberanHem rica kare bike j'bona piran

Ew diçe heşrê digel xelqê temîzTevlû wan peyxemberanê pir 'ezîz

Ji Ebûbekr û 'Umer Mewlûd bûyeHem ji Osman û Elî ev çê bûye

Fexrê Razî tevlû hinkî alimanPesnê Mewlûdê didin b'çend gotinan:

"Yek qurûşkî serfê Mewlûda NebîXeyrekî mezin ji bo hasil dibî

13

Page 14: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

14

Her cîyê tê bête xwendin rehme lêDê melek bên û tijî wê menzilê

Xanîyê mewlûd di wî bête kirinDê bela hemî ji wî def bê kirin

Xwedîyê zad û civata wî temamDê melaîket liwan bînin selam

L'ba melekan qedrê wî pirtir heyeXatirê wî d'qebra tarî pir heye"

Piştî Peyxember bi sed salê zemanWalîyê Misrê diday qedrek temam:

Çil hezar pez û deve serjê kirîÇar qasê wî mirîşk û qaz sor kirî

Tev ji bona Mewlûda Pêxember eMalê xwe dida ew j'nav hatî der e

Ya Rebbî tu me 'efû kî tevlû hevL'dor hebîbê te Muhemmed bibne sef

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 15: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 4BEHSA XULQA HEZRETî MUHEMMEDÛ QALKIRINA ÇtKIRINA KAîNATAN s. e. s.

Em di vê feslê bikin behsa HebîbÇer Xwedê çêkir ewî rindê necîb:

Hinkî nûrê girt ji nûra xwe XwedaJ'wê ra got:"Bib hebîbê Muhemmeda"

Hêj tunebû 'erş û kursî yû qelemErd û esman û melaîk muhterem

Wexta emrê wê kirî,bû teyrekîL'ser qefeskê sekinî tesbîh dikî

Sed û bîst û çar hezar sal d'wê dimaDaîma tesbîh dixwendî j'bo Xweda

Piştî van dewr û zemanê buhurînDaye pê dozde sîfatê enwerîn

Em ji bona we bibêjin wan temamTev lipey hev bijmêrin bînin kelam:

Qudret û Meznatî yû Merhemet inMinnet û Başîtî yû Keramet in

Rutbe û Hîdayet û PeyxemberîTa'et û Şefa'et û Xweşribserî

15

Page 16: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

16

D'van sîfatan da gelek ew sekinîBi hezaran sal diçû tê mekinî

D'her yekê da ew dima d'behra xwe daHer nezergaha Xweda lê bû cuda

Piştî van girtî Xwedayê îns û cinWê nûrê avêtî çar behrê mezin

Behra Nusret ya dinê Merhemt eHerduwê dî Qudret û Marîfet e

Marîfeta Xwedê weqta hat bi serHelîya nuqtuk ji wê hatin bi der:

Sed û bîst û çar hezar nuqtik rijanHer yek bû peyxemberê qewmê nezan

Piştî van,çêkir ji vê nûra zelalCewherek,lê kir nezer ew bû delal

Bû du felq ewya ji ber 'ezemetêLê tecella kir celala 'izzetê

Nîva ewel da ber çavê heybetêNîva dinê da ber çavê şefqetê

Ji celala 'izzetê nîvê ewelHelîya,bû behrekî mezin bi kel

Pir hezar sal kelîya hişkî dibûFetiqî,jê erd û esman çêdibû

Fitiqî perçe bi milyon jê dibûHer perçê wê alemek jê çêdibû

Her alemek bi tewrek bûye cudaBi hezaran tê heye neqşê Xweda

Page 17: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Hef(t) tebeqê erd Û heftê asîmanJê bû,melek û cinn û însan diman

Alema istêrka tev hev ku heyeYek tebeqkî j'wan heft-i nêzê me ye

Piştî erd û asîmanan tê bi derAlemê ku me ji wan nînin xeber

Gişkê van aleman tê j'nîvê ewilÇê bûye,em nikarin bînin 'eqil

Em di nav vî nîvî giş ku bigerinDê lime dewr û zeman pif buhurin

Lê bi vî 'umrê kinik ê bê emanSeyr bikin em dê lihinkê aleman

B'hikmetê mezin emê çav bidirinîbretê mezin emê dê bigirin

Gava em çav bidne hinkî 'alemanDê qebûl kin gotinê peyxemberan

Em evî nîvî livir bêlin,werinBehs bikin j'nîvê dinê kurt bibirin

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

17

Page 18: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

18

BEŞ 5QALKIRINA 'ERŞ ÛKURSî ÛQELEM

Ji nîvka dî çar-i tişt bûne cuda'Erş û Kursî yû Qelem,Lewhê Xweda

Vî nîvî ji nîvê din ra hakim eTerz û îdare bi vî tim û tim e

Hate emrek j'padîşahê pir mezinXaliqê alem Xwedayê îns û cin:

"Ya Qelem binvîs bi emrê padîşah!""Çi binvîsim ez bi ferman ya îlah?"

Got:"Binvîsin laîlahe îllellahHem li pey wê Muhemmed resûlullah"

Kete secdê ew qelem sed sal zemanSer bilind kir got:"îlahî el eman!

Ez dizanim kes tune îlla tu yîJ'xeyrî te me'bûd tune her we tu yî

Pir meraq bûye ji ma bawer bikeLi qusûrê tê ji min,mêze meke

Ew kî ye ku navê wî b'navê te rePir bilind e l'cem te pir muteber e?"

Page 19: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Xaliqê alem digotê:"Ya Qelem!Tu nivîs ke,te şuxul nîne ji cem!

Tev kitêbê min ji wî behsê dikeEynî nûra min di wî xuya dike

Erd û esman û temamê îns û cinMin ji bona xatirê wî çêkirin

Herçîyê j'wî hes bike,j'min hes dikeEw cîyê xwe l'cenneta şêrîn dike

Tu ji bonay hatiyî bo wî Qelem!Tu ji işqa wî binivsîn dem bi dem"

Işq û mihbetê Qelemê şeq dikirHat li ser lewha nivîsanê dikir

Ji ewilê nivsandina wê digot:"Ey Muhemmed te dilê min pir disot!

Ya Muhemmed pir selamê min I'te neGerçî nava min û te pir sal hene!"

Da cewaba Qelem,Rebbê izzetê:"We eleyke esselam û rehmetê"

Lew "Selam" bûye sunnet j'bona me raRedda wê ferz e,ji b'oxwişkû bira

Qelemê nivsand temamê alemêHerçî borîn, herçî bêtin I'vê demê

Qedera tiştan hemî nivsan kirîLê bû wesfê ne bi fê'la tam kirî

Wê nivîsî yê gunahkarî bibinŞubhe nîne yê di nav agir bibin

19

Page 20: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

20

Yê xwe baş kin dê bibînin ni'metêKeyf û zewqê dê bibînin l'cennetê

Ummeta Muhemmed hemî b'xêr-ber eEhlê nûr e,l'cem Xwedê mu'teber e

Dê 'efû ke warisê peyxemberanHerçî mayî dê bide ber xatiran

Ger dixwazin hûn xelas bin ji agirSelewatan bînin herçîyê hazir

Page 21: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 6QALKIRINA NÛRA PEYXEMBERÛÇÊKIRINA BA\lt ME ADEM ess.

Piştî xulqa kaînatan bû wusan:Gelkî borî lidinê dewr û zeman

Bê hîsab mexlûq liser erdê diçinEhlê tarîxan ji vê hay jê tunin

Berya însana bi gelkî pir zemanHinkî mexlûq hatine erdê wusan

Ew jî wek însana eqlê wan hebûnRay û tedbîra dinê hey jê hebûn

Paşê fitne,kuştinê wan çêkirinRebbê alem wanj'dinê wendakirin

Paş,sira hat Ademê bavê beşerNazikê xweşqametê şêrînşeker

Rebbê alem emrê Cibrîlî kirîHate dinyayê ji vir axê birî

Got:"Ezê çêkim yekî d'dewsa xwe daL'ser rûyê erdê bibe d'emrê me da"

Girt û tevda eciland kirye hevîrHem bi ava qudretê hem da bi şîr

21

Page 22: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

22

Çêkirî Adem bi destê QudretêDanî nav baxçe di nava cennetê

Paşî emrê Cibraîl kirye Xweda:"Gazî ke tevlû melekan ev nîda:

Hûn werin l'Adem ji xwa mêze bikinHurmeta Xaliq ji boy secde bikin"

Giş melek hatin li wî mêzekirinHeyirîn bo qametay 'îbret kirin

Herdu çav û herdu dest,herdu niganDane ber hev Xaliqê erd û seman

Qameta dirêj ku ruh tê bibiyaDê li ser herdu nigan rabe piya

J' sin'etê Xaliq temamî heyirînTev û hev rabûn ji boy secde kirin

Melekê Tawis d'wê xwe şeytan kirîXwe qure kir secde j'bo wî nebirî

Fam nekir,secde ji bona Xaliq eEbedî j'rehma Xwedê bû fariq e

Piştî vê ra ruh ketê rabû piyaMelek û cennet li wî bûne xwîya

Ewwelê peyva wî "elhemdu" digot."Yerhemukellah" Xweda j'bo wî digot

D'pişta wî nûra Muhemmed bû xuyanLew melek hatin lipey wî civîyan

Goti Adem:"Ev melaîk çi dikinTêne pişta min li çi mêze dikin?"

Page 23: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Rebbê alem gote Adem:'~XweşikîTu ji bo nûra Muhemmed eynik î

Ew hebîbê min di pişta te xuyanLew melek hatin lipey te civîyan"

Gotî Adem:"Ya Rebbî,min pir divêNûr ji piştam bête pêşyam,min livê

Ezê lê mêze bikim keyfxweşbibimWek gula av lê bibe,rûgeş bibim"

Emr û fermana Xwedê lê tebitîNûr ji piştay hate pêşya wî ketî

Hin dibêjin,"hate tilya eşedê"Adem lê heyirî bi çavê xwe dî

Tevlû nûra eshaba nûra mezinHat û dest û tilyê Adem daketin

Ya Ebûbekir di tilya ortê ket.Ya lipey wî nûra 'Umer pêdiket.

Ya piçûçik nûra Osman tê dibû.Pêçîya mezin Elî lê heldibû

Tilyê Adem tev şemal û nûr dibûLê dinêrî ew bi wê keyfxweş dibû

Hat diya Hewa liwî mêze dikirEw jî wek Adem bi wê pir keyf dikir

Gote:"Ya Adem!çi nûr e bû nesîbEz û tU,melek bi wê mane 'ecîb?"

Adem got:"Nûra resûlek mazin eL'pişt me tê,peyxemberê nesla min e"

23

Page 24: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

24

L'pey vêya Adem û Hewa l'cenetêJ'xeyrî darê jê dixwin her ni'metê

Emr û fermana Xwedê dara genimL'wan heram e,"nêzîkî wê hûn nebin"

Şeytanê mel'un bi wan ra çû bin eFirseta xwe dî bi wan da xwarin e

Herduwan jê xwarin û 'asî dibûnCilê ser wan çû liwê tazî dibûn

Weqta bê emrî ji Adem çêdibûNûr ji pêşyay hate p~tay sî dibû

Bû gunah,karê bi hev ra ketinêJ' cenetê avêtine rûyê dinê

Yek liHindê,yek liÇînê daketinLi ser rûyê erdê b'hev ra ew ketin

Tazî yû bêçare herdu pir girînL'ser rûyê erdê gelek salan gerîn

Ehlê tarîx û kitêban wer dibên:"Li ser grê wê Erefatê hev didîn"

P~tî vêra ew dibûne mêr û jinEm benîadem ji nesla wan dibin

Rojekê ew ket sicûdê pir girîSer bilin kir hem lijor mêzekirî

Perde rabû,dî temamê asîmanLê xuya kir ta bigîje Lamekan

Dît di çaqa 'Erş da lewhek çêbûyeDi rêzik tê da nivîsandin bûye

Page 25: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Rêza ewel:"lıîlahe îl1ellah"Ya dinê "Muhemmed resûlullah"

Got:"Bi heqê wî Muhemmed tu bikîAdemê bêçar di 'efwa xwe bikî"

Hate xwarê Cibraîl wê saetêJ'Ademî ra 'efwa Rebbê 'izzetê:

"Rabe ser xwe Ademo!efwa XwedêJi bo te hat,rabe guhê xwe bidê

J'xatirê navê Muhemmed ew resûlWê ricaya te şihandî,bû qebûl!"

Ey cemaet tev û hev tewbe bikinHûn bi saya wî ricaya xwe bikin

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

25

Page 26: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

26

BEŞ 7JIMARTINA BAV Û KALt PÊXEMBER

Û cIYÊ WAN

Piştî Adem çû ji dinyê mirîyaNûr di pişta gelk mirovan gerîya

Kete zik û pişta kî,ew pîs nebûQet gunehkarî l'dinê jê çê nebû

Bi jimarê ta bi Adem em bibênBelkî bav û kalê wî em kêm bibên:

Lê Gi) Şîs heta bi îbrahîmxelîlBav û kalê wî dibûne Kurd celîl

Lê j'Urfayê diçû îbrahîmxelîlDi Hîcazê sekinî l'wê bû delîl

L'piştî îbrahîm ku îsmaîl dibûL'nav Ereb bû,ew jî wê ereb dibû

Ta nebîyê me Muhemmed ew dihatSilsila wî bû Ereb j'vir dihat

Ew ji Ednan ta bi Ebdullah gihîştBîst û yek bav ereb in rast û durust

Em ji bona we bibêjin wan temamBîst û yek bavan bidin rêza kelam:

Page 27: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Ji ewel,Ednan Û Me'd in ey bira!LiNezar û Mudr û Ilyas tê sira

Mudrîke pişt wî Xezeym e taze eyşHem Kenan e piştî wî Nedrê Qureyş

Ji vî Qureyşî dibûne QureyşîTa Muhemmed ew bi vî navî kişî

L'pey vana Malik û Fehr û Xalib inKe'b û Murre hem Qusey û Kîlab in

Hem ji pişta wî Quseyê pak û safEw emanet hate nik Ebdulmenaf

Hem ji nik Ebdulmenafê pir delalHate pişta Haşim ew nûra zelal

Hem ji Haşim ew emanet radibûHat bi Ebdulmuttelib mêvan dibû

Silsila wî ta bi Adem da û babDê biçîtin cennetê tev bê hîsab

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

27

Page 28: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

28

BEŞ 8ŞORKJRINA KERAMATÊ BAVÊ PÊXEMBER

DIGEL CENGA YAHÛDÎYAN

Hem ji Ebdulmuttelib û FatîmêÇêbû Ebdullahê şêr ê (wê) demê

Nûr di enya wî gelek şûle didaÇi kesê ew bidya ber pê xwe dida

Hêlîna nûra Muhemmed hatî ewPak û nûranî delalî hatî ew

Weqta Yehya kuştibûn YahûdîyanXwîna wî kirne Cubê nav hirîyan

Gotin:"Weqta xwûn bibe şil û ter eYê ku heyfa wî bistînit dê were"

Hişk dibû ew xwîn di kûban bû kemarTa ku hatî Ebdullahê namîdar

Taze bû ew xwîn ji Cubbe herikandRahib û Yahûdîyan guh pelikand

Welwele çêbû liser wan hakimanXelqê Şamê tev diçûn ber rahiban

Teze bû ew xwîn ji Cubbe herikîRahiban got:"Ayî wayî! em çi dikî?

Page 29: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Nêz e rabe Mehmedê sahib keremWenda ke Tewrat û Incîl û senem

Hat xwedanê şûr û Qurana mubînXwîna Yehya va nîşana wî yeqîn"

Ramilan rem1ê xwe dane ber qelemGot:"Ewê rabe ji nav xelqê senem"

Wan yeqîn kir dê di Mekkê da bibeLewra tev pût û senem d'wê da dibe

J'bo vêya heftê cihûd rabûn ji ŞamBi hev ra xwarin sondê, sozê d'temam:

"Ta nekujin em ewî xortê bi nûrYekji me nayê bi Şamê j'axa dûr"

Tev hemî xwînxwar û zalim dil bi kulWan berê xwe da Mekê b'hêrs û bi sil

L' ser riya xwe pirs d'kirin jî rahibanJ'kê d'pirsîn Mekê bo wan nîşan didan

Zû gehîştin çûne dora MekkehêXwe d'veşartin fena ava bin kehê

Da binê kengê bibînin firsetêŞev û rojan diguhurin newbetê

Piştî pirsîn,nas kirin wan EbdullaLê d'Mekê da wî heye qewmek bela

Gotin:"Qenc e em bibînin wî li derWê demê dê bikujin em b' şûr û kêr

Rojekê wan dî bi çolê da meşîSeyd û nêçîra xezalê çavreşî

29

Page 30: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

30

Wan dî rabû Ebdullahî bê gumanBi tenê tenha bi çolê bû rewan

Firseta xwe dîn lipey wî tev diçûnBi xezeb tev fena gurê devbixwûn

Eynî wê rojê liseydê bû WehebBavê Amînê ewê baş ê b'edeb

Dî ku hatin Ebdullah qewmê CuhûdŞûr di dest wan,Ebdullah ma bê umûd

Lê Qureyşî tev û hev mêrxas-cesûrEdullah halan dida rakirye şûr

Hate dengek:"Ey Cuhû hûn terk bidinHûn libavê min nikarin dest bidin"

Nûr ji pişta Ebdullah hatî bi derŞewq û qêrînek liwan daye bi ser

Agirek hatî Cihûd şewtan kirinWan ji ser rûyê dinê wenda kirin

Bavê Amînê kete şerm û fedîSurê Ebdullah li ber çavê xwe dî

Wî didîtî j'Ebdullah ev sir û halKete qelbê wî,nivîsî ev xeyal:

"Ger qebûl ke,daye pê min AmîneMin keçek pak û delal û sakîn e"

Hatî malê ew Weheb pir eceleKete qelbê wî şewat û welwele

Herçî wê rojê ku guhdarî kirîJ'Amînê w malya xwe ra behsê kirî

Page 31: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Piştî dîtî ev keramat û 'ecebJi malya xwe ra wer digot wî Weheb:

"Ey keçê,min vê tu qasid bî ji minRabe here Xanedana malmezin

Bêje Ebdulmuttelib ra:'Tu wereEm bidin te Amîna pir dîlber e

Amîna min layîqê la(w)ê te yeEm bid in pê,dilê me pir tê heye

Pir delal û nazik û d'weqta hev inHerdu rind layîq û hukûfê hev in"

Ebdullah xortê delal î şekerîNûra Ehmed kirîbû wî enwerî

Sek! û sîma fena hîva asîmanNazik û pir rind ji mala Xanedan

Xweşik û rind û delal û wek şekerÇi kesê ew bidya,dil lê bû dîger

Dîlberê qîz ê Qureyşan û ErebHêvîdar bûn tev ji bo wî roj û şev

Tev û hev dilê di wan tê da hebûLê dilê wî bi yekê qet çê nebû

Lewra nûra Pêxember d'enya wî bûEw bi saya wê nûrê şêrîn dibû

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

31

Page 32: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

32

BEŞ 9DÎTINA BA\lt ptXEMBER'ECAÎB (JI) KERAMATAN

Rojekê wî gote:"Babvo,ya emîr!Çi gava ez biçme çolê j'bo nêçîr

Tê ji pişta min bi der nûrek mezinRadibîte ser serê min ew ji min

Piştî radbe ser serê min d'be du kerYek di Şerqê yek di Xerbê diçe der

Ez dibînim dîsa tê ser hev bi minRadibîte ser serê min ew ji min

Radibe bilind dibe, berjor diçeŞewq û reng û xweş şemalek jê diçe

Ez dibînim asîman bûye du şeqRadibe ew dibore di heft tebeq

L'asîmana gelkî tişt xuya dikinGiş melaîket liwê selam dikin

Saeta ez biçme çolê bi tenêPir 'ecaîb têne pêş min wê demê

Hem ji erdê tête guh 'min ev kelam:'Way digel te nûra Ehmed ya zilam!'

Page 33: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Her çi dara hişk be ez biçme binîDibe heşîn ez ji belgan bûm xenî

Di be sî w sîwan li ser min xemilîEz diçim dibe hişk bê belg û gulî

Teyr û heywanat bi min heyrê dikinTev li pişt min kom dibin seyrê dikin

Kanîya zuwa be ez biçme bi serŞil dibe wê gavê,av jê tê bi der

Weqta germê tête ser min ewrekîSî dide ser min,li min honik dikî

Dar û ber û kevir û pîj û qelamKu diborim tev li min dikne selam

Di xewê da ez bi teyrek difirimErd û asmanan temaman digerim

Ev çi hal û reng in,bavo bêje min?"Bavê wî got:"Ruhnîya çavê di min

Keyf bike,mizgîn li te be,ey şêrînDê ji te zahir bitin şahê emîn

Dê mirovek pir mezin j'te rabibeFeqîr û bêçar bi wî tev şa bibe

Hêvîya min her ev e dê wer bitinRehberê alem ji te peyda bitin

Min gelek xewna dîye dê wer bibeEy delalê min ji xwe deng qe nebe"

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

33

Page 34: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

34

BEŞ 10ZEWCANDINA BA\lt PÊXEMBEREBDULLAH ÛHEZRETî AMîNE

Piştî van peyv û xeberdanê me gotCîger û can û dilê Weheb disot

Hanî Amînê gelek xweşxemilandQasidê xwestinê bona wan şihand

Hat bi Ebdulmuttelib behsê kirîHem bi Ebdullah gelek şêrîn kirî

Ebdullah got:IIRabe dayê,pir delalTu bibîne Amîna b'husn û cemal

Çer dibêjin ger ku wer be guh bidêJi mir b'xwaze wê demê muhlet nedêll

Rabû ser xwe Fatîme zû meşîyaLi nav meznê wan Qureyşan gerîya

Kes nedî rindtir ewê j'qîza WehebAmîna rind a delala bi edeb

Pir delala nazik a çavê di reşJi Zuheyran torina qewmê Qureyş

Amîne sor û sipî,husn û cemalNayê gotin bi qelem bînim xiyal

Page 35: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Çi bibêjim pesnê wê j'bona me yeNe diya Peyxember e,çavê me ye

Fatîme dît û vegerya dil disotHate malê pesnê Amînê digot

Hatî Ebdulmuttelib rakir ji malÇû ji bav wê xwestî ew rinda delal:

Sed devê lok ê di girmil,sed dewarHuqqekî zêr,huqqekî zîv bi jimar

Sed pezê qerqaş digel wan hatineTev didan next û qelendê Amîne

Berya îslamê evî tişt ê hebûQelend û nextê gelek heram nebû

Hatî Ebdulmuttelib wê saetêKir tedarek kar û bara dawetê

Dawetê dunya dida zewq û sefaDaweta bavê Muhemmed Mustefa

Keyf û saz û zirne yû tillî-milîKetne govendê cuwan û hilhilî

Dawetê xelat belav kir li tevanHatne ser hev ehl û obê Ereban

Paşîya mehê ji payîza ewilÇendî roj mabû bikev Recebê j'dil

Xwarin û zad û te'am pir çêkirinHerçî hatin şahîyê tev têr kirin

Amîne xemlandine kirne gul eHem hene l'destan e,çavan bi kil e

35

Page 36: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

36

Eynî şeva duşemê nîkah kirinBûk û zava herduwan xelwet kirin

Di Mekê geryabû ev xweşgotin e:"Ebdullah zava ye,bûk bû Amîne"

Bavê Amînê gelek keyfê dikirWê nûra mezin ji xwa nesîb dikir

Gelkî qîzê mezinan xwûn der kirinWan ji bona Ebdullah miraq kirin

Lewra wan zanibû dê tiştek bibeMirovek mezin ewê dê jê bibe

Eşkera bû nûra enya EbdullahLew keçan bo wî digotin "ah û ah"

Bûk û zava herdu çûne xelwetêŞahîyek xweş kefte baxê cenetê

Hate girtin derîyê agir temamTeyr û heywanat lihev dane selam

Hor û xilman û çem û dar û beranJi Xweda ra tev û hev pesna didan

Rebbê alem emrê Cebraîl kirîWî bi bal heft asîmanan rêkirî

Cebraîl hat goti bo wan melekanXelqê asîmana gişkê felekan

Gote bo wan:"Hatî dewra MehmedîHat resûlê fena wî çavan nedî"

Xulxule peydabû ket nav asîmanDengê tesbîhê melek da Lamekan

Page 37: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Cebraîl(î) tevlû hinkî melekanHatne xwarê l'dora Beytê bûn sekan

Çar kenarê Beytê bûye zemzimeDengê tesbîhê di wan kir gum-gume

Rast û çep deng dane hev Ruknê HeremKetne xwarê hûr dibûn pût û senem

Dengekî hatî ji Beyta Mezin e:IINûraEhmed hatî çû nik Amînell

Wê şevê tev padîşahan xewn didînLat û pût (û) senem tevda qelibîn

Textê şeytanê le'în bû tar û marHat l'ser çîyahê Qubeysî kir hewar

Zuryeta wî kom dibûn gotin:IIEman!Ev çi hal e,bêje me?1Iwî gote wan:

IIPirli min çêbûye tirs û zelzeleBi Muhemmed Amîne bû hamîle

Hatî dewra Muhemmed dewra me çûLat û 'uzza dê bibin bê av û rû

Hatî dewra Muhemmed dewra me çûSenem û pût dê bibin bê av û rû

Hat ewê dunya bibe pê rind û pakEm ji destê wî hemî bibne hilak

Ay!li halê me çewa be? ay û way!Em şeytanê le'net lê ne,çi be ray?1I

Ruhnîya çavê temamê ummetanUmmeta wî çêtirînê j'ummetan

37

Page 38: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

38

Ey cema'et tev û hev deng hûn bidinSer Resûlê xwe selatan pir bidin

Zarûk û kal û cuwan û mêr û jinSalê carek hûn ji boy mewlûd bidin

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 39: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 11HEMLA HEZRETî AMîNÊ

BI HEZRETî MUHEMMEDses.

Anûnê got:"Bû Muhemmed MustefaMin bi hemla wî nedî zor û cefa

Lê ku gava ez bi wî hemle dibûmPir keramatê mezin waqif dibûm

Min xwiyê şêrîn lixwe dîtin gelekEnbîya û ewlîya tevlû melek

Tev dihatin xewna min pirsê dikinTev ji wê hemla mi ra nizmê dikin

Meha ewel hati Adem xweş kirîHem selam û merheba l'hemlê kirî

Ya diduwan hatî Şîsê xweştebaKir selam û gote hemlê 'merheba'

Ya sisîyan lıati Idrîsê NebîGote min 'mizgîn livê hemla te bî'

Meha çaran, hati Nûh xweş kenîya:'Hemla te şahê temamê enbîya'

Meha pênca Hûd digot xweşxeber e:'Hemla te mizgîn didim peyxember e'

39

Page 40: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

40

Meha şeşa hati îbrahîmxelîlWî selam daye livê hemla cemîl

Meha hefta lıati îsmaîl bi vîKeyf û mizgînê dida min,peyivî.

Meha heyşta hati Mûsa bû wefaGotî:'Hemla te Muhemmed Mustefa'

Meha neha hati îsa j'asîmanDaye mizgîn:'Hatî sultanê cîhan"

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 41: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 12WEFATA HEZRETî EBDULLAH

BAW PÊXEMBER

Piştî şeş meh çû ji wê hemla necîbJ'Ebdullah ra gotî Ebdulmuttelib:

-Ji bo tîcaret tê herî heta b'ŞamJi Medînê bar bikî zad û te'am

-Nêz bûye bo Amînê godek bibîB' eşîran lazime ziyafet bibî

Karîwan rabû tev û hev buhurînMal birin Şamê firotin zivirîn

Hatin bajarê Medînê b'keyf û xweşEbdullah b'wan ra li wê bûye nexweş

Ebdullah xortê delal ê pir kibarDi Medînê şerbeta mirin vexwar

Umrê Ebdullahî bîst û pênc-i bestWî ji vê dunya genî xatir dixwest

Kariwan hatin bi mal tev gir û hûrÇavê Amînê di maye l'rêka dûr

Amîne bûka delal a şeşmehîHêj bi mala bavê neçûbû zehî

Weqta Ebdulmuttelib ev îş kirîHerdu çavê Aınînê xwîn rêkirî

41

Page 42: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

42

Şev Û rojan "ax" girîn ê jê dihatHêstirê çavan wekî kanî dihat:

"Çewa roja me murad kir xweş dibûLê belê îro bi 'eksê reş dibû

Ka ezîzê min? dilê min bûye nîmAh û hesret, ma piçûkê min yetîm!

Ebdullahim ma ji xelqê karîwanTev bi keyf in,ez tenê ketme xeman

Destê me qet ya ji hev,bû ebedîDi dinê da me ji xwa têr hev nedî"

Dar û ber bo wê girîn wê saetêJ'hêstirê çavan ku nadnê muhletê

Hem melek rabûn û gotin:"Ya KerîmNe hebîbê te Muhemmed ma yetîm!

Kerîm û qadir,rehîm navê te yeEv çi bû bo Amînê,bêje me ye?"

Xaliqê gişkan bo wan daye cewab:"Çî bikim bo we bizanin ew sewab

Ew Muhemmed bav û dê qewm û kekinHa hebin,ha tunebin l'cem wî yek in

Lewra ew koka temamê alemêGiş ji wî çêbûn,ji wî hatin dinê

Ew yetîm e,hikmetê wê pir heneHûn kitêbê wî binêrin çi hene"

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 43: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 13HATINA HEZRETî MUHEMMED LI DUNYAYÊ

CÛ) MERHEBATîYA RUHAN Jt RA

Ji rebî'ulewelê deh şev diçûnHemla Amînê temamî roj dibûn

Şeva yazda, zimzim û awaz û dengKetne nav Beyta Herem tesbîh û deng

Xelqê asîman bi erdê daketinDengê tesbîha b' çiya, erdê ketin

Şeva dozda, hat şemala dewletêAmîne mabû tenê d'wê xelwetê

Meha nîsanê şeva bîst û didoJi rebî'ulewelê deh û dido

Wê şevê Ebdulmuttelib çêdikirayê xirabe Beyt wî ava dikir

Gotî Ebdulmuttelib:"Nêzî seherMin didî zimzim kete Ruknê Hecer

Deng dida 'El1ahû ekber' jê dihat'Hatî dunyayê Muhemmed esselat'

Ke'be şûştin wan temam b'misk û gulavHem bi tekbîr û selatan dane nav

43

Page 44: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

44

Hundirê Beytê şemal û nûr dibûnLat û pût tev ketne xwarê hûr dibûn

Dengê tesbîhê melek çûn LamekanMin lidora xwe nihêrt mam bê ziman:

'Ey gelo îşev qîyamet radibe?Çi 'ecêb e ev bi Beytê wa dibe?'

Ez ji vê tirsam û bazdame bi derMin didî dunya temam nûr daye ser

Hate min dengek:'Eya meznê MekeB'Amînê kurkî Xwedê da, keyf bike!

Ev şemal û deng û reng bona wî yeMekeve tirsê bikev keyfa xwe ye"

Em werin bo Amînê behsê bikinBo hebîbê xwe gelek pirsê bikin

Amînê got:"Mam tenê bê mêr û jinEz demek lerzam û tirsek hate min

Ebdullah nîne bikim jê gazinanKes tune gazî bike çend heb jinan

Min dî xanî ruhnî bû xayet belêÇar-i jin hatin ji rukhê menzilê

Pir cemal û xweşik û rindî hebûKincê ser wan, ne ji vê dunya me bû

Lêvê wan têr bûn ji ava KewserêBiskê wan sed pîn didane 'enberê

Zarê wan xweş bû wekî şekerqulatBihna firdewsê ji lêvê wan dihat

Page 45: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Bejn Û bal Û seruçavê wan şefafMin şubhandin j'torinê Ebdulmenaf

Yek li alê rastê hat û yek liçepYek lipişt û yek lipêş min bi edeb

Kenîyan tevhev bi min keyfxweş dibûnHundirê odam temam bihnxweş dibûn

Ew kî bûn bo we bibêjim wan temamBûne pîrik j'bo Muhemmed we sselam:

Ya lipey min hezretî Hewa dibûYa lipêş min Meryema Îmran dibû

L'alê rastê Sara Îbrahîm dihatL'alê çepê Asîya Fîr'ewn dihat

Meryemê rindîya wê j'wan zêde bûPalvedabû ew ji bo min hêde bû

Wan jinan b'hev ra didan tesbîh û dengMin didî l'dora min nûr hat reng û reng

Çar teref min dî limin dunya bû nûrMeşriq û Mexrib didîtin minji dûr

Min didî dunya bû wekî sêvekêHate ber min kete pencê teyrekê

Ref-refê teyran limin hatin melekWan bi hev re xweş didan tesbîh gelek

Erd û esmanan bi hev ra daye dengHer teref dunya limin bû reng û reng

Dengê zikr û tesbîhan min şaş kirinMin di nava behrê nûrê werkirin

45

Page 46: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

46

Min didî ez tihnî bûm wê saetêYekê da destê min tasek şerbetê

Sipî wek şîr û şeker e bû bi minMin vexwarî tihnî çû fîlhal ji min

Min dî teyrek sipî hatî xweş dixwandWê perê xwe daye pişta min gerand

Tirs û êş û elemê zik radibûHew min dîtî ku limin xweş çêdibû

Hate dunyayê Muhemmed MustefaNûra çava, kanîya sidq û sefa

Dengekî b'dunyayê ket tevda hejîÇi mirî yû çi we sax û çi bijî

Ruhê wan rabûn piya dane sedaKirne gazî b'hev ra gotin:'Merheba!

Merheba b'xêr hatî ser çavê me raMerheba b'saya te em bûne bira

Merheba tu yê bi xêr hatî dinêMerheba îmdada me pişt mirinê

Merheba pêxemberê îslamê hatMerheba rehberê vê alemê hat

Merheba hatî şivanê ummetêMerheba hat bo me nûra qudretê

Merheba alem bi te bûye xenîMerheba dunya bi te bû medenî

Merheba hat ê ku zulmê rabikeMerheba hat ê feqîran şa bike

Page 47: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Merheba ê j'ruhê me pirtir lipêşMerheba j'xelqê ketî ra destekêş

Merheba ey ruhnîya vê ummetêMerheba ey sebra me b'navê te tê

Merheba ey nûra erd û asîmanMerheba ey şahîya derd û xeman

Merheba ey mana Quranê tu yîMerheba ey sirrê însanî tu yî

Merheba sultanê gişkê enbîyaMerheba ey kanîya giş ewlîya"

Ey Muhemmed em bi heyrana te neBi mal û canê xwe b'qurbana te ne

Alema îslamê tevda ku heyeGiş minetkarê evî dînê te ye

Roja heşrê em bi bal te dê werinBi ceneta e'la b' saya te herin

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

47

Page 48: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

48

BEŞ 14HATINA HEZRETî MUHEMMED A DINYAYÊ

DîTINA AMîNÊ Û KERAMATAN

Hate xwarê secde bir zikrê dikirSer helanî l'asîman mêze dikir

Amînê got:"Min ji wî gazî nedîWek kurê xelqê şil û tazî nedî

Ew çewa hate bi erdê secde kirPerçekî ewrê sipî wî perde kir

Wan jinan rabûn û hilgirt û diçûnWî delalê min birin wenda dibûn

Piştra hanîn pêçek û şûşt û temîzHerdu çavê wî b'kilê bûne 'ezîz

Tiştekî sipî di nav destê wî bûEw bi wî tiştî ji xwa mijî dibû

Dengekî hatî ji xeybê da der e:'Girtî nûra wî dinê behr û ber e

Pir mubarek be ji bo te AmîneMe li cem xwe nav Muhemmed danîne

Weqta hat şîrdayînê tu b'kes nedîLê b'Helîma Sadîyê bes tu bidî'

Page 49: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Min ji destê wan jinan girt û disandHerdu çavê min grî hêstirkan rijand

Lewra vî şekl û sîmayê pir bedîMin ewî d'nav çavê Ebdullah didî

Hate bîra min ewê xort ê mirîHerdu çavê min tijîbûne girî

Min dî çavê xwe vekir b'min ra kenîEz ji bihna misk û 'enber bûm xenî

Gotî:'Dayê bes tu bikşîne kederTu bi min çavan veke bihna xwe der'

Min himêz kir şîr dida wî şekerîGav dixwar û gav bi min ra bişirî

Hatî Ebdulmuttelib bo dîtinêMin dî yek mrovê dirêj yê wê dinê

Wî bi Ebdulmuttelib kir galegal:'Heta sê rojan tu nayî ber bi mal

Xelqê asîman bi erdê daketinDê evan rojan zîyaret bikitin

Piştî sê rojan were tu wî bibînTorinê nazik, xweyê dînê mubîn"

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

49

Page 50: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

50

BEŞ 15HATINA HEZRETî MUHEMMED DUNYAYÊ

ÛNîşANDA vîNA 'ECÊBA

Ew ~eva ku hate dunyayê temamLej û hejek hate dunya bû xumam

Qeyser û Kisra ji ser texta ketinQesr û qûnaxê di wan tev daketin

Agirê Faris vemirya-tefîyaEywana Kisra li Bexda teqîya

Behra Sawe j'n~kava da bû zuwaBi sema, çola zuwa av k~îya

Remledar û rahib tev b'tirsê ketinXaqan û Kisra di wê pirsê ketin

LiMe~riq û Mexrib b'~ev rabû ~emalŞewq û rengek hate vê dunya zelal

J'istêrkê asman temaman nûr rijîL'ser ruyê erdê melek bûne tijî

Bû wekî cennet evê dunya genîJ'rehmetê sax û mirî bûne xenî

Pir keramatê mezin hatin der eAliman zanîn ku hat Pêxember e

Page 51: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Wê sibê yahûdîyek hat û gerîKet kuça, wî mal bi mal pirsê kirî:

"Ey gelo îşev livir kurkî bûyeEw kurik peyxember e, bo kê bûye?

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

51

Page 52: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

52

BEŞ 16BEHSA ŞîRDAYîNA HELîMÊ

JI BO HEZRETî MUHEMMEDses.

Du mehan şîrê xwe da pê AmînêHate weqta ku bidin şîrdayînê

Wê qebîla SADîYAN ehlê çîyanWeqta germê tên Mekê bo sebîyan

Bi heq d'bin ehlê çîyan wan sebîyanLê dinêrin, ta sebî rabin pîyan

Hem li zozanê di wan zû gir dibinXalisê zmanê Ereb zû hîn dibin

Ew qebîla Sadîyan tev hatineMêr û jin tevda bi Mekê ketine

Hatin nik Ebdulmuttelib jin gelekWî bi yekê nîşanda çavê belek

Hatî ber derî jinek pirsê kiryeGotî:"Navê min Helîma Sadî ye"

Jê ra gotin:"Ey Helîme tu wereEm bidin te torinê wek şeker e

Ey Helîme hilgire pakê temîzLi dinê, axretê tev bûyî' ezîz

Page 53: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Xwezila me bi te tê(tî) pirê carLi dinê wek Muhemmed şîrê te xwar"

Helîmê pêsîr dida wî şekerîHem vexwarî hem bi wê ra bişirî

Bişirî nûrek mezin rabû j' enîBihna xweş daye Helîmê sekinî

Got Helîmê:"Ez bi heyrana te meEz ji vê nûra te êsîra te me"

Heta çar sala Helîmê bir ewîQewmê Se'dî bûne maldarê bi wî

Sala paşî l'cem Relîmê bû şivanTev birayê şîr, pezê xwe bir çêran

Hikmeta Xaliq ji bo wî rehberîBû şivanî layîqê peyxemberî

Rojekê hatî birayê şîr bi xarL' qewmê Sadî, ber bi malê, kir hewar:

"Du mirov hatin Muhemmed wan birinEz nizanim wan birayê-m çi kirin"

Qewmê Sadî bi hewar tev çûne wîLê Helîmê berî gişkan gîşte wî

Got:"Mi dî rûniştî ye palda kenîKesk û sor û şûle nûrê tê j'enî:

Ey kurê min ev kî bûn hat û birin?Te revandin hanîne vir çi kirin?'

Gotî:"Dayê du mirovê ne ji virBi destê min girtin, min hanîne l'vir

53

Page 54: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

54

Nazik Û nûr Û sîmayê wan delalDest û pêçî, gerden wek ava zelal

Min livir danîn, û kêr û meqesanLegen û mesîn û cûzan û hesan

Wan zik û singê-m temamî qelişandQelbê min derxistin û wan herişand

Nuqtekî reş jê helanîn û birînGotin: EVY A CÎYÊ ŞEYTANÊ LE'îN

ME JÊ AVÊTÎ EY LAWIKÊ GIRANDÊ BIBÎ TU PAŞÎYA PÊXEMBERAN

Hundirê qelbê-m tijî wan nûr kirinHem ji bo pêxemberîtî muhr kirin

Wan dirûtin qelb û singê min temamHem firîn çûn û li min kirne selam"

Qewmê Sadî şaş dibûn j'vê gotinê:'Ey Helîme wî bibe cem Kahinî

Dê kurê xelqê licem me dîn bibeŞermezar bin em li cem wan, zû bibe"

Helîme rabû Muhemmed kir suwarWê bibe cem Kahinê pir ixtîyar

Ketne rê çûn û ji Konan dûr dibûnHem b'keramatê mezin mijûl dibûn

Dît Helîme jineke b'qêrîn û xarHem lixwe d'xe, hem lixelqê d'ke hewar

Got Helîmê:'Te çi derd e vê demê?"Got:"Kurê min ketye bîrê, nagîmê!

Page 55: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

'Umrê min pêncî ye, keskî min nebûYek kurê min bû, umûda min ew bû

Ew jî ket vir xeniqî av da ser eDestê min nagîjê ez bînim der e".

"Min Muhemmed hanî û gotê: 'wereGer keramatsahib î, bîne der el'

Min (dî) destê xwe dirêj kir ba XwedaHerdu destê xwe di ser çavê xwe da

Tilîya xwe kir îşaret wî bi avAv kelî rakirye dûman û xunav

Tijî bû ew av ji bîrê rijîyaLawkê pîrê hate der, rabû pîya"

Ey Muhemmed em bi heyrana te neGişkî xelqê aleman l'benda te ne

Tu ji gişkê aleman ra rehber îQurskî nûr î tevuhev peyxember î

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

55

Page 56: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

56

BEŞ 17QALA ŞIVANîvA HEZRETî MUHEMMED

BIRAYÊ (WÎ Yİ) ŞîR ÛKERAMATAN

Pey keramatê mezin bûye xuyaHelîmê wî kir hemêzê girîya

Got:"Bi qurbana te me ey berxê minEm biçin ber Kahinê pîr ê mezin

Dê ji bona te xeberkî xweş bibêjHerdu çavê xwe ji bona te birêj"

Wî bire ber Kahinî, tev jê re gotWan keramatê ku dîtî pê re got

Kahinî girt û liwî mêze kirîNşmê peyxemberî wî naskirî

Kir hemêza xwe bo wî kirye hewarDeng dida qewmê şerûd ê pir xedar:

"Yêku em lê digerin wernê ev eBikujin hûn min û wî tevlûhev e

Dînê me dê bi vîya dê be hilakBikujin hûn min û wî, em bibne pak".

"Qewmê wî hemyan bi hev dane hewarHatne ser me l'destê wan da şûr û dar

Page 57: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Nêzî me bûn rakirin toz û dûmanLê Muhemmed yek nezer da asîman

Qêrîn û toz û dûmanek radibûQewmê Kahin kes nedîtî pê çi bû

Min dî yek mervê dirêj î pir kibarPîn liKahin da di erdê kirye xwar

Gote min:'Rabe Helîme zû bikeWî bibe teslîmê Bapîrî bike"

Pir keramatê mezin bûne xuyanQewmê Sadî tevuhev pê hesîyan:

Rojekê la(w)ê Helîmê kevirekLi çaqa pez da şkestî kirye kulek

Pez dihatî hem dikirî "beh"û"qîj"L'cem Muhemmed vezilî nik kir dirêj

Wî digirt çaqa wê destê-x tê didaNig rehet bû, rabû ser xwe bazdida

Got birayê şîr:"Tu bo çi wa dikî?Bêziman in, bo çi wan teda dikî?

Ev heywan zar û zimanê wan tuneTeslimê însaf û wucdana te ne"

"Rojekê pez çû newala cnawiraMin vegerandî ji tirsa lahwira

Gote min:'Bêle bila pez biçêreMeke qet tirsê tu serbest bigere'

Min dî şêrek l'nav Newalê digerîÇavî sor bû, ew bi ser me zivirî

57

Page 58: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

58

Heşê min j'tirsana bû tevluhev eMin digot:'Paşîya 'umrê min eve'

Wî Muhemmed dît û dûvî şindilîKûstekûst û hate ber wî vezilî

Bi guhî girt û du gotin kirye vanŞêrî rabû hem ji pez ra bû şivan."

Pir ecayîbê mezin bûne xwîyanXelqê wan doran temam pê hesîyan

Dengekî gote Helîmê:"Zû bikeWî bibe teslîmê Bapîrê bike"

Helîme rabû Muhemmed kir suwarSefera rêka Mekê j'xwa kirne kar

Ketne rê çûn û ji malan dûr dibûnHem b'keramatê mezin mijûl dibûn

Dît Helîmê l'dora wan xweş deng dihat:"Hem li ser navê Muhemmed d'kin selat

Xweşkelam û şi'rikan b'hev ra dibênPesnê vî pêxemberê b'min ra dibên

Min Muhemmed l' serê rê da sekinandÇavê xwe l'dor û derê xwe pir gerand

Kes xwîya nake bibînim, lê belêDengê wan işqa dilê min da kelê:

'Ey kurê min ev çi deng e bi me têMe dike cezbe liser navê te tê?'

Kenîya hûrik di ber xwe bişirîŞewq û nûrê kon li ser me vekirî

Page 59: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Min didî l'dora me tev bû reng û rengZikr û tesbîhan lime rakirye deng:

'Ey gelo ev kî ne, îro çi dikin?Dê di vê rêkê, me îro dîn bikin!'

Min Muhemmed sekinand çûm (û) gerîmNav Newalê kes nedîtî zivirîm

Hatim cihê xwe, Muhemmed lê tuneGiryam û min gotî:'Heywax limin e!

Sihirbaz û rêbiran hat û birinEz nizanim wan kurê min çikirin'

B' rêwî yû cotkariya min pirs didaLê belê keskî ji ma salix neda

Ez diçûm ber kahinekî rîsipîDerdê xwe min gotê, zêrek dayî pê:

'Ey Helîme navê lawkê te çî ye?'Min digot'Navê Muhemmed lê bûye!'

Kahinî remla xwe danî hinzizîBehsa navê wî kirî pir lerizî

Got Helîmê ra:'Tu rabe j'vir hereBehsa navê wî dilê-m xwîn d'ke der e

Lewra ew dê vî dînê me rabikeSenem û pûtanj'dinê wenda bike

Tu şukur bike ku ew wenda bûyeGişkê alemê ji wî xilas bûye'

Ez ji wê hatim girîm û ustuxwarMin berê xwe da Mekê b'lez û bi xar

59

Page 60: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

60

Çûme cem Ebdulmuttelib dil disotHerçî min dîtî, temam jê ra digot

Gote bo min:'Ya Helîm kitmê bikeTu li cem Amînê vê behsê meke

Amîna min dilhezîn e tew mekeDerdê kezebê ji wê ra vemeke

Rabe ez û tu bi hev ra lez bikinBiçne Beytê em li wê du'a bikin

Belkî Rebbê alemê nîşan bideQelbê Amînê teze b'derdan nede'

Piştî heft caran tewafê me didaKetne Beytê me berê xwe da Xweda

Gazîya torinê EbdulmuttelibBi Xweda da me digotî:'Ya Hebîb!

Ew Muhemmed li kû ye, nîşan bideAlimê xeybê tu yî j'me ra bide'

Deng dida Beytê dikirî gumegumGot:'Melaîket li doray bûne kom

Way li bin dara Yemamê, hûn herinWî bibînin, bes li wî hûn bigerin'

Çav û qelbê me j' girînê sekinîRûyê Ebdulmuttelib xweş bû kenî

Em diçûn bin Darê way rûniştî yeGotê Ebdulmuttelib:'Te nav çî ye?'

Gotê:'Kalo bo çi tu d'pirsî bi lez?Ez Muhemmed kurê Ebdullah im ez'

Page 61: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Ji devê Ebdulmuttelib xû dikirGirtî kula xwe hemêzê wî dikir

Gotê Ebdulmuttelib:'Ez ku hemeMezinê Mekkê bi xwe kalê te me'

Çûye destê kalê xwe, em radibûnHatne malê tevuhev em şa dibûn"

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

61

Page 62: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

62

BEŞ 18GIHîşTANDINA HEZRETî MUHEMMED

BI DIYA wî ÛYETîMMAYÎNA wîses.

Amînê gava bi wî da çav didaHem girîn û hem kenîn pê ra dida:

"Ji nuha pêşda tu dayê keyf bikeDê ezê l' cem te bibim, miraq meke"

Amîne rabû Helîme razî kirGelkî tiştan daye pê, wê b'rê dikir

Wê gavê Muhemmed b'xwe çar salî bûMa li cem dêka xwe, ew pê şa dibû

Piştî du salan wî girtî AmînêBir nîşan da xalanê wî I'Medînê

Gelkî îkrama bi xwarzê xwe kirinPir bi keyf û şahîyê wan b' rê kirin

Nêzî Medînê mezelê bavê wîAmînê girt û bir û serdaye wî

Ew jî wekî bavê wî çû j'vê dinêLi wê wefat kir Muhemmed ma b'tenê

Bû yetîmê j'dê û bavan ew kubarHêstirê çavê wî jorda kirne xwar

Page 63: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

B'hesreta diya xwe bû, wî têr nedîZarikê şeş salî bû, ma bêxwedî

Carîya Amînê ya pê ra çûyeBû diya wî, hanî cem kalê wî ye

Gelkî îkram dayê EbdulmuttelibGirtî ber xwe torinê rind î necîb

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

63

Page 64: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

64

BEŞ 19GIRTINA EBDULMUTTELIB TORINt XWE

(DI) PEYRA EBÛTALIB BIRAZM XWE

Dozde salî bû mezin l' cem kalê xweKal nexweş ket gazî kir lawanê xwe:

"Muhemmedê min qenc binêre l'apanJi mir bibêje, hes dikî tu kî j'wan?

Piştî min ra, lê bikim temîna teTe bibe cem xwe, bibe wek bavê te"

Bona kalê xwe Muhemmed negot tiştÇû di pêşa Ebûtalib rûdinişt

Keyfa Ebdulmuttelib pir çê dibeWî gelek tenbîh d'da Ebîtalib e

Ebûtalib pir bi wî kir îftîxarRamîsanda herdu çavê wî du car

Sêzde lawê Ebdulmuttelib hebûEbûtalib mezinê hemyan dibû

Heta 'umrê wî çil û heyşt dîtîyeEbûtalib lê hîmayet kirîye

Sîzde salî bû, vî apê wî dibirB'alê Şamê pê tîcaret hîn dikir

Page 65: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Weqta germê hate ser wî sî-xumamRahibekî nêzî Şamê dî nemam

Fam kirî ku ew nebîyê axir eSufrekî xweş j'wan ra wî kir hazir e

Got:"Ebûtalib, ji vir tu bizvireMeçe Şamê l'wê neyarê wî pir e"

Rahib û qewmê wî, malê wan kirînGişkî rabûn ber bi malê zivirîn

Pir keramatê mezin b'derve dikirLew Ebûtalib ji wî pir hes dikir

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

65

Page 66: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

66

BEŞ 20ZEWACA HEZRETÎ MUHEMMED ÛPÊXEMBERÎVA WÎ DIGEL WEFATÊ

B'umrê wî da hatî bîst û'pênc-i salBi Xedîcê zewicî bû xwedyê mal

Ji Xedîcê du law û çar qîz bûyeÎbrahîm wê ji Marya Qubtî bûye

Sih û neh salî li 'umrê wî tebatBi tenêtî daîma lê xweş dihat

Piştî şeş meh perda qelbê wî bû felqRuhnîya rehma Xweda lê da şefeq

Di Şikeftê bitenê ma şeş mehanWek sibe ruhnî dihat qelb û dilan

Roja 'umrê wî temam çil kir avaFexrê alem bû ji bona me teva

Ruhnîya qelbê wî paşê bû temamMelekê wehyê li wî kirye selam

Derîyê rehmetê pê da vekirinHat û Cebraîl bi wî da hînkirin

Dengê Quranê dida vê alemêSûreyê "Iqre" dida ber qelemê

Page 67: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Piştî sê sal, lê nebîtî bû temamBû resûl, pêxemberê alîmeqam

Hat û Cibraîl digotê wê demê:"Ey Muhemmed rabe bêje alemê

Ji cenet û dojê temam behsê bikeAlemê d'xew da temam hişyar bike"

Bîst û sê salan ji bona me HemîdDers dida me wî ji Qurana Mecîd

Pir cefa û zehmetê gelkî zemanPê didane qewmê pût û seneman

Mucîzatê pir mezin jê dîtineKafiran lê pir 'înadê kirine

Ehlê îmanê b'dizîtî bûn biraHate îmanê 'Umer kir eşkera

Ji ber cefa w zehmetê tev radibûnBi Medînê da muhacir tev dibûn

Ehlê îmanê liwê tev bûne komJi Medînê deng dida Ecem û Rom

Bîst û neh herban Ereban pê dikirLê Xweda daîm bi nusret ~ dikir

Piştî van herban temam bûne wefaDeng dida dînê Muhemmed Mustefa

Mezinê Rom û Ecem pir hatineWê dema dîn û zîyaret kirine

'Umrê şêst û sisiyê hatibû wîBîst û neh ta, ji riyê wî bûn sipî

67

Page 68: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

68

B' sed Û bîst Û çar hezar mumin biraHat Mekê wî kir tewafa xatira

Paşya Quranê li vir bûye temamHat û Cebraîl li wî kirye selam

Hat Medînê nava wan ehbabê xweHanî ser hev gişkî, wan eshabê xwe

Pir nesîhetkî mezin wî daye wanBo wefata xwe îşaret daye wan

Hinkê eshaba ji wî fam kir, girîn:"Dê ji nav me biçit Muhemmed emîn"

Piştî sê mehan li wê bûye nexweşHatî Eshabê Kîram, rojê di reş

Sêzde rojan di livînê da dibûRoj bi rojê her diçû zêde dibû

Sê rojên paşîn bo Ebûbekir eEmrê wî kir, wî limêjê dikire

Duşemê rojê ku daye vê demêGirîn û şînê dida vê alemê

Şênîka ehlê Medînê zivirîHûrik û giran tevhevdinê kirî

Çû ji dunyayê Muhemmedê emînBi musulmana bûye şîn û girîn

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 69: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 21PESINDAYÎNA MUELLIFİ JI BO

Hz. MUHEMMED BI QELEMA IŞQÊ

Çûndina Peyxemberê me l'MedînêUmmeta wî kir yetîmê vê dinê

Ey Muhemmed em bi heyrana te neBi mal, canê xwe b'qurbana te ne

Cahilîtî te ji dunya radikirÇavê kor bû; wê bi te îman nekir

Şewitîm d'işqa te da tim û tim eKes nizanit ez di vî halî çi me

Lem'a nûra te dida vê alemêHer serê deyşt û çîya da riqemê

Şemla nûra te limin daye lefaEy şêrînê min Muhemmed Mustefa

Enbîya û ewlîya çiqas heneTev gemî ne way li ser behra te ne

Azayê canê min tev da ku heyeTev dinale way di nav işqa te ye

Feyza işqa te di nava her dilanHer serê deyş û çîyan şînê kulanBi heqîqet tu neçûyî j'vê dinêLê belê husna te rengdawî dinê

69

Page 70: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

70

Ji pêşya husna te, sî bûn şermikarLew xuya nedbûn liber tavê tucar

Bû hezar û heyştê yû çar sêsed eŞerha navê te dibêjin naqede

J' ehlê ilmê ra temam ev kafi yeMucîza peyxemberî meznatî ye

Roj û şev hetta lime bêt û hereLem'a nûra te di qelban digere

Ehlê îmanê lidor ê bicivinDujminê dînê te dê j'hev bikevin

Qalibê herfa kîtaba alemêMushefa singê te bû da vê dinê

Sed û bîst û çar hezar peyxember inGiş ji bona alemê ra rehber in

P~îya gişkê evan peyxemberanB~tirê wana tu yî bo beşeran

Alema îmanê tevda ku heneÇavê wan hemya liwê şefa we ne

Ya Rebî tu me 'efû kî tevluhevL'dor hebîbê te Muhemmed bibne sef

Seydayê Batê digel vî ZahidîPesnê Mewlûdê bi Kurmancî didî

Paşya Mewlûdê livir bûye temamJ'haziran ra em dibêjin esselam

Ger dixwazin hûn xilas bin ji agirSelewatan bînin civata hazir

Page 71: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

BEŞ 22DU'AKIRINA MEWLÛDÊ JIBO CIVATÊ ÛGIŞKAN RA

Ey cema' et tevuhev dest hûn vekinEm bibêjin hûn livir "amîn" bikin

Ey resûl ellah resûlê QureyşîEy hebîbê weku nûr jê dikişî

Tu şefa'et ke ji bona me gişanMe gunehkar û feqîr û bêkesan

Em di dunyayê feqîr û bêkes inPir zelûl û ustuxwar û bêkes in

Tu, umûda me di dunya w axretêMe xilas kî tu ji zor û zehmetê

Herçîyê pêgirtî yê te ku heneHêvîdarê dîtina bejna te ne

Pira Sîratê dibêjin ku heyeDehşetek zor e li pêşîya me ye

Mehşer û hîsab û Mîzan ku heneTeşqelê pir mezin in bona me ne

L'pey vana agirê zor ê cehnemêQet xilas nabe ji wî kes wê demê

71

Page 72: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

72

'Ezabê qebrê digel ruhsendinêTev cefayê l'pêşîya me l'wê dinê

Hêvîya me her ev e b'bal te werinJ'wan neqebê zor xilas bin em herin

Me bidî pêşyax bibî wê cenetêŞewq û nûra te bide ser umetê

Ya îlahî benîadem ku heneTev gunehkar in, hemî qûlê te ne

Tu yê rehma xwe bidî ser alemêGiş xilas kî ji 'ezab û elemê

Cihê qehr û xezeba te ku heyeEm nizanin ayidê zatê te ye

Tişkî kêm nabe bidî tev rehmetêWan bi fezla xwe bişînî cenetê

'Efwa 'am nêkarîya meznatî yeZatê pir têrî we layîqê wî ye

Ey cema'et tevuhev bêjin "amîn"Em bikevin pêşya Muhemmed emîn

Ewlîya û 'alimê vê umetêTev şefe'dar bin ji bona vê xetê

Serfiraz bin em di nav giş umetanTev Resûlê xwe biçin em cenetan

Herçî mayî j'umetê xelqê berêFezl û îhsanê birêjî li serê

Ewlîya û sofîyan û 'alimanHecîyan û peyrikan û cahilan

Page 73: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

Herçî borîn, herçî bêtin, çi heneTevuhev muhtacê wê rehma te ne

'Alema îslamê tevhev şa bikîWan bi Quran û bi îman rêbikî

Jê ewel, bêjin ji bo pêxember ePiştra al û eshaban bidne ber e

Yê dido, bo ewlîya û 'alimanŞehîdan û xazîyan û sofîyan

Yê sisê, bo hecîyan û cahilanQîz û xort û pîrekan û sebîyan

Yê çaran, bo vê civata hazir eTev xweyê nanê ku Mewlûd li ser e

Yê pêncan, seydayê BATÊ ku heyeTev mela ZAHID melê xelqê me ye

J'bo mirî û zindîyan jî tev bikinFathekê hûn ji me ra îhsan bikin

Mewlûda HERDUBATê (wê) qedîyaRehmet li cma'et û sax û mirîya

73

Page 74: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî

NAVEROK

Pêşgotin 5Beş -1 7Beş -2 9Beş -3 12Beş -4 15Beş -5 18Beş -6 21Beş -7 26Beş -8 28Beş -9 32Beş -10 34Beş -11 39Beş -12 41Beş -13 43Beş -14 48Beş -15 50Beş -16 52Beş -17 56Beş -18 62Beş -19 64Beş -20 66Beş -21 69Beş -22 71

74

Page 75: Mele Zahidê Diyarbekrî - Institutkurde.orgwî ~ixwebi navê HERDUBAT jî navdar kirîye. Di malike-ka wê de weha dibêje: "Seydayê Batê digel vîZahidî Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî